Bi avê bi nan
Bi avê Bi nan Bi serîhildana Roja mefermend Di serê Sîpan Û bi karîna me Ewê Bi zarî Û bi nemana qidûm di çokan Serî deynin Ji Dehak Ji Çar Ji Şah Rebentir bûn. Ma nayê bîra wan Mêran jinên xwe Dê weledan Davêtin ji xezeba me Û revîn Tu cî nivîn Li wan sitarî nekirin Bi avê Bi nan Bi jîn bişkifîna di bûtikên kulîlkan Fermandarên fermandaran, her em in: Bîhna me fereh e, Lê, Em neyên xezebê carekê... Bila bi bîr bînin Me, Çiyayê Pentagonê Mîna arvan Bi hê ran Çawa hêra li Vîatnamê, li Îran Û me Çeka di destê Hîtler çawa kir dijminê serê wî Û me çawa hejand Mûsolînî Mîna dewkula li sêpiyê- Li daran... Bi avê Bi nan Bi dilopa xwêdana eniya xebatkaran: Bê mefer û xemgîr mebin! Nezîk e, bibişkife felatî Di gerûya Rojê Bi sariya asiwayê di navsera SÎPAN de. |