Smîrnoff
Her merivek bi serê xwe dunyayek e. Bi rengê jiyana xwe, bi xwiyê xwe, bi hiş aqilê xwe, bi çê û xerabiya xwe ve dunyayek e. Di berhemek edebi de meriv baştir têdigihîje. wan baştir dibîne. Pirî caran meriv hay ji xwe nabe ku bi xwiyê xwe valayiyekê li xwe dide der, çewtiyekê dike, an jî du gotinên meriv hevdu nagirin. Hesenê Metê ev tişt ji xwe re kiriye prensîb û di vê kitêbê de 14 tîpên wiha ji xwe re kiriye mijar. Di van çîrokan de alternatif an jî tîpekî ku meriv bibêje ev maqûl e, tune an jî vesartî ne. Ev valayiyeke ku Hesenê Metê bi zanatî di çirokên xwe de dihêlê. Dike ku xwendevan bi xwe bibîne, bi xwe pê bikene û bi xwe li ser bihizire. |