La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 22


Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1997, Järfälla
Préface : Pages : 156
Traduction : ISBN : 1103-1964
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûdem, hejmar 22

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Hemîd Bedirxan

Heyderê Omer

Şeva 29 nîsanê şevek tarî û sar bû, stêrkên esmên tev bi êş û şîn bûn. Mirinê serê xwe hildabû, çavên xwe digerand, ka dê kê bide ber xwe?! Dê bayê xwe ye sar bi ser kê de biweşîne?!

Mirinê berê xwe da nexweşxaneya zanîngeha Helebê û hilkişiya qatê 7'an, hêdî-hêdî ber bi odeya 739'an çû, li derî da û derbasî hundur bû. Hemîd Bedir-xan ji ser nivînê xwe rabû, çend gavan meşiya, kenekî germ li ser rûyê wî baskên xwe veşand, te digot qey ew û mirin hevdu hembêz dikin, te digot qey mirin destûrê jê dixwaze. Hemîd vegeriya ser nivînê xwe û raket, awirên xwe li derdûra xwe gerand û di dû re dil rawesta.

Berî şeş heyvan Hemîd Bedirxan çûbû bajarê Helebê û berxwedana xwe li dijî mirinê dajot, li bijîjk û nexweşxanan dibû mêvan, lê nexweşiyê fersend neda ku ew careke din vegere gundê Şiyê, çavên xwe ji dîmenê wê dagire û xatir bixwaze. Tevî vê jî gundê Şiyê dilsoz bû û roja 2'ê gulanê gundiyên xwe hemû, li kêlekên rê, li benda vegera wî, şîndar û çav bi rondik, civandibû.

Dîroka Kesîtî

Gundê Şiyê yekeke ji gundên Kurddaxê, li rojavayê bajarê Efrînê, navbera herêma Kurddaxê dikeve. Xaniyên malên vî gundî bi persarê "Hesê Xidir" re hildikişin û bi dîmenên xwe, pergala aborî, ku gundî tê de dijîn, zelal werdigerin. Mirov jê têdigihîje, ku kesên vî gundî, wek ên hemû gundên devera Efrînê, cefakêş in, dostî û evîneke germ wan bi axê û zeviyê re girê dide.

Li vî gundê Şiyê H.B. di sala 1924'an de tê dinyayê, di zaroktiya wî de, bavê wî ji neçarî, di sala 1930'î de koçî gundê "Qiriqxanê" dike. Vêcarê H.B. xwendina xwe li wir dest pê dike ta ku lîsana toreya tirkî, ji zanîngeha Stenbolê werdigire...


Table des Matières

Naverok

Ji bo çi kurd bi kurdî naxwînin - Firat Cewerî / 4
Hemîd Bedirxan - Heyderê Omer / 6
Du şiîr ji - Sabah Kara / 13
Moliér - Fawaz Husên / 15
Du şiîr ji - Badal Ravo / 23
Necîb Mehfûz - Emîn Narozî / 24
Cihana Xwedê - Necîb Mehfûz / 26
Du şiîr ji - Rojen Barnas / 37
Bîranîneke dîrokî - Rohat Alakom / 39
Şerefname - Kemal Mazhar Ehmed - werger: Ziya Avci / 42
Her warek... - Î. Omerî / 52
Şeva sar - Beyhanî Şahîn / 54
Wênene ji rojên zarotiyê - Şahînê Bekirê Soreklî / 63
Ronî mina evînê... - Mehmed Uzun / 67
Marks û Manîfesto - Şerefxan Cizîrî / 84
Delal: Musîk ji bo min jiyan e - Nodem / 90
Çend şiîr ji - Xebat Arif / 98
Xemê û Xemgin - Şefîk Kaya / 101
Du şiîr ji - Serkan Brûsk / 113
Minaqeşeya li ser »i« û »î«-yê... - Arif Zêrevan / 114
Cîhana Sofie - Jostein Gaarder - Werger: F. Cewerî / 125
Evîta û Madonna û Xelata Polar - Suleyman Demîr / 149
Turkiskt kaffe - Mihemed Dehsiwar / 154




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues