Versions- Nûdem, hejmar 2 [Morgongåva, 1992]
- Nûdem, hejmar 3 [Morgongåva, 1992]
- Nûdem, hejmar 5 [Morgongåva, 1993]
- Nûdem, hejmar 6 [Morgongåva, 1993]
- Nûdem, hejmar 9 [Järfälla, 1994]
- Nûdem, hejmar 10 [Järfälla, 1994]
- Nûdem, hejmar 11 [Järfälla , 1994]
- Nûdem, hejmar 15 [Järfälla, 1995]
- Nûdem, hejmar 16 [Järfälla, 1995]
- Nûdem, hejmar 18 [Järfälla, 1996]
- Nûdem, hejmar 21 [Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 22 [Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 24 [Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 26 [Järfälla, 1998]
- Nûdem, hejmar 28 [Järfälla, 1998]
- Nûdem, hejmar 29 [Järfälla, 1999]
- Nûdem, hejmar 34 [Järfälla, 2000]
Nûdem Kovara hunerî, edebî û çandî
Term
Ferhad Shakely
Ji zîndana tenhayiyê heta îşareta çav Deşta bêkenar ya bêdengiyê Befr girtiye. Bi vê şevîniyê Hawarek weke loriyan deng dide Hawara bendiyekî tik û tenê ye.
Ew çend rojên destpêkî baştir bû, lê, ji serê vê sibê pê ve termê bavê min bîhn girtiye. Gelek nexweş e, gelek zebmet e ez bi vî awayî behsa bavê xwe bikim, behsa termê wî bikim, lê ez çi bikim, wiha ye. Niha ew termek e bîhn jî girtiye. Bîhna wî ne ji wan e mirov xwe lê neban bike û guhê xwe nedê, bîhneke tûj û giran e, ez wisan hîs dikim genî bûye, di nav demar, rah û masûlkeyên min de jî belav dibe. Ez bawer dikim ji kesekî din re ev bîhna han gelek girantir e, gelek nexweştir e. Ji bo ku termê bavê min e, ez nikarim, ez newêrim, ji dil bêjim, bîhna wî wiha ye. Ji bilî vê jî ez naçar im bi vê bîbnê re, bi vî termê re bijîm, lê kesekî din, dikare jê dûr bikeve û xwe jê rizgar bike. Kesek nayê xwe bi zorî bi bîhneke wiha gêj û mêj bike.
Di destpêkê de her tenê termek bû, termekî hişk û req, ku çiqas diçû girantir dibû û hilgirtina wî zehmet dibû. Wî ez gelek aciz kirim, mirina min hat ber çavê min, lê çi hal be min ew gihand vir, min ew gihand vî ciyî han. Êê ji niha şûn ve ez ê çi bikim. Çi li wî bi-kim û çi li xwe bikim!!
Ew êvara em ketin rê, bavê min xurt û sax bû. Qet nîşana nexweşiyekê û aciziyekê pê ve diyar nebû. Bi xwe hîs bi tiştekî ne dikir û min jî tiştek jê dernexist. Ez nizanim ji bo çi pê xweş bû ji êvarê ve bikeve rê. Min hez dikir em beyaneke zû derkevin û em roja xwe ya yekê dirêj bikin û em çend qonaxan bimeşin ... |