VersionsNûbihar, n° 99 [Kurdî, İstanbul, 2006]
Nûbihar, n° 100 [Kurdî, İstanbul, ]
Nûbihar, n° 112 [Kurdî, İstanbul, 2010]
Nûbihar, n° 114 [Kurdî, İstanbul, 2010]
Nûbihar, n° 116 [Kurdî, İstanbul, 2011]
Nûbihar, n° 119 [Kurdî, İstanbul, 2012]
Nûbihar, n° 117 [Kurdî, İstanbul, 2011]
Nûbihar, n° 127 [Kurdî, İstanbul, 2014]
Nûbihar, n° 135 [Kurdî, İstanbul, 2016]
Nûbihar, n° 138 [Kurdî, İstanbul, 2017]
Nûbihar, n° 139 [Kurdî, İstanbul, 2017]
Nûbihar, n° 141 [Kurdî, İstanbul, 2017]
Nûbihar, n° 142 [Kurdî, İstanbul, 2018]
Nûbihar, jimar 138
Suleyma çevik
Pak ajans
Havîn bû, meha tîrmeha sala I980an, ez bi hewarî çûbûm gundê Êzdîayî Hekko, ser nehiya Telînê. Rizgoyê Eto li bajarê Tibîlîsiyê emrê Xwedê kiribû. Hewarî ji gelek gunda û bajara hatibûn. Hekko diximximî, gundiya mêvan pareve dikirin ser mala û ber wana bi qedir û hurmet radibûn. Şîn ne rokê, ne duda dikişand. Xwarin, xewkirina mêvanên ji ciyê dûrhatî, xema gundiya gişka bû.
De Rizgoyê Eto merîkî biçûk nîbû, nava Êzdiyên Tibîlîsî û xelqê êlê navê wî giran û bi hurmet bû. Di pirsên giran da, dew û dozên ku di navbera Êzdiyan da diqewimîn, timê bi şêwr û qirarên vî camêrî safî dibûn. Bi gilîkî, gotinê wî li erdê nediman.
Ewî salên dirêj, ji destpêka bingehdanîna qayde-qanûnên Sovyetyê, li gundê Hekko derbas kiribû û paşê cîguhêzî Tibîlîsiyê, paytexta Gurcistanê bûbû. Gava temenê wî gihîşte... Naverok
- Apê Ego û Serpêhatiya Nivîsîna Poêma "Têlî Hemze", Celîlê Celil / 04 - Ya işqê kirî kavil, Berken Bereh / 11 - Poetîkaya Helbestên Mela Ehmedê Zinarexî, Abdurrahman Adak / 12 - Hey! Şairo, Sîpanî / 14 - Kevoka kovî, Huseyn Şemrexî / 19 - Memo, Rojen Barnas / 20 - Heft haîkû, Sidîq Gorîcan / 21 - Berhevoka destnivîsên Kurdî ya Prof. Martin Hartmann, Mehmet Gûltekin / 22 - Du Eyûb Paşayên cihê: Eyûb Paşayê Kaskî û Eyûb Paşayê Zîlanî, Rohat Alakom / 25 - Kî dizane / belkî, M. Zahir Ertekin / 27 - Miradxanê Bayezîdî û çar xezelên wî, Tehsîn Îbrahîm Doskî / 28 - Morîkên Şîn, Receb Dildar / 32 - Ji berhemên Ebdurrehman Nacim: Rahnameya Diyarbekir Sefd Veroj / 33 - Cana Min î, Mewlana Celaleddînê Romî - Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar / 39 - Hîcret, Johann Wolfgang Von Goethe - Wergera ji Almanî: Abdullah Incekan / 43 - Emîn Zekî Beg (1880-1948), Maruf Xeznedar - Wergera ji Soranî: Ziya Avci / 45 - Têkoşîna Evîna Îlahî û ya Beşerî: Yûsuf û Zuleyxa, Zîwer Îlhan / 50 - Çêbûna Kultura Şîdetê, Roşan Lezgîn / 56 - Rojhilatê dilê min, Mehmet Ali Aluç / 57 - Jina Şivên, Henry Lawson - Wergera ji Înglizî: Shahînê Bekirê Soreklî / 59 - Zulf perîşan û xwêdayî û dev li ken û mest, Hafizê Şîrazî - Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar / 63 - Li Ser Guherîna Exlaqê Xebate Anekdotek, Heinrich Böll - Wergera ji Almanî: Abdullah Incekan / 65 - Blûrvan -Serhatî-, Sehîdê Ibo - Tîpguhêziya ji Kirîlî: Şemoyê Memê / 66 - Simolek û Daristana Mezin, Nejla Sado / 68 - Kezîkurd, Nûdem Hezex / 69 - Bêhna Biharê, Bengîn Botî / 70 - Qurtek Çay, Mela Evdilhekîmê Badikî - Latînîzekirin: Mela Mihyedîn / 71 - Tosinê Reşîd: Bêtirî gotarên min li ser pirsên çand û wêjeya Kurdî ne, Hevpeyvîn: Nihad Gûltekin / 72 - Bi tenê tu hebûy, ya ji min here, Mem Med / 80 - Çend heval(ok)ên şeva hinê yên Kolikê, Evdî Hesqera-Mahmûdê Hesbêra / 81 - Metelmayî û hişê razayî, Emerîkê Sidîqayê / 85 - Rêwîtî, Murad Pola / 86 - Jina Kobanî, Gulcan Şirnexî / 87 - Di Peydabûna Sînemaya Netewî de Pirsgirekên Sînemaya Kurdî, Dilazad A.R.T / 90
JI EDÎTOR
Nûbihar, di Adara I992yan de berê wekî weşanxane, piştî heft mehan jî bi heman navî wekî kovareke xwerû bi Kurdî dest bi weşanê kir. Ji wan deman hetanî îro vê xebata me ya du baskî çaryekê sedsalekê qedand û bi sala îsal kete 25 saliya xwe.
Kesên çîroka zimanê Kurdî ya li Tirkiyê dizanin, ew kes maneya 25 salan jî dizanin. Zimanê te bi salan li te heram bûye, mekteb û xwendin tune bûye, sîstema dewletê bi ruh û şexsiyeta te jî lîstiye, lêbelê dîsa tu li ser piya mayî û bi zimanekî “tuneyî” te roman, çîrok û helbest nivîsîne.
Li Tirkiyê kar û xebatên li ser Kurdan di her dewrê de zehmet in. Hetanî sala 1991ê derxistina kovar û kitêbên Kurdî qanûnen qedexe bû. Li pey rabûna vê qedexeyê bi gelek weşanên din re Nûbiharê jî dest bi weşanê kir. Wan salan dîsa li welat şer hebû, lê xebatên siyasî û karên çandî jî hebûn.
Di van salên borî de atmosfera siyasî çi wextê nerm û sakîn bûye saziyên wekî me ku tenê xebatên çandî dikin, karê xwe rehettir kirine. Çi wextê şer û siyaset germ bûye, saziyên çandî jî bi awayeke neyênî tesîr girtine. Jixwe ne mumkin e meriv tesîr negire. Çiqas tu xwe ji vê atmosferê dûr bigirî jî bi ser nakevî...
Di bîst û pênc salên borî de, salek-du salên dawîn netê, her sal radeya xwendevanan hêdî hêdî be jî bilind bûye. Bi taybetî jî di dema pêvajoya çareseriyê de hêviyek zêde di nav Kurdan de belav bûye û zimanê Kurdî bêhtir bala Kurdan kişandiye.
Dema şer ji carên berê bi şîdettir destpê kir, bi hezaran însanên me mirin, gelek kes koçber bûn, bajarên me ji binî ve xerab bûn û ticareta welat bi tevayî pêrîşan bû. Ji bo aştiyê hêviyek mezin bi me re hebû, derbeyek mezin jî li vê hêviya me ket. Ne tenê ev hêviya me şikiya, digel wê tirsek jî di nav xelkê de belav bû.
ji ber ku dewlet bi ser gelek cihan de çû, gelek kes bi tirs û endîşe dipirsin, gelo wê çi derkeve pêşiya me? Gelo wê tiştek neyê serê derûdora min; memûr ditirsin dibêjin, gelo ji karê xwe nebim, mamosteyên bi Kurdî eleqedar dibûn ketine endîşeya pêşeroja xwe... Ji derûdorê em dibihîzin, ji memûrên dewletê hin kes xwe ji xwendin û şopandina weşanên Kurdî dûr digrin û wan vedişêrin, heta min ji hinekan bihîstiye ku kitêbên cem xwe jî şewitandine...
ji aliyekî ve, ji her tebeqeyê însan hêvîşikestî ne û ji her tiştî sar bûne, li aliyê din jî ev însanên weşanên Kurdî dişopandin çavtirsiyayî bûne û ketine endîşeya pêşeroja xwe...
Piştî qedana pêvajoya çareseriyê îro rewşa weşangeriya Kurdî weha ye... Lê em dizanin û hêvîdar in ku ev tişteke demî ye û weha naçe. Di salên destpêka Nûbiharê de, di gelek rewşên xirab de jî me tu carî hêviya xwe wenda nekiriye û bi xêra vê hêviyê em gihaştine sala 25an. Jixwe em dizanin, li pey her zivistanekê biharek, li pey her şevekê jî ronahiyek heye...
Süleyman Çevik
Apê Ego û Serpêhatiya Nivîsîna Poêma "Têlî Hemze"
Celîlê Celil
Havîn bû, meha tîrmeha sala I980an, ez bi hewarî çûbûm gundê Êzdîayî Hekko, ser nehiya Telînê. Rizgoyê Eto li bajarê Tibîlîsiyê emrê Xwedê kiribû. Hewarî ji gelek gunda û bajara hatibûn. Hekko diximximî, gundiya mêvan pareve dikirin ser mala û ber wana bi qedir û hurmet radibûn. Şîn ne rokê, ne duda dikişand. Xwarin, xewkirina mêvanên ji ciyê dûrhatî, xema gundiya gişka bû.
De Rizgoyê Eto merîkî biçûk nîbû, nava Êzdiyên Tibîlîsî û xelqê êlê navê wî giran û bi hurmet bû. Di pirsên giran da, dew û dozên ku di navbera Êzdiyan da diqewimîn, timê bi şêwr û qirarên vî camêrî safî dibûn. Bi gilîkî, gotinê wî li erdê nediman.
Ewî salên dirêj, ji destpêka bingehdanîna qayde-qanûnên Sovyetyê, li gundê Hekko derbas kiribû û paşê cîguhêzî Tibîlîsiyê, paytexta Gurcistanê bûbû. Gava temenê wî gihîşte kalbûnê, wî ji xwe ra û ji kevaniya xwe ra di goristana gund da ciyek bijartibû û bona duaroja xwe mala herherê ava kiribû; bi wê hesabê, wekî roja xatirxwestinê kes bona definkirina wî ser kolandina erdê bi kevir û zinara va tijî, zehmetiyê nekişîne. Gundiya biryar girtibûn, gava roj hat, şîneke giran bona wî xweşmêrî daynin, ji destpêkê heta dawiyê bi qayde-qirarên bav û kala, bi dîn û dirozgê Êzdîtiyê va wî verê bikin.
Roj hatibû, gundiya biryara xwe ji bîr nekiribûn: her tişt bi qewl-qirarê bav û kala bû, heylo kotel jî girêdabûn. Du hespên kihêl bi zîn-bûsat, gorî şertên şîna bava û kala xemilandibûn. Çawa edetê kotelgirêdanê bû, hesp diviya bi cil û bergê mirî bihata xemilandin. Wekî mêrxasbûna mirî bidin xuyakirin, çek-rihalên wî jî li ser diedilandin. Gundiya wa jî kiribûn, lê dewsa sîlehê wî tenê qemeke zîvîn girê dabûn.
.....
* Eva serpêhatiyek e ji kar û xebata Prof. Dr. Celîlê Celil, tecrûbeke dersjêgirtinê ye, çawa mamoste û rewşenbirên me divê bêhnfireh û bi armanceke xurt mînakên zargotina gel tomar bikin wekî wenda nebin. Nûblhar Suleyma çevik Celîlê Celil Berken Bereh Mela Ehmedê Zinarexî Abdurrahman Adak Sîpanî Huseyn Şemrexî Rojen Barnas Sidîq Gorîcan Prof. Martin Hartmann Mehmet Gûltekin Rohat Alakom M. Zahir Ertekin Miradxanê Bayezîdî Tehsîn Îbrahîm Doskî Receb Dildar Ebdurrehman Nacim Sefd Veroj Mewlana Celaleddînê Romî Hayrullah Acar Johann Wolfgang Von Goethe Abdullah Incekan Maruf Xeznedar Ziya Avci Zîwer Îlhan Roşan Lezgîn Mehmet Ali Aluç Henry Lawson Shahînê Bekirê Soreklî Hafizê Şîrazî Heinrich Böll Sehîdê Ibo Şemoyê Memê Nejla Sado Nûdem Hezex Bengîn Botî Mela Evdilhekîmê Badikî Mela Mihyedîn Nihad Gûlteki Mem Med Evdî Hesqera-Mahmûdê Hesbêra Emerîkê Sidîqayê Murad Pola Gulcan Şirnexî Dilazad Art
Nûbihar, jimar 135
Pak ajans
Pak ajans yayıncilik ltd. şti. Nûbihar, jimar 138 Kvara çandî hunerî edebî (Kültür sanat edebiyat dergisi) Sal: 25 - cild: 20 – Zivistan 2017 Li ser navê Pak Ajans yayıncılık Ltd. Ști. Xwedî û Gerinendeyê Weşanê / Sahibi ve Yazi işleri müdürü Süleyman Çevik
Buyûk Reşit Paşa cad. Yumni iş merkezi n: 22 – 29 Vezneciler - Fatih / İstanbul
Tel & Fax: (0212) 519 00 09 www.nubihar.com nubihar@gmail.com
Navnîşana Nameyan P.K. 80 Fatih - İstanbul
Nûnertiya Almanya Burhan Kaya kizilkaya_burhan@yahoo.de Tel: 0234 - 7922968
Çapxane Alioglu mat. bas. yay. ve kağ. san. tic. ltd. şti Orta mh. Fatin Rûştû sk. n: 1-3 / A Bayrampaşa / İstanbul
Tel: 212 612 95 59
Yayın türü: Yerel süreli Berdêla abnetiya salane Tirkiye: 35 TL Welatên din: 25 Euro, 30 $
Hesabê Bankê: Pak Ajans Yayıncılık Turizm ve Dış Tic. Ltd. Şti. İş Bankası Laleli Şubesi: 1084 – 0452003 IBAN: TR24 0006 4000 0011 0840 4520 03
Nûbihar ji 3 mehan carekê; Payiz, Zivistan. Bihar û Havinê tê weşandin. Mesûliyeta ramanên di nivîsaran de aidê niviskaran e. Berhemên hatine şandin bi şûn de nayân vegerandin.
PDF
Downloading this document is not permitted.
|