Versions- Nûbihar, n° 99 [Kurde, İstanbul, 2006]
- Nûbihar, n° 100 [Kurde, İstanbul, 2006]
- Nûbihar, n° 112 [Kurde, İstanbul, 2010]
- Nûbihar, n° 114 [Kurde, İstanbul, 2010]
- Nûbihar, n° 116 [Kurde, İstanbul, 2011]
- Nûbihar, n° 117 [Kurde, İstanbul, 2011]
- Nûbihar, n° 119 [Kurde, İstanbul, 2012]
- Nûbihar, n° 127 [Kurde, İstanbul, 2014]
- Nûbihar, n° 135 [Kurde, İstanbul, 2016]
- Nûbihar, n° 138 [Kurde, İstanbul, 2017]
- Nûbihar, n° 139 [Kurde, İstanbul, 2017]
- Nûbihar, n° 141 [Kurde, İstanbul, 2017]
- Nûbihar, n° 142 [Kurde, İstanbul, 2018]
Nûbihar, jimar 112
Suleyman Çevik
Rayedarên Tirkiyê ji bo zarokên Kurdan çiqas li hemberî perwerdeyiya zimanê Kurdî derkevin jî ev helwesta wan hewldaneke bê feyde ye.
Weke zarokên hemî cîhanê dê zarokên Kurdan jî vî heqê xwe yê tebiî bi dest bixin. Ev heq çawa ku heqê hemû însanên cîhanê be, herweha heqê me Kurdan e jî.
Di cîhana îro de weke her milleti Kurd jî dê zû-dereng bigihêjin van heqên xwe.
Xwestina perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî têra xwe masûm e. Heqê bikaranîna zimanê dayikê, di peymanên navnetewî de cihê xwe girtiye. Ev peymanên navnetewî hemî jî perwerdehiya bi zimanê dayikê heqekî meşrû dibînin. Kesên ku vi heqî qedexe dikin di çavê milletên dunyayê de wekî sûcdar têne hesibandin. Telebkirina vî heqî di çavê hemî cîhaniyan de heqekî fitrî û însanî ye... |