VersionsNûbihar, n° 99 [Kurdî, İstanbul, 2006]
Nûbihar, n° 100 [Kurdî, İstanbul, ]
Nûbihar, n° 112 [Kurdî, İstanbul, 2010]
Nûbihar, n° 114 [Kurdî, İstanbul, 2010]
Nûbihar, n° 116 [Kurdî, İstanbul, 2011]
Nûbihar, n° 117 [Kurdî, İstanbul, 2011]
Nûbihar, n° 119 [Kurdî, İstanbul, 2012]
Nûbihar, n° 127 [Kurdî, İstanbul, 2014]
Nûbihar, n° 135 [Kurdî, İstanbul, 2016]
Nûbihar, n° 138 [Kurdî, İstanbul, 2017]
Nûbihar, n° 139 [Kurdî, İstanbul, 2017]
Nûbihar, n° 141 [Kurdî, İstanbul, 2017]
Nûbihar, n° 142 [Kurdî, İstanbul, 2018]
Nûbihar, n° 142
Suleyma çevik
Pak Ajans
Ev çendîn car e ez di sohbet, panel, civîn an çalakiyeke wêjeyî de rastî peyva “nifş”ê têm. Lê min zêde guh nedida van gotinan. Çiku hê kulliyateke hewçend mezin ku divê mirov an dîroknasên wêjeyê serê xwe pê biêşînin nehatiye nebûye lod li ser bêndera şi’ra Kurmanciya bakur ku em wê bidine bayê (mebest şi’ra modern ya piştî 90î). Her çend kes in em her wek benîştê di devê xwe de dicûn. Ev nayê wê wateyê ku em şi’ra modern nexin nav moxilê û ya pûç û ya baş ji hev cihê bikin.
Berî wextekê ji bo bernameya “rêzgirtin bo gewreyên me”, ez, Kawa Nemir û Selim Temo çûne Wanê. Di rê de sohbeta me her li ser wêje, serpêhatî, anektod hwd ên der barê dîroka wêjeya Kurdî bûn. Li ser pirsa Temo “te û şairên Tîrêjê we hev dinasî? Hin caran hûn li gel hev diciviyan?” min got, na. Ta niha jî min û hin ji wan şairan hê hev nedîtiye (Rojen Barnas). Temo li min vegerand û got: “Nexwe hûn ne nifşek in.” Min bersiv neda û ji xwe ne hewce bû. Lê peyva “nifş”ê her di quncikek hişê min ...
Naverok
- Li Sengerên Şi’rê, Berken Bereh / 04 - Du şi'r: Na, bi tenê / Barekellah! Rojen Barnas / 07 - Dema bend davêjin gerdena Şêx Seîd, Rohat Alakom / 08 - Payîz, Berken Bereh / 11 - Tîpguhêziyên guraxwarî yan jî guherandina berhemên Kurdên Sovyeta Berê, Murad Celalî / 12 - Min got xema te dixwum, Hafizê Şîrazî - Wergera ji Farsî: Hayrullah Acar / 17 - Emîn Alî Bedirxan, Seîd Veroj / 18 - Bavê min temî dida: “Lawo bi vê nivîsa Kurmancî nagihîjî tu tiştî.", Hevpeyvîn: Nihad Gultekin / 26 - Neh haîkûyên zivistanê - Wergera ji Îngilîzf: Sidîq Gorîcan / 35 - Dewletname - Nivîsareke bi Zimanê Goranî, Mustafa Dehqan - Wergera jilngiiîzî: Talat İnanç / 36 - Nivîskar û Helbestvanê 'Huba Dila': Ûsivê Beko, Şemoyê Memê / 40 - Qotê Berçem, Ayhan Meretowar / 46 - Haîkûyên Çar Demsalan, Mewlûd Oguz / 50 - Seîdê Kurdî û Waliyê Bedlîsê, Abdullah Can / 52 - Serokê zane û hogirên canfeda: Qewlê Newala Sîsebanê -dahûrîn û rexne-, Zîwer Îlhan / 56 - Li vî welatî kevir jî digirîn, Merve Şivan / 59 - Hesabê sedsala stûxwar û dilnewayek, M. Zahir Ertekin / 61 - Qertel li her derê, Meqbûle Menzûr - Wergera ji Îngiiîzî: Shahînê Bekirê Soreklî / 62 - Destar, Yusif Hêşetî / 67 - Çavkaniyên Edebiyata Kurdî ya Klasîk: Keşkol, Nurullah Alkaç / 68 - Qewlê Feqiyê Teyran û Sînem Xanê, Hanefi Taşkm / 72 - Şikeft, Narîn Yukler / 77 - Berf Ahmet, Gemî / 78 - Cemîla'm, Şahîn Vural / 83 - Dengên Kurdî yên ku bê nasname mane, Nasir Kemaloglu / 84 - Dîsa Qesîdeyeke Feqiyê Teyran, Mela Muhemmed Gulnar / 91 - Nameyek ji bo kekê Fehmî, M. Xalid Sadînî / 92
JI EDÎTOR
Ji jimara 142yan merheba Heft sal in li Sûriyê şer heye; dibêjin, heta niha vî şerê kambax li Efrînê tesîr nekiribû. Bi sedema ku ciheke ewle ye gelek kesan ji nava Sûriyê jî koçî vêderê kiribûn. Niha êdî Efrîn jî cihekî bi ewle nîne.
Eger pirsgirêka Kurdan bihata çareserkirin, ne çend meh berê Tirkiye li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derdiket, ne jî îro mudaxeleyî Efrînê dikir. Ji ber ku meseleya Kurdan çareser nekiriye ji hevaltiya wan bi guman û bi tirs e. Ne tenê Kurdên xwe, Kurdên dewletên din jî ji bo xwe tehlîke dibîne; roj tê li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derdikeve, roj jî tê mudaxeleyî Efrînê dike.
Tirkiye dibêje, dema Kurdên derdora min mafê xwe bi dest bixin, di îdare û rêvebirinê de bi serkevin, ev serkeftin wê kêfa Kurdên min jî bîne û ji wan re bibe mînak. Rayedarên Tirkiyê ji ber vê sebebê endîşe dikin; herweha ji ber vê endîşeyê nahêlin Kurdên li welatên derdorê jî ji vê rewşê xelas bibin û nefesê bistînin. Dema rayedar ji kirinên xwe ewle bin, çima wê weha bifikirin?
Eger di parvekirina xizmet û nîmetan de edalet hebe, hemû reng û zimanên li welêt ji îdareyê memnûn bin, çima wê dewlet ji wan reng û dengên cûrbicûr bitirse? Gotina kurt, Tirkiye naxwaze pirsgirêka Kurdan çareser bike, nahêle Kurdên dewletên cîran jî li ser piyan bisekinin.
Lê bi metodên ku bi sedan caran hatine kirin ev mesele çareser nebûye û nabe jî. Kurd ji berê ve bi ziman û çanda xwe li ser axa xwe ne. Meseleya wan jî ne tenê meseleya ewlehiyê ye; çi îdarî, çi çandî gelek tiştên li benda çareserkirinê hene.
Ji tund û zextên li ser Efrîn û Kurdên Iraqê ne tenê Kurd, biqasî wan Tirkiye jî zerarê dibîne... Bi vê munasebetê, em careke din bibêjin, feydeya însanên vê coxrafyayê di şer de tuneye; em tev mecbûr in ku aştiyê bixwazin, tehemula hevûdu bikin û pevre bijîn...
Em ji Berken Bereh, Rohat Alakom, Murad Celalî, Seîd Veroj, Mustafa Dehqan (Werger: Talat inanç), Şemoyê Memê, Ayhan Meretowar, Abdullah Can, Zîwer îlhan, Meqbûle Menzûr (Werger: Shahînê Bekirê Soreklî), Nurullah Alkaç, Hanefi Taşkin, Mela Muhemmed Gulnar, Ahmet Gemi, Nasir Kemaloglu, M. Xalid Sadînî û Eskerê Boyîk (Hevpeyvîn: Nihad Gûltekin) re gelek spas dikin ku bi lêkolîn, çîrok, hevpeyvîn û bi ceribandinan ev jimar xemilandine...
Rojen Barnas, Berken Bereh, Hafizî Şîrazî (Werger: Hayrullah Acar), Narin Yukler, Sidîq Gorîcan, Johann Wolfgang von Goethe (Werger: Abdullah İncekan), Mewlûd Oguz, Dilşad Mutî, Merve Şivan, M. Zahir Ertekin, Yusif Hêşetî û Şahin Vural jî bi şi’rên xwe ked dane vê jimarê; mala tevan ava be dibêjim.
Heta jimareke din di nava xweşiyê de bin...
Süleyman Çevik
Li Sengerên Şi’rê
Berken Bereh
Ev çendîn car e ez di sohbet, panel, civîn an çalakiyeke wêjeyî de rastî peyva “nifş”ê têm. Lê min zêde guh nedida van gotinan. Çiku hê kulliyateke hewçend mezin ku divê mirov an dîroknasên wêjeyê serê xwe pê biêşînin nehatiye nebûye lod li ser bêndera şi’ra Kurmanciya bakur ku em wê bidine bayê (mebest şi’ra modern ya piştî 90î). Her çend kes in em her wek benîştê di devê xwe de dicûn. Ev nayê wê wateyê ku em şi’ra modern nexin nav moxilê û ya pûç û ya baş ji hev cihê bikin.
Berî wextekê ji bo bernameya “rêzgirtin bo gewreyên me”, ez, Kawa Nemir û Selim Temo çûne Wanê. Di rê de sohbeta me her li ser wêje, serpêhatî, anektod hwd ên der barê dîroka wêjeya Kurdî bûn. Li ser pirsa Temo “te û şairên Tîrêjê we hev dinasî? Hin caran hûn li gel hev diciviyan?” min got, na. Ta niha jî min û hin ji wan şairan hê hev nedîtiye (Rojen Barnas). Temo li min vegerand û got: “Nexwe hûn ne nifşek in.” Min bersiv neda û ji xwe ne hewce bû. Lê peyva “nifş”ê her di quncikek hişê min de ma. “Mala wî ava ku evpirsa wî bû sedema vêgotarê.” Gelo di wêjeyê de nifş çi ye, bo çi pîvanan ji hinan re nifş tê gotin?
Di wateya ferhengî de mirov dikare bibêje ku nifş “kesên di heman salan de (dibe 5-7 salanferq hebe) hatine dinê, di heman şert û mercan de jiyane, tûşî heman diltengiyan hatine, qedera wan dişibe hev û ji ber van taybetiyan di berhemên xwe de xwestine van tiştan vebêjin û vî barî ragirin” re tê gotin. Ger pîvan ev bin, ez û kak Selim û Rêdûr Dijle heman nifş in. Çi ku qedera me, helwesta me, feraseta me, filsefeya me hwd hema hema heman tişt in.
Ger bi wateya ferhengî û ya ‘emrî ji xwe re bikine pîvan şair û nivîskarên Tîrêjê nifşek in. Her wiha bi gor krîterên civakî, siyasî û rengvedana têmayên di berheman de jî mirov dikare bibêje ku nifşek in. Lê têgeha “nifş”ê ji bilî destnîşankirina hêla wan ya biyolojîk ji bo şairiyê termek e şaş e. Ger bi vê ferasetê em şairan rêz bikin û ji her deh saian re bibêjine nifşa filan salê, îro roj nifşeke ku em xwe pê serbilind bikin hema bêje nîne. Ma ne neheqiyek e. Em niha jî hewl didin ku kesên bi kovara Nûbihar, Rewşen, Jiyana Rewşen, Çirûsk hwd daketine qada şi’rê binasin û bigihîjin sentezekê. Mixabin ev helwest jî bi çarlepinkî bi rêve diçe. Ji ber ku dîroknasên wêjeyê û rexnegirên wêjeya Kurdî hê li ortê naxuyên û ...
Suleyma çevik Berken Bereh Rohat Alakom Murad Celalî Hafizê Şîrazî Hayrullah Acar Seîd Veroj Nihad Gultekin Sidîq Gorîcan Mustafa Dehqan Ûsivê Beko Șemoyê Memê Ayhan Meretowar Mewlud Oğuz Abdullah Can Zîwer Îlhan Merve Şivan M. Zahir Ertekin Meqbûle Menzûr Shahîn BekirSoreklî Yusif Hêşetî Nurullah Alkaç Hanefi Taşkin Narîn Yukler Ahmet Gemî Șahîn Vural Nasır Kemaloğlu Mela Muhammed Gulnar M. Xalid Sadînî
Nûbihar, jimar 142
Pak ajans
Pak ajans yayıncilik ltd. şti. Nûbihar, jimar 142 Kvara çandî hunerî edebî (Kültür sanat edebiyat dergisi) Sal: 26 - cild: 21 – Payiz 2018 Li ser navê Pak Ajans yayıncılık Ltd. Ști. Xwedî û Gerinendeyê Weşanê Sahibi ve Yazi işleri müdürü Süleyman Çevik
Büyük Reşit Paşa cad. Yumni iş merkezi n: 22 – 29 Vezneciler - Fatih / İstanbul
Tel & Fax: (0212) 519 00 09 www.nubihar.com nubihar@gmail.com
Nûnertiya Almanya Burhan Kaya kizilkaya_burhan@yahoo.de Tel: 0234 - 7922968
Çapxane: Alioglu mat. bas. yay. ve kağ. san. tic. ltd. şti Orta mh. Fatin Rûştû sk. n: 1-3 / A Bayrampaşa / İstanbul
Tel: 212 612 95 59
Yayın türü: Yerel süreli Berdêla abnetiya salane Tirkiye: 35 TL Welatên din: 25 Euro, 30 $
Hesabê Bankê: Pak Ajans Yayıncılık Turizm ve Dış Tic. Ltd. Şti. İş Bankası Laleli Şubesi: 1084 – 0452003 IBAN: TR24 0006 4000 0011 0840 4520 03
Nûbihar ji 3 mehan carekê; Payiz, Zivistan. Bihar û Havinê tê weşandin. Mesûliyeta ramanên di nivîsaran de aidê niviskaran e. Berhemên hatine şandin bi şûn de nayân vegerandin.
Foto: Nasrollah Kasraian
PDF
Téléchargement de document non-autorisé.
|