PÊŞGOTIN
Xwendevanên hêja, kovara BÎR, bi hejmara duyeraîn(II.) a dosyeya Ji destpeka sedsala (20.) ber bi sedsala bistûyekan(21.) ve neteweyî ya Kardistane: Rabûrî, îro û dahatû” digehîje ber deste we. Di ve hejmarê de, digel berdewamîya nivîsên hejmara bihûrî, hûn dê nivîsen nû yên ciyawaz jî bi kêfeweşî bixwînin.
Pêgotina hejmara me ya yanzdehan, bi têkilîya Rusya Soyeti-Komara Turkiyê, sîyaseta wan a derbarê meseleya mafe neteweyen bindest, dame randin û hilweşandina Kurdistana Sor û helwesta wan a li hembere Tevgera Agirî bi dawî hatibû. Di pêşgotina vê hejmarê de jî, em dê bi kurtayî behsa pêvajo û hinek bûyerên girîng ên di pey we re bikin.
Bi tevî ku "Mafê Çarcnûsîya Netewan" di teorîya sosyahzm-kominizme de wck prcnsîbeke esasî hatîyc qcbûlkirin û di Kongircya Xelken Rojhelate (Kongircya Bakû) dc, di derbarê mescleya milctên bmdest de biryaren ginng hatibûn girtin jî, rêvebirîya Sovyetê, tene qîma xwe bi piştgirî nedana tevgera kurd neanî, bercvajî daxwaza vî gelê bindest, sîyasetek pragmatist ajotin u piştgirî dan dcwletên dagirker. Û tevgera netewcyî ya kurd, Bi hevkanya dewlcten emperyal tawanbar kirin û wek tevgerekc dijî-şoreşî ya Sovyet û Turkiyeyê îlankirin" Herweha sîyaseta Komînternê(Enternasyonala III.) ji bu berdewamiya sîyaseta derva ya Sovyetc û rêxistina wê jî bû wekî broycn derveyi yen Rusya Sovyetî. Em dikarin bejin ku bi vê rcwşahanê Şoreşa Oktobire, encama dı şiklekî federatif de ji nû vc rêxistinbûna imperatorîya Rusya derxistiye hole u bûye unsûrekî herî girîng ê statuquya nû ya piştî Şere Cîhan ê Yekem.
Çawa ku me berê jî behs kiribû, li hemberî hıkumeta Komara Türkiye tevgerên wekî Qoçgirî (1919), Şêx Seîd(1925), Agirî (1930), Dersim(1937-38) pêk hatin. Dema ku bi pêşengîya sîyasî ya Xoybûnê Tevgera Agirî û Dersimê dest pê kir, êdî statuqoya encama Şerê Yekemin bicî bibû. Sovyete çaven xwe ii hemû polîtîka û kirinên dagirker ên Turkîye û Irane re girtın. Jı ber ve yeke, rêvebirên Komara Turkîyê bi wesîleya Tevgera Agirîyê, bi gişti li hemben xwestinên neteweyî û demokratik ên grubên etnîkî yên lı ser baqiyeya dewleta osmanî û bi taybetî jî li hemberî xwestinên neteweyi yen kurdan sîyaseta xwe ya nû wisa aşkera kirin: "Di vî welatî de tene neteweya turk dikare mafên etnîkî û qewmî bixwaze, ji xeynî wê mafê tu kesekî nîne."
Wekî daxuyanîyên li jorê, di pêvajoya serhildana Dêrsimê de û pey we reji gelek caran hatine aşkerekirin. Ev daxuyanîyên ku ji devê kesen di dereca yekemin de hatine aşkerekirin, li hemberî xwestinên neteweyî yen gele kurd politikaya asîmlasyon, înkarkirin, tunekirin û qetilkirina hıkumeten Komare bi awayekî pir aşkera dide nişandan. Jixwe hem di tevgera Agirîyê û hem ji ya Dêrsimê de pratîka vê sîyasetê hate tetbîqkirin.
Li vê derê tenê bi bîrxistina beşekî pirr piçûk ê bîranînên mesûlekî leşken yê wê demê û wê herêmê, ji bo têgehîştina tiştên pêkhatî û çêbûyî mînakekî gelek aşkere û balkêş e. îhsan Sabrî Çaglayangîl di bîranînên xwe deji bo çalakî û kirinin li herêma Dêrsimê weha dibêje “Wan(kurda) di şikeftan de xwe veşart- ibûn. Artêşê gazênjehrîn bikaranîti. Wan wekî mişkan di deve derîyên şikeftan de jehr kirin. Ji heft salî bigre hetanî heftê salî ew kurdên Dêrsitnê hemû serjêkirin. Tevgerekî bixwînî bû û Doza Dêrsitnê xelas bû. ”
îro jî partiya M. Kemal û serokên wê yên wekî Baykal û Oymen, parastina wan kiryarên kirêt ên bav û kalê xwe dikin. Lê mixabin wek paradoksekî merivên kolonîyan, sêwîyê tevkûjiya Dêrsimê Kemal Kiliçdaroglu jî, digel wan parastina van kiryaran dike.
Tenê ne Kemal Kiliçdaroglîyê Dêrsimî, raya giştî û sazîyên navneteweyî jî li hemberê van kiryaran bêdeng mane. Kurdan bi daxwaza lêkolîna van bûyeran, çendek carî serdana sazîyên hiquqî û sîyasî yên navneteweyî kiribin jî, daxwaza wan nehatîye qebûlkirin û neketîye rojeva gengeşîyan. Ev jî paradoks û nakokîya sîyaseta navneteweyî ye.
Di dîroka Komara Turkîyê de her çiqas ku kurdan mafê xwe yên neteweyî-demokratîk anîne ziman, ji bo vê yekê dest bi rêxistin û têkoşînê kirine, her carê ev xwestinên wan bi mefhûmên wekî "paşvemayîn", "feodalîzm", "dijberîya modernîzmê/dijberîya medenîbûnê", "eşqîyatî" û wd. hatine îzahkirin û ji alîyê desthelatdarî û hikumetên wê demê ve bi tûnderewî hatine serkûtkirin. Hemû tetbîq û qetlîamên wan ên di pêvajoya serkûtkirinê de bi mefhûmên wekî "tehcîr", "tenkîl", "mübadele", "îslehat" û wd. hatine îzahkirin. Naveroka van mefhûman, ji wê rojê û vir ve, hinek îstîsna ne têde, ji alîyê pir- ranîya roşinbîr, akademisyen û sîyasetmedarên turkve erênî û "pêşverû" hatine wesifandin/nîşandan. Bi vê têgehîştinê înkar, asîmlasyon, jenosîd û qetlîamên ku li hemberî netewe û komên etnîkî yên din hatine kirin, di wijdana civakê de hatin meşrûkirin. Bi taybetî jî komele û raya giştî ya turk, 80ê salan li hemberî van kirinan(bûyeran) dramaya kerr û koran leyîztin.
Di pêvajoya têkbirina tevgerên kurd de, wekî her caran Turkiyê li hemberî mesela kurd ji xwe re hevpeymanên herêmî û navneteweyî gerîyane. Ji xwe di serî de jî armanca Kemalîstan ew bû ku tevgera kurd ji zemîna têkilîyên navneteweyî dûr bixe. Di vê çarçovê de Temûza sala 1937ê di navbera Tirkîye, Iraq, Iranê û Afxanîstanê de li Koşka Sadabadê peymanek hate çêkirin. Sedemê herî girîng ê pêkhatina Peymana Sadabadê meseleya Kurdistanê bû. Lewra di benda 7mîn a vê peymanê de weha hatibû gotin: “Her layekî(terafekî) beşdarbûyî yê vê peymanê, teahûd dike, ku ew dê di nav sînorên xwe de, bibin asteng li hemberî avakirin û xebata rêxistinî, yekîne û çeteyên çekdar ên ku dixwazin sazî, sazûman, eudekarî û rejîma polîtîk a deudetên beşdarbûyî yê vê peymanê têk bibin. ”
Piştî Şerê Cîhan ê Duyem, di sîyaseta navneteweyî de giranîya Amerîkayê zêdetir bû. Amerîka ji bo ku tehdîd û pîlana Yekîtîya Sovyetê li ser Rojhelata Navîn bişikîne û belav bike, xwest di ser Turkîyê re kontrola herême bidest bbdne Ji bo vê armancê jî, di sala 1955an de bi teşwîq û hewldana DYA (Dewletên Yekîtîya Amerîka)yê, Pakta Bexdayê hate îmzekinn. Heke em iro di derbarê herêma Rojhelata Navîn de armanc û projeyên siyaseta navneteweyî, têkilîyê wan ên bi dewletên herêmî re û her weha tekihyen navxweyî yê Turkîya, îran, Iraq(bi taybetî alîyê ereb) û Suryeyê binin ber çave xwe, mimkune ku wekî Pakta Sadabad û Bexdayê li ser meseleya neteweyi ya kurd paktekî veşartî ya nû pêk were.
Di salên 1938an de piştî ku tevgera Dêrsimê têkçû, pêvajoya dagirtin u parçebûna bakûrê Kurdistanê temam bû. Her çi qas encama parçebuna Kurdistanê bûye sedemê trajedîyên dîrokî, heman demî wek paradoksekî bandorek erênî jî li têkoşîna neteweyî ya kurd kirîye; carna tevgera kurd li parçeyekî darbe girtiye, pêşkevtinên li parçeyên din, bûne wesîleyê kewandina birîna wan û çavkanîya moralgirtina miletê kurd. Mînak; sala 1946an damezrandina Komara Mahabadê û ji Sovyetê vegera Barzani, peymana otonomî ya 11yê Adara 1970ê, di pêvajoya bêdengîya civaka kurdên bakur de qewimîne û gelek bandorên erînî li ser pêşketina hişyarbûna civakî-neteweyî û şikandina tirsa li ser civakê kirine.
Damezirandina Komara Kurd a Mahabadê, tecrübe û hewldana heri nezik a dewletbûna milletê kurd e. Komara Mahabadê di 22yê Kanûna 1946an de bi Serokatîya Qazî Mihemed hate damezirandin û nêzîkê saleld hebûna xwe berdewam kir. Piştî ku yekîtîya Sovyetê û Brîtanyayê li ser neft û qada desthilatîya coğrafya îranê lihevhatin, piştgirîya sîyasî û aborî ya ji bo Komara Mahabadê hate qutkirin, lawazbûna ji alîyê aborî-sîyasî ve û bi êrîşkirina hêzên leşkerî yên îranê Komar têkçû. Lêbelê divê wek tecrübe û destkevtineke dîrokî-sîyasî ya miletê kurd, damezrandina Komara Kurdıstan a Mahabade neye jibîrkirin.
Piştê têkçûna Komara Mahabadê, Serokerkanê Komarê Barzam û hevalên wî mecbûr man ku ji xaka Kurdistana Rojhelat hilkişin. Barzanî, bi tevî pênsed hevalên xwe berê xwe dan Yekîtîya Sovyetê û li wê derê diwanzdeh sal wekî penaber (multecî) man. Di 27 Temmûza 1958an de li Iraqê bi serokatîya General Abdulkerîm Qasim, derbayeke leşkerî çê bû û monarşî hate hilweşandin. Mistefa Barzanî ku wê demê li Rûsya Sovyetî penaber bû, di 6ê Çirîya Pêşîn a sala 1958an de vegeriya Kurdistanê û Qanûna Esasî ya nû hate amadekirin. Di bendê 3yê Qanuna Esasî de hatibû nivîsandin ku "Ereb û kurd li ser xaka dayika niştiman wekhev in û mafê wan ên neteiveyî, di çarçova Iraqê de tête nasîn." Lê belê ji demekî kurt şûn de, rejîma nû ya Iraqê, pêngavên hatine avêtin û gotinên ku hatibûn kirin jibîr kirin û êrîşên xwe yên li ser gelê kurd zêdetir kirin. Li ser vê yekê, sala 1961 ê bi serokatîya Barzanî Tevgera Rizgarîya Neteweyî ya Kurd "Şoreşa Eylûlê" da destpêkirin. Destpêkirina Şoreşa Eylûlê, di serî de li ser komela kurdên başûr û pê re jî li ser çar parçeyên din (Turkîya, îran û Surye) tesîreke pirr erênî(pozîtîv) û girîng kir.
Dagirkerên Kurdistanê wek sîstemeke bi hev ve girêdayî dixebitin. Li ser darbeya Abdulkerîm Qasim hîn du sal derbas nebibû, li Turkiyeyê jî yekemin darbeya leşkerî ya 27ê Gulana 1960Î çêbû. Her çi qas polîtîkayên hikumeta Menderes û qaşo pêkhatina “Dîktatorîya sivîl” wek sedemê bingehîn ê çêbûna darbeya leşkerî ya 27ê Gulana 1960Î bête nişandan jî, armanca herî girîng a darbeyê, şikandina bandora tevgera Barzanî û peymana wî ya bi Abdulkerîm Qasim re bû. Digel vê yekê armancekî darbekaran jî, di nav sîstema sîyasî ya Turkiyê de ji nû ve birêxistinbûn û bihêzkirina cî û rewşa xwe bû. Lewra bi hilbijartinên azad desthilatdarbûna Menderes, sînorên tehamûla partîya şefê ebedî M. Kemal û şefe duyemîn îsmet Înonî gelek bihûrandibû. Ji ber vê yekê Înonî digot, “wê darbeya leşkerî çêbe, ez bi xwe jî nikarim we xelas bikim.” Roja çêbûna darbeya leşkerî: Meclîs hate betalkirin û endamên kabîneya hikumetê jî hatin hepiskirin; endamê CHPê jî derketin ser tanqên eskeran û çêbûna darbeya leşkerî pîroz kirin.
Di encam de ern dikarin bêjin ku di derbarê mesela mafên neteweyî yê kurd de, têgehîştina hevpar û alîyê wekhev ên Cuntaparêz-Kemalîzma desthelatdarîya turk, dîktatorîya Beassîzm û dîktatorîya teokratik a Humeynîzma îranê pir nêzîkê hev in û berdewamî bi hev guherîna tecrübe û tedbîrên xwe yên di derbarê tevgera kurd, bi hev ra bûne alîkar. îro jî em dikarin bêjin ku alîyekî herî girîng ê armanca xweşkirina têkilîyên Turkiya bi dewletên hawîrdor re, ji bo dorpêçkirina Kurdistana Başûr e.
Dema ku em 40-50 salên dawî yên dîroka sîyasî ya Turkîyayê bînin ber çavên xwe, em dibinin ku îdeolojî û mentalîteya CHPê qet negûherîye. Lewr wê rojê jî meclîsa darbekaran ji wan pêk hat û îro jî heman rêbaz û îdeolojîyê diparêze. Lêbelê paradoksa herî girîng jî, darbeya leşkerî ya 27ê Gulana 1960an, ji alîyê piranîya sosyal-demokrat û çepgirên turk ve, wek mudaxeleyeke pêşverû tête qebûlkirin. Dema em li encamên wê darbeyê binêrin: Sazîya Ewlekarîya Neteweyî, damezirandina Mahkemeya Bilind a Eskerî, maddeyên neguhêr ên Qanûna Esasî, rêxistinên dewleta kûr û wd. pêkanîna tiştên nedemokratîk bi vê darbeyê çêbûn. Her weha bi guman û tawanbarîya neteweparêzîya kurd, 485 şexsîyetên kurd hatin dûrxistin ji bo bajarê Sêwazê. Heman demê, ji alîyê darbekaran ve Gruba Rojhelatê hate damezirandin û ji bo çareserîya meseleya kurd ji alîyê wan ve raportek hate amadekirin, di vê raportê de ji bo asîmîlekirina kurdan, pêşnîyarên wisan hatin kirin ku rasterast wekî kopîyekî "Pîlana îsleheta Şarqê" yê sala 1925an bû. îro jî pîlan û reşnivîsên ku ji bo çêkirina darbeyên leşkerî hatine amadekirin dîyar dikin ku mejîyê wan qet negûherîye.
Nûha ku em cardin vegerin ser rewş û pêşkevtina tevgera kurd, piştî têkçûna Tevgera Dêrsimê, li bakurê Kurdistanê, nêzîkî bîst salan bêdengîyek dûrûdirêj hikum kir. "Doza 49"an û bûyerên di pey wê re, vî bêdengîyê xera kirin û di sala 1965an de Partîya Demokrat a Kurdtistana Turkiyê (PDKT) bi veşartî(îlegal) hate damezrandin, paşê jî DDKO hatin damezrandin. DDKO bûn çavkanîya / dayika gelek rêxistinên çepgir ên ku piştî salên 1970ê hatine avakirin. Piştî damezirandina PDKT, bi piştgiriya kadroyên vê partî û kadroyên kurd ên di nava TÎPê de Mitîngên Rojhelatê hatin sazkirin. Mitîngên Rojhelatê, gelek tesîr li ser hişyarbûna neteweyî ya miletê kurd û şikênandina tirsa li ser civakê kir. Di navbera salên 1965-1970ê de Tevgera Neteweyî ya Kurdên li Bakûrê Kurdistanê, dikeve pêvajoyeke nû; di vê pêva- joyê de li ser tevgera neteweyî ya kurd, fikir û îdeolojîya çepgir bi bandor e.
Her wekî ku me li jorê jî dîyar kir, di llê Adara 1970yê de li Kurdistana Başûr, di navbera desthilatîdarîya Beas û serokê PDKIê Barzanî de, îmzekirina Peymana Xûdmuxtarî (Otonomî) tesîrek pir erênî li ser hemû kurdan kir û bû çavkaniya moralek bilind û sedemê teşwîqa ji nû ve rêxistinbûnê. Yek ji sedemê herî girîng ê çêbûna darbeya leşkerî ya 12ê Adara 1971ê li Turkîyeyê, pêkhatina Otonomîya başûrê Kurdistanê bû. Dewleta Turkiyê ji bo ku rê li ber rêxistinbûna kurdan bigre û morala wan bişikîne dest bi girtina kurdan kir. Li hember rêxistinên legal û îlegal ên kurdan operasyon dest pê kirin. Di vê pêvajoyê de gelek kurdên rewşenbîr û sîyasetmedar ên serbixwe û yên di nav TKDP, DDKO û TÎPê de hatin girtin û hepiskirin. Li hepisxaneya Dîyarbekir ji herêm û bajarên cihê yên Kurdistanê berhevkirina sîyasetmedar û roşinbîrên kurd, bû sedemê destpêka pêvajoyeke nû. Di encama gengeşîyên dijwar û dirêj ên navbera wan kadroyên hepiskirî de, grubên nû yên sîyasî derketin holê. Ji nîvê salên 1970ê şûnde rêxistinên wekî Rizgarî, Ala Rizgarî, Rêya Azadî (PSKT), KÎP(DDKD), KAWA, KUK(PDKT), PKK û wd. Hatin damezirandin. Di berîya salên 1980 û piştî wê, di encama jihevbûna rêxistinên heyî de, grubên sîyasî yên ku navê wan li jorê nehatîye nivîsandin jî çêbûn. Di vê pêşgotinê de ne mimkun e, ku em yek bi yek behsa bername û falîyetên wan grub û rêxistinan bikin, lêbelê hun dikarin bersîva hinek pirsan di nav rûpelên vê kovarê de bibînin.
Dema ku em li bûyerên qewimî û pêvajoya ber bi darbeyên leşkerî yên 27ê Gulana 1960an, 12yê Adara 1971 ê û 12yê îlona 1980yê binêrin, wan bi têkilî û bûyerên heta îro re muqayese bikin, gelek bi aşkereyî xuya dibe ku hedef û armanca herî girîng a darbeyên leşkerî, tevgera neteweyî kurd bûye.
Iro kurd digel ereb, faris û turkan li ser coğrafya Mezopotamya û Rojhelata Navîn, bi nifûsa xwe grubek etnîkî ya herî qelebalix e. Ev milletên ku me navê wan anî ziman, di cemîyeta Miletên Yekgirtî de bi dewletek an jî çend dewle- tan têne temsîlkirin. Digel ku ev dewletan gelekji wan bi nifûsa xwe ji kurdan kêmtir in jî, bi raya xwe di cemîyeta NY de tesîr li ser qedera miletê kurd dikin. Dîyar e ku cemîyeta Miletên Yekgirtî mafê temsîlkirinê nade miletên bê dewlet. Ji ber vê, em dikarin bêjin ku cemîyeta NY, wekî cemîyeta dewletên yekgirtî tevdigere.
Dema ku mesele were ser dewletbûna kurdan, divê em pirr bi dîqet bala xwe bidin helwesta rêxistinên demokratik ên fermî, nîv-fermî û nefermî yên neteweyî û navneteweyî. Bêguman miletekî bindest ku ji bo rizgarî û bidestx- istina mafên neteweyî têkoşîn bike, ji bo wan piştgirîya hêz û rêxistinên demokratik ên navneteweyî, pirr girîng e. Lê belê dema ku têkoşîn û daxwazên neteweyî yên kurdan têne rojevê helwesta roşinbîr, sîyasetmedar û akademîsyenên neteweyên serdest û hinek sazîyên navneteweyî balkêş e. Ev ên em behsa wan dikin, bi sedemê xeletî û nebaşîya netewetîyê, dixwazin naveroka netewetîya miletên serdest û bindest wekhev nişan bidin. Mafê çarenûsîya neteweyên” bindest tête jibîrkirin. Wekî miletekı bindest, ji bo kur¬dan wateya netewetî; daxwazên meşrû û rewa yên neteweyî-sîyasî û demokratik in. Ji ber vê yeke muqayesekirina netewetiya turk, ereb, faris u kurdan ne rast e. Bi giştî ji alîyê piranîya çepgir, demokrat, liberal û îslamîyên turk û ereb û farisan de mafê dewletbûna gelê Filistînê û serxwebûna Kosovayê(ku bi mudaxeleykî navneteweyî hate çareserkirin) tête parastin û keşi negotîye bila Kosovayî nebin dewlet. Lêbelê maf û daxwaza dewletbûna gelê kurd, ji ber gelek sedemên bêbinyat û teorîyên reng bi reng tête redkirin. Bi vê awayê helwesteka paradoksî tête nişandan. Ne çepgir û ne ji İslâmî û “lîberal”ên dewletên serdest, xweragirtin û helwesteka pêdivî nişan nedane; "çepgir"an daxwazên neteweyî yên kurdan bi navê birayetîya gelan û birayetîya çini"; yên "İslâmî" ji bi navê "ümmet û birayetîya İslâmî", yên “liberal” ji bi navê “bazara serbest û entegrasyonê” bûne alîkarê berdewamîya statükoya dagirkerîya dewletên serdest.
Em dikarin bêjin ku ev helwest û lênêrînên wan, gelek tesir li ser rewşen- bîr û sîyasetmedarên kurd ji kirîye. Piranîya roşinbîr û sîyasetmedarên kurd ji alîyê ramanî/fıkrî, ideoloji û dînî ve, rasterast yan ji nerasterast di bin tesir û rênîşandana fıkr û raya giştî ya dewletên serdest de diminin. Ji ber vê yekê, bi giştî rojeva siyaset û raya giştî ya kurd, rasterast yan ne rasterast, ji alîyê serdest û dagirkerên welatê wan ve tête dîyarkirin.
Dema ku em li rojeva çapemenî û raya giştî ya kurd binêrin, ev gelek bi aşk- erayî diyar e. Derbarê çareserîya meseleya kurd de, di çarçova mefhûmên/têgehên wekî daxwazên neteweyî-daxwazên kulturî, mafê mirovî-daxwazên kulturî, mafê federalî-dewleta neteweyî ya serbixwe û her weha bi referansên Kemalîzmê di nav dewleta unîter de ji "civaka ekolojik" bigre heta "hemwelatîya makezagonî", "konfederalîzma demokratik', komara demokratik" û wd. têne gengeşîkirin.
Gelê başûrê Kurdistanê ji, di encama sîyaseta 80ê salan a hevkarîya dagirkerîya îngiliz-panerebîzm û desthelatdarîya Baasî de êş û xusareke mezin ditin. Bi tevî mudaxaleya Şerê Giravê û encama têkoşîneke dijwar a nod(90) salan, li başûrê Kurdistanê damezrandina Hikumeta Federal a Herêmî, bi taybetf ji alîyê sîyasî ve dê qasê damezrandina Komara Mahabadê û bi destxistina peymana 1971an tesîr li ser tevgera kurdên Turkîya, Iran û Sûryeyê bike.
Dema ku em di çarçova pêkhatina hinek bûyerên sîyasî yên di Rojhelata Navîn û Dinayayê de; Projeya Gewre ya Rojhelata Navîn, Şerê Giravê, Mudaxaleya Afxanîstan û Iraqê û wd. bifikrin, ji alîyê kurdan ve di statükoya sîstema dagirker û kolonyalîst a herêmî de, ji çar lingên sîstema dagirkerî yek li Başûrê Kurdistanê bi qismî şikestîye. Lê belê bi giştî di sîyaseta kurdan de nezelalî û nedîyarîyek heye. Divê kurd di vê pêvajoya ji nû ve parvekirinê de, pêkhatina bûyerên herêmî û dinyayê rast têbigîjin û li gor berjewendîyên xwe yên neteweyî helwesta xwe dîyar bikin. Iro di navbera partî û rêxistinên ciyawaz de, li ser bingeha dîyalog û rêzgirtinê, pêkanîna "konsepteke neteweyî û demokratik" mimkun e û divê ev yek ji bo hemû alîyan bibe armanceke bingehîn.
Di vê demê de meseleyek herî girîng jî, rewşa nedîyar a bajarê Kerkük û herêmên kurdnişîn ên dervayê îdareya Hikumeta Herêma Kurdistanê ye. Bi tevî ku kurd û ereban li ser benda 140. a Makezagona (Destûra Bingehîn) a Iraqa Federal de, pêkanîna referandomekji bo çareserîya mesela Kerkûkê, wek rêbazeke bingehîn qebûl kiriye jî, her çi hikmet e ku referandom pêk nayê û meseleya Kerkûkê jî heta vê gavê çareser nebûye. Wisa tête dîtin ku meseleya Kerkûkê ne tenê meseleya ereb û kurda ye, heman demê meseleyeke herêmî û navnetewî ye jî. Di salên 1920î de, îngiliz li Iraqê desthelat bûn û ji bo wan kontrola li ser coğrafya ereban girîngtir bû. Iro jî li vî herêmê DYA desthelat e û derbarê meseleya Kerkûkê helwesta xwe bi aşkerayî dîyar nake. Ji alîyekê din vejî di meseleya Kerkûkê de mudaxîlbûna Neteweyên Yekgirtî(NY) di rojevê de ye. Di vê rewşa hanê de; ji alîkî ve mudaxeleya sîyaseta dewletên dagirker ên herêmê, ji alîyê din ve jî bi awakî rasterast yan jî ne rasterast mudaxeleya hêzên navneteweyî heye. U em dizanin ku kurd wek mileteke bêdewlet, ne endamê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ye. Ji ber vê yekê derbarê meseleya Kerkûkê de mudaxeleya NY, tête wê wateyê ku dê giraniya senga mêzînê li alîyê daxwaza dewletên endamê NY be. Ji ber vê, divê serkirdayetîya sîyasî ya başûrê Kurdistanê, mesela Kerkûkê û herêmên mayî nexe bazara cemîyeta Neteweyên Yekgirtî. Destûra Bingehîn a Iraqa Federal, peymaneke sîyasî û hiquqî ya navbera kurd û erebên Iraqê ye û di vê Destûrê de rêbaza çareserîya mesela Kerkukê jî tê de hatîye dîyarkirin. Divê mesela Kerkûkê û herêmên kurdnişîn ên mayî, li ser vê bingeha meşrû û bê dirêjkirina wextê bête çareserkirin.
Dema mesele tê ser mafê(heqê) kurdan, bêguman em behsa 35-40 mîlyon mirovên binecî û niştecî yên vê herêmê dikin, ku warê wan ê dîrokî û nifusa wan di navbera çar dewletên herêmî(Turkîya, îran. Surîye û Iraq) de hatîye parçekirin û parvekirin. Ji ber vê parçebûnê, mutleqa di rojeva sîyaseta dewletên herêmî û dinyayê de behsa kurdên parçeyekî tête kirin. Li vê derê wek encam, em dixwazim hinek behsa bûyerên ku van demên dawî h Turkiya diqewimin bikin.
Berê her tiştî dixwazim prensîbeke sîyasetê bînim bîra we; di sîyasetê de bûyer rasterast û tenê bi serê xwe ve nayin lêkolînkirin û şîrovekirin, divê her bûyerke sîyasî bi têkilîyê xwe yên piralî û encamên xwe ve bête dîtin û lêkolandin. Dema ku em di vê çarçovê de li bûyerê van demên dawî binêrin; li ser hev de pêkhatina bûyera Reşadiye û girtina DTPê ne tesadüfe, her çiqas faîîlê her yek bûyerê wekî alîyên dijberî hev xuya bin jî, encama herdu bûyer- an hev temam dike. Armanca kiryarên ev çalakîyan, rêbaz û çareserîya mesela mafê kurda, ji zemîna sîyasetê dûrxistin û terorîzekirina civaka kurd û turk e. Lewra dema ku di civakekî de şiddet û alozî serdest be, li wê derê hêzên çek- dar û fehma wan serdest dibe. Eger em pîlan û bûyerên tarî yên ku di van demên nêzîk de çêdibin binin ber çavê xwe û bala xwe bidin têkilî û pevgirê- danîya wan, bi aşkerayî xuya dibe ku li Turkiyê di navbera siyaset û wesayeta eskerî de pevçûnekî dijwar heye. Di vê pevçûnê de, divê bi giştî sîyaseta kurd û bi taybetî jî PKK û rêxistinên bi wî ve girêdayî nebin keresteyê(malzemeyê) kevneşopa sîyaseta Îttîhad Teraqî û wesayeta eskerî. Her weha divê hikumeta AKPê jî sîyaseta xwe ya li ser mesela mafe kurdan u helwesta xwe ya li hem- berê wesayeta eskerî zelal bike û dev ji rêbaza sîyaseta du gav pêş ve, gavkî paş ve” berde. Di vê pevçûna dijwar de ji paş ve gav avêtin wendakirin e.
Ji ber vê yekê wek alîyê sîyasî, li ber hikumeta AKPê pir rê û tercih nîn in: Yek, divê derbarê maf û hiquqê miletê kurd de helwesta xwe bi pêngavên şênber aşkera bike; ya duyem jî, divê doza Ergenekon û cuntakarên eskerî sist neke; ya sisê jî, divê Yasa Bingehîn bi referandomekê ji bini ve bête guherandin. Nexwe hikumet AKPê yek û yek çi qanun dendnin, dê Mehkema Bilind hukma wan betal bike û wan qanûnan ji holê rake.
Em cardin dibêjin bi hêvîya hevdîtina hejmareke nûh ya BÎRê, di nav xêr û xweşîyê de bimînin.
Bîr
Pirsên ji bo Dosyeya
"Ji Destpêka Sedsala Bîstan (20.) Ber bi Sedsala
Bîstûyekan(21.) ve Meseleya Neteweyî ya Kurdistanê:
Rabihûrî, îro û Dahatû"
Berêz:
Em bi navê kovara BIRê, dixwazin ji hejmara yanzdehan(ll.) pêve bi navê "Ji Destpêka Sedsala Bîstan(20.) Ber bi Sedsala Bîstûyekan(21.) ve Meseleya Netewî Ya Kurdistanê: Rabihûrî, Iro û Dahatû" rêzedosyekê amade bikin. BIRJi sê mehan carekê tête weşandin û kovareke lêkolîn û lêgerînê ye. Zimanê nivisîna kovarê bi kurdî-tirkî ye û ciyê weşandina wê jî Diyarbekir e. Derbarê zimanê nivîsînê de tercîha me kurdî ye, lê belê nivîskar bi çi zimanî karibe xwe îfade bike, dikare wî bi kar bîne. Dema ku em dibêjin rêzedosya "Ji Destpêka Sedsala Bîstan (20.) Ber bi Sedsala Bîstûyekan (21.) ve Meseleya Neteweyî Ya Kurdistanê: Rabihûrî, îro û Dahatû”, armanc ew e ku em nirxandin û analîzên we yên li ser sedsala rabihûrî, lênêrînên we yên derbarê îro û projeyên we yên derbarê dahatûyê(paşerojê) de bigehînin xwendevanan, raya giştî ya kurd û dinyayê. Bi gotineka din, em dixwazin dîroka tekoşîna sîyasî-netewî ya sedsala dawî ya Kurdistanê, bi lênêrîn û analîzên lêkolîner, serok û kadroyên sereke yên rêxistinên siyasî bigehînin nivşên nûhatî.
Rêbaza me ya ji bo amadekirina vê dosyayê: Di şiklê pirs-bersîvê de ye. Her çi qas me pirsên lijêr diyarkirî amade kirine jî, bêguman bi tenê ev pirs, têrî analîzkirina bûyer û pêşket- inên sedsalekî ne bes in. Armanca amadekirina van pirsan, balkişandina li ser hinek xal û bûyeran, dîyarkirina çarçova vê dosyayê ye. Ji bo dewle- mendkirin û bêkêmaniya vê dosyayê, hûn çi qas pirsan ji xwe bikin û bersî- va wan di nivîsa xwe de dîyar bikin, ev dosye dê ew qas bigîje armanca xwe.
.....