VersionsNûbihar, n° 99 [Kurdî, İstanbul, 2006]
Nûbihar, n° 100 [Kurdî, İstanbul, ]
Nûbihar, n° 112 [Kurdî, İstanbul, 2010]
Nûbihar, n° 114 [Kurdî, İstanbul, 2010]
Nûbihar, n° 116 [Kurdî, İstanbul, 2011]
Nûbihar, n° 117 [Kurdî, İstanbul, 2011]
Nûbihar, n° 119 [Kurdî, İstanbul, 2012]
Nûbihar, n° 127 [Kurdî, İstanbul, 2014]
Nûbihar, n° 135 [Kurdî, İstanbul, 2016]
Nûbihar, n° 138 [Kurdî, İstanbul, 2017]
Nûbihar, n° 139 [Kurdî, İstanbul, 2017]
Nûbihar, n° 141 [Kurdî, İstanbul, 2017]
Nûbihar, n° 142 [Kurdî, İstanbul, 2018]
Nûbihar, n° 139
Suleyma çevik
Pak Ajans
Jiyan di herikîna demê de hin caran bêhemdî berê te dide rêwîtiyekê ku dê nizanibî çi bête pêşiya te. Di vê rêwîtiya dawînediyar de her qonaxa ku jê derbas dibî tiştekê li te zêde dike. Ev hêçandin û lêzêdebûnên te ji bo dahatûyek birêk û pêktir hêz û şiyan û hêviya te ya pêşerojê xurttir dike. Nemaze bo nivîskarekî ku dixwaze xwe bigihîne siberojê, divê van qonaxên hêçandinê yek bi yek bi gav bike. Lew dahênan û hilberîna berhemeke wêjeyî dişibe kar û xebata pîşesazekî ku sal bi sal liv û tevger û hostatiya wî bi pêş ve diçe, dikemile. Berî çil salan dema min dest bi nîvîsandina helbestê kir, min jî dixwest dengê xwe bigihînim der û dora xwe. Min tu carî hizir nedikir ku rojek wê bê û ez rebenê Xwedê xwe bêxim bin vî barê giran ku rabim helbestên ji bo kovarekê hatine şandin binirxînim û bi biryara min ew helbest di rûpelên kovarê de bêne bicihkirin. Dixwazim li vir ya dilê xwe bibêjim ku ez niha jî xwe wek şagirtekî şi’rê dihesibînim û ev feraset û hişmendî min bêhtir li nivîsê sor û germ dike. Lê hin caran mirov mecbûr dibe ku barê dostekî an cimaetekê hilgire û peywira xwe bi cih bîne. Ez baş zanim ku barê li ser milê min pirr giran e. Ji ber vê jî min her şi’rê çend caran xwend, guhê xwe da dengê dixwaze xwe ragihîne jiyanê, yê dixwaze ...
Naverok
- Fermo, Berken Bereh / 04 - Bihar, Ferîdûnê Muşîrî - Veigera ji Farisî Yûnis Dilkoçer / 05 - Di Seyahetnameya Ibn Battûta de Kurd, Murad Celalî / 06 - Bimeşe lo dilo! bimeşe! Rojen Barnas / 15 - Mewlana Xalid Li Başûrê Rojhilata Asya Martin van Bruinessen Wergera ji Îngilîzî Talat inanç / 16 - Vê slbehê, Berken Bereh / 23 - Pêncî Saliya Kurdên Swêdê, Rohat Alakom / 24 - Çend Çarîn, Mewlana Celaleddînê Romî - Wergera ji Farisî Hayrullah Acar / 33 - Elaeddîn Seccadî (1907-1984), Marûf Xeznedar - Wergera ji Soranî Ziya Avci / 34 - Kiralê Periyan, Johann Wolfgang Von Goethe - Wergera ji Almanî Shahînê Bekirê Soreklî / 37 - Di helbestên Mela Ehmedê Zinarexî de Hêmanên naverokî Abdurrahman Adak / 38 - Masûmiyet, Ali Karadeniz / 43 - Mewlewî û du helbestên wî, Hêmin Omar / 44 - Balûpalê, Pablo Neruda - Wergera ji Îngilîzî Talat inanç / 49 - Kovara Nûbiharê Bû Mijara Tezeke Masterê, M. Zahir Ertekin / 50 - Çi be, ew e Erlch Fried VVergera ji Almanî Abdullah incekan / 55 - Heskîfa Biçûk Girê Heselmê, A. Meretowar / 56 - Bila mala me neçe mîratê, Yûnis Amedî / 60 - Pif ke Bilûrê, Nûdem Hezex / 62 - Av û ax û agir û hêvî / Kanî ez?, M. Zahir Ertekin / 63 - Dengê dilê min, Receb Dildar / 64 - Masîstêrka min, Sîpanî / 67 - Mirazê Cemal: "Ez her ro li wî aliyê Erez gundên Kurdan dîbînim", Hevpeyvîri Nihad Gultekin / 68 - Çavkaniya Zimanan, Mesûd Serfiraz / 76 - Dîwana Etîm Memet, Metin Barlik / 79 - Jinbira Dexes û Agirê Hesûdiyê, Besra Pîranij / 80 - Ez dizê baranê me, Mewlûd Oguz / 83 - Mela Yûsif û Mersiya Xelîfe Hesen, Hanefi Taşkin / 84 - Bêdengiya çavê zarokan, Mehmet Ali Aluç / 87 - Pepûga Osî Horîgî, Evdî Hesqera / 88 - Metnên Şanoya Kurdî, Çetoyê Zêdo / 90 - Bajarê II ser pişta welat -Heyama bêhemdê xwe-, Rizgar Elegez / 95 M Peyamên 25 saliya Nûbiharê / 96
Jİ EDÎTOR
Di jimara berê de jî min gotibû, bi sala 2017an Nûbihar kete 25 saiiya xwe. Bi vê munasebatê gelek kesan çi rasterast, çi jî bi peyam, telefon û bi mailan 25 saliya Nûbiharê pîroz kirin. Em jî bi dil û can spasiya wan dikin, û Xwedê kêmasiya we nede dost û birayên hêja, hûn her hebin, dibêjin.
Heta niha li ser Nûbiharê gelek tişt hatine nivisîn, ji vir pê ve jî wê gelek xebat bêne kirin. Niha jî li Zanîngeha Çewlikê li ser Nûbiharê yekem car tezeke akademîk hate amadekirin. Jixwe hûnê bibînin, di vê jimarê de M. Zahir Ertekin li ser vê tezê nivîsiye. Xwediya tezê Turkan Tosun e, mijara wê jî "Edebiyata Zarokan di Kovara Nûbiharê de (1992-2010)” ye... Em dizanin, bi giraniya 25 salan ji vir pêve karê me êdî zehmetir e. Her kes li bendê ye ku em karê baştir bikin, xwe pêş de bibin, naveroka Nûbiharê dewlemendtir bikin...
Ji ber ku editorê me yê helbestê kek Berken Bereh di nivîsa xwe ya kurt, lê têr û tije de behsa helbestên vê jimarê kiriye, ezê tenê behsa çend nivîsên wê bikim. Îbnî Battûta seyyahekî navdar ê Fasî ye û di sedsala I4an de jiyaye. Murad Celalî seyahatnameya wî daye ber xwe û li ku derê navê Kurdan, bajarên wan, navdarên wan derbas dibin tev kirine mijara nivîsa xwe...
Wekî ku em dizanin pîrê terîqeta Neqşebendîtiyê Mewlana Xalid, Kurdekî Şehrezorê ye û terîqeta Neqşebendîtiyê bi xêra wî li Rojhilata Navîn belav bûye. Martin van Bruinessen di nivîsa xwe ya balkêş de tesîra Mewlana Xalid digihîne li Başûrê Rojhilata Asyayê jî. Ev meqaleya hêja kek Talat înanç wergerandiye Kurmancî.
Xwezî wekî Rohat Alakom çend nivîskarên me yên din hebana. Mala kek Rohat ava be, ev çend jimar in, li Swêdê şopên Kurdan yek yeko taqîp dike û me pê haydar dike. Dizanim di warê rewşenbîrî û nivîskariya Kurdî de rola Swêdê gelek e; lê li gelek welatên din jî Kurd hene, kesnên din rabana û bi vê usûlê behsa Kurdên deverên din bikirana çiqas baş dibû. Nivîskar û lêkolînerê hêja Ziya Avci ji kitêba Mêjûy Edebî Kurdî beşê li ser jiyana Elaeddîn Seccadî ji Soranî kiriye Kurmancî û ev kesê hêja bi me daye nasandin.
Nivîsa Abdurrahman Adak ya li ser Mela Ehmedê Zinarexî û nivîsa Hemin Omar ya li ser şairê Soran Mewlewî du nivîsên lêkolînî û balkêş in. Nihat Gultekin ji Kurdên Ermenistanê, bi Mirazê Cemal re li ser rewşa Kurdên Ermenistana berê û ya îro hevpeyvînek xweş çêkiriye.
Çetoyê Zêdo di dîroka Şanoya Kurdî de li Iraq, Iran, Sûrî, Ermenistan, Gurcistan, Tirkiyê û li Ewrû-payê çiqas metnên çapbûyî hene nav bi nav dane û nivîsek ku bibe çavkanî nivîsiye. Wekî din di vê jimarê de nivîs û çîrokên A. Meretowar, Yûnis Amedî, Recep Dildar, Mesûd Serfîraz, Besra Pîranij, Hanefi Taşkin û Evdî Hesqera hene... Heta jimareke din di nav xêr û xweşiyê de bimînin...
SüIeyman Çevik
Fermo
Berken Bereh
Jiyan di herikîna demê de hin caran bêhemdî berê te dide rêwîtiyekê ku dê nizanibî çi bête pêşiya te. Di vê rêwîtiya dawînediyar de her qonaxa ku jê derbas dibî tiştekê li te zêde dike. Ev hêçandin û lêzêdebûnên te ji bo dahatûyek birêk û pêktir hêz û şiyan û hêviya te ya pêşerojê xurttir dike.
Nemaze bo nivîskarekî ku dixwaze xwe bigihîne siberojê, divê van qonaxên hêçandinê yek bi yek bi gav bike. Lew dahênan û hilberîna berhemeke wêjeyî dişibe kar û xebata pîşesazekî ku sal bi sal liv û tevger û hostatiya wî bi pêş ve diçe, dikemile.
Berî çil salan dema min dest bi nîvîsandina helbestê kir, min jî dixwest dengê xwe bigihînim der û dora xwe. Min tu carî hizir nedikir ku rojek wê bê û ez rebenê Xwedê xwe bêxim bin vî barê giran ku rabim helbestên ji bo kovarekê hatine şandin binirxînim û bi biryara min ew helbest di rûpelên kovarê de bêne bicihkirin.
Dixwazim li vir ya dilê xwe bibêjim ku ez niha jî xwe wek şagirtekî şi’rê dihesibînim û ev feraset û hişmendî min bêhtir li nivîsê sor û germ dike. Lê hin caran mirov mecbûr dibe ku barê dostekî an cimaetekê hilgire û peywira xwe bi cih bîne.
Ez baş zanim ku barê li ser milê min pirr giran e. Ji ber vê jî min her şi’rê çend caran xwend, guhê xwe da dengê dixwaze xwe ragihîne jiyanê, yê dixwaze bibêje “va ev ez im.” Ew dengê xewn, xiyal, coş û peroşa di dil û hişî de hew dikare bitebite. Ev dengên rengareng, bi xeml û xêz, qube, ner... dişibiyan welatê min.
Bêguman hin ji wan dê li derveyî koçkê bimînin. Helbet ev nayê wê wateyê ku wê nekarin bibine mêvanê ... Suleyma çevik Berken Bereh Ferîdûnê Muşîrî Yûnis Dilkoçer Ibn Battûta Murad Celalî Rojen Barnas Mewlana Xalid Martin van Bruinessen Talat inanç Rohat Alakom Mewlana Celaleddînê Romî Hayrullah Acar Elaeddîn Seccadî Marûf Xeznedar Ziya Avci Johann Wolfgang Von Goethe Shahînê Bekirê Soreklî Mela Ehmedê Zinarexî Abdurrahman Adak Ali Karadeniz Hêmin Omar M. Zahir Ertekin Erich Fried Abdullah Incekan A. Meretowar Yûnis Amedî Nûdem Hezex M. Zahir Ertekin Receb Dildar Nihad Gultekin Mesûd Serfiraz Etîm Memet Metin Barlik Besra Pîranij Mewlûd Oguz Mela Yûsif Xelîfe Hesen Hanefi Taşkin Mehmet Ali Aluç Evdî Hesqera Çetoyê Zêdo Rizgar Elegez
Nûbihar, jimar 139
Pak ajans
Pak ajans yayıncilik ltd. şti. Nûbihar, jimar 139 Kvara çandî hunerî edebî (Kültür sanat edebiyat dergisi) Sal: 25 - cild: 21 – Bihar 2017 Li ser navê Pak Ajans yayıncılık Ltd. Ști. Xwedî û Gerinendeyê Weşanê / Sahibi ve Yazi işleri müdürü Süleyman Çevik
Buyûk Reşit Paşa cad. Yumni iş merkezi n: 22 – 29 Vezneciler - Fatih / İstanbul
Tel & Fax: (0212) 519 00 09 www.nubihar.com nubihar@gmail.com
Nûnertiya Almanya Burhan Kaya kizilkaya_burhan@yahoo.de Tel: 0234 - 7922968
Çapxane: Alioglu mat. bas. yay. ve kağ. san. tic. ltd. şti Orta mh. Fatin Rûştû sk. n: 1-3 / A Bayrampaşa / İstanbul
Tel: 212 612 95 59
Yayın türü: Yerel süreli Berdêla abnetiya salane Tirkiye: 35 TL Welatên din: 25 Euro, 30 $
Hesabê Bankê: Pak Ajans Yayıncılık Turizm ve Dış Tic. Ltd. Şti. İş Bankası Laleli Şubesi: 1084 – 0452003 IBAN: TR24 0006 4000 0011 0840 4520 03
Nûbihar ji 3 mehan carekê; Payiz, Zivistan. Bihar û Havinê tê weşandin. Mesûliyeta ramanên di nivîsaran de aidê niviskaran e. Berhemên hatine şandin bi şûn de nayân vegerandin.
PDF
Téléchargement de document non-autorisé.
|