Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°7
Mehmet Konuk
Bîr reklamcιlιk
Li ser jiyan û şexsiyeta Erebê Şemo heger senaryoyek were nivîsandin, baştir e fîlma wî ji çar beşan pêk bê. Lê mirov dikare li gor naveroka berhemên wî, weke îroniyekê, beşa dawî jî wek berdewamiya ya diduyan bibîne û fîlmê bi sê beşan sînor bike. (Ez ê sedemê vê agahiya reng giriftar pişt re bibêjim; em niha hîmê beşa yekê daynin.)
....
Mehmet Konuk,
Seîd Veroj
Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°7
Bîr reklamcιlιk
Bir reklamcιlιk – yayιncιlιk
Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°7
Araştırma - İnceleme Dergisi
Hejmar - Sayı: 7 Havîn 2005
Mehmet Konuk,
Seîd Veroj
Ji Sê Mehan Carekê Tête Weşandin
Uç Ayda Bir Yayımlanır
16ê Tebaxê 2007
Bûha: 10 YTL
Bîr Reklamcılık -Yayıncılık
Sahibi ve Sorumlu Yazıişleri Müdürü:
Mehmet Konuk
Redakte:
Roşan Lezgîn
Seîd Veroj
Remezan Pertew
Tîprêzî-Mîzampaj: Bîr
e-mail: kovarabir@yahoo.com
kovarabir@hotmail.com
Şertên abonetîyê
Bo nêva welat salek 30 YTL
Bo derveyê welat salek 80 $
Çapxane / Matbaa:
Barış Matbaa Mücellit
Davutpaşa cad. Güven Sanayi Sitesi
C. Blok No: 274, 275, 276
İst / Topkapı
Tel:(0212) 6748528-29
Ciyê Rêvebirinê / Yönetim Yeri:
İnönü caddesi, Magül İş Merkezi, No: 49
Dağkapı / Diyarbakır
Tel: (0412) 2287828
Berpirsyariya her nivîsê yê nivîskar bi xwe ye.
Mesuliyetiya her nûşteyî ê nuştoxî bi xo ya
PÊŞGOTIN
Xwendevanên hêja, careke dî kovara Bîr bi naverokeke dewlemend û mijareke nû digîje ber destê we. Dosyaya “Danasına 100 Navdarên Kurd” bi vê hejmarê dest pê kir û dê bi hejmarên din berdewam bike. Wek mînakên di vê hejmarê de, hûn jî dikarin bi nivîsandina navdarên bênav hejmara wan zêdetir bikin. Bîranîn û nivîsandina van kesên kedkar û fîdakar, yek ji wezîfayên me yên dîrokî-neteweyî ye û her wiha, rêzgirtina me ya ji bo cenabê wan e. Bibîranîn û nivîsandina jînenîgarîya van kesên kedkar û fîdakar ên dîroka me, peywira me ya dîrokî û neteweyî ye. Lewre ew her yek li gorî xwe, di warê xwe de beşdarê pêvajoya afirandina komelgeh û dîrokeke hevçerx bûne û di vê rê de findekî ronîdar bûn di şevistanên tarî de. Xwezî bi wan kesan ku jiyana xwe di nav tarîtîyê de nebihurandin û xwezî bi wan kesan ku niha jiyana xwe bo neteweya xwe dikin findekê û ronîyê li hawirdora xwe belav dikin.
Dîroka mirovahîyê gelek rengîn e. Di serê mirovahîyê re gelek tişt derbas bûne. Ew tiştên ku di serê mirovahîyê re derbas bûne, ne mumkin e ku ji aliyê tu dîroknasî ve bi tevayî'oête îzehkirin. Yanî mirov dikare gelek vekirîbibê- je ku jiyana mirovahîyê tu demê di pirtûkan de bi tevayî cih negirtiye. Di dema globalîzm û civata zanyarî û dema teknolojiyê de jî her çiqas jiyana mirovan, jiyana neteweyan, jiyana dewletan, jiyana rêxistinan, jiyana jin û mêran, jiyana ciwanan gelek bi firehî di mêjiyê teknolojiyê de cih bigre jî, derfet tune ku hemû jiyan li ser kaxizê cih bigre.
Ev rastiya hanê hem ji bona kesan û hem jî bo nasandina mirovekî her wisan e. Fîlozof dibêjin, mirov û kes hê ji hemû aliyan ve nehatine keşifkirin. Ji bona vê, mirov û kes, bi gelek aliyên xwe ve û bi gelek taybetmendiyên xwe ve hê nayêne naskirin. Lêbelê ji bona ku mirov bête keşifkirin û bête naskirin hewildaneke xurt û meraqeke gelek balkêş heye. Ji bona vê jî mirov û kes bi gelek taybetmendiyên xwe ve tên kategorîzekirin. Wek mînak: Mirovên dîrokî, mirovên navdar, mirovên zana, mirovên bawermend, mirovên xwenda, mirovên hunermend, mirovên xwedî doz û hwd...
Di nava van kesayetiyan de kategoriyek heye ku ne ji bona xwe û ji bona malbat û zarokên xwe, lê ji bona welatê xwe, ji bona neteweya xwe xizmetên giranbiha kirine. Ew, berjewendiya netewe û civata xwe, di ser her berjew- endiyekê re girtine. Ji bona ku neteweya wan azad bibe, welatê wan rizgar bibe, wan her tiştî dane ber çav û fedekarîyên bêemsal kirine. Lewra ew kes baş dizanin ku dema neteweya wan azad bibe û welatê wan rizgar bibe, qedr û qîmeta mirov, netewe û welatê wan bilind dibe û her wiha berjewendiya malbata wan, zarokên wan, bajar û gundên wan, şexsê wan jî tête parastin, ew jî bi qedr û qîmet dibin.
Ji bona vê, heger ew kes nebin, ji wan kesan rêxistin û dezgeyên neteweyî ava nebin, ew netewe û ew welat nakeve rêza neteweyên dinya û dîrokê; cihê xwe yên bi qedr û qîmet di jiyana mirovahîyê de nagrin.
Her miletek û civatek bi xebat û fîdakariya dozkaran ve azad û rizgar bûye. Li gorî bîrûraya hinekan “dîrok, tevger û têkoşîna gelan e”. Li gorî bîrûraya hinekên din jî, “dîrok, têkoşîna mirovên dozkar û zanyaran e”. Destkevtiyên demokratik û civakî-neteweyî jî, di encama têkoşîn û pêşengiya lehengên fikrî û mirovên dozkar de ava bûye. Heger ew kesên dozkar nebûna û xebata wan ya bê hempa nebûna, mirovahî, bi gelek aliyan ve bi pêş nediket û her dem mirovahî mehkûmî xeraban, mehkûmî rêjimên xwînxwar û barbar dibû. Dinya û mirovahî, diket bin desthilatiya mirov, sîstem û rejîmên dîktatorî ve.
Neteweya kurd jî xwediyê dozkarên xwe yên gelek hêja û bi navûdeng e. Di dîroka tevgera miletê kurd a nêzik de, dîroka me ya destpêka sedsala bîstan de ew pêşeng û serokên Tevgera Serîhildana Kurdistana Bakûr, bê gengeşî dozkarên miletê kurd bûn: Wan kesan canê xwe fedayî miletê xwe kir, hatin îdamkirin û hatin qetilkirin. Gelo heger Mela Mistefa Barzanî, Seyîd Ebdulkadir, Şêx Ubeydula, Qadî Mihemed, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Xalid Begê Cibrî, Yusif Ziya yê Bedlîsî, Qedrî û Ekrem Cemîl Paşa, Bavê Tujo, Dr. Fuad, Hemzeyê Muksî, Erebê Şemo, Evdirezaq Bedirxan û bi hezaran kesên wek wan, wek dozkarê nêteweya kurd xebat nekirana û canê xwe fedayî Kurdistanê nekirana, neteweya Kurd li hemberî êrişên mêtinkaran dê çawan li ser piya bisekiniya û Kurdistan dê çawan li ser rûyê dinyayê bimana? Di sedsala 21. de neteweya kurd, dê çawan di jiyana Rojhilata-Navîn de ciyekî girîng bigirta û kolonyalîstan bitirsandana?
Ji bo nifşên nû yên gelê kurd û raya giştî ya dinyayê re herçî xebata danasîna rewşenbîr, pêşeng, dozkar û navdarên kurdan in, ev ji sê aliyan ve girîng e: Yekem, em hem li hember nifşên keddar û berhemdarên beriya xwe û hem jî li hember nifşên li pey xwe mesûl in. Lewra hebûn û rewşa me ya heyî, li ser ceribandin, berhem, fedekarî û xebata yên beriya me de hafiye avakirin. Ji ber vê yekê, divê em ji ceribandin û zanayî û keda yên beriya xwe bi yê xwe re bikin yek û bigehînin nifşên li pey xwe. Yê duyem, danasîna jiyan, berhem, şexsiyet, fikir û raman û fealiyeta van navdaran dê ji nifşên nû re bibe modêlekî xwenasîn û rênîşandana ji bo pêşerojê. U ev jî dê bi wan re bixwebawerbûna netewî-civakî peyda bike. Sêyem, li rûyê dinyayê de hîç miletek bê manewiyat nîne, naskirina ev kesayetiyan di heman demê de qewîkirin û zêdekirina manewiyata miletekî ye. Her wiha em baş dizanin ku gelek milet bo vî yeke ji xwe re şexsiyetên xeyalî jî çêkirine. Lewre nasîn û danasîna şexsiyetên wisa arşîv û referanseke bingehîn e ji bo hafızaya kollektîv ya neteweyan.
Bi hêviya hevdîtina hejmareke nû ya Bîrê, di nav xêr û xweşiyê de bimînin.
Bîr
Mexdûrê Serdemekê
Remezan Alan
Li ser jiyan û şexsiyeta Erebê Şemo heger senaryoyek were nivîsandin, baştir e fîlma wî ji çar beşan pêk bê. Lê mirov dikare li gor naveroka berhemên wî, weke îroniyekê, beşa dawî jî wek berdewamiya ya diduyan bibîne û fîlmê bi sê beşan sînor bike. (Ez ê sedemê vê agahiya reng giriftar pişt re bibêjim; em niha hîmê beşa yekê daynin.)
1897-1924
Lehengê fîlmê, li gundekî Qersê – Azad / Sûsiz - di maleke feqîr û rêncber de çavên xwe vedike. Di mala (ya rast "merek") hişk û biring de pênc kes in: Bav, dê, du xwişk û du birayên ji jina bavê wan a ku serî daniye. Bav, havînan şivan an gavan e; zivistanan jî xulamê xwediyê mereka ku tê de ne.
Dê, di malên halxweş de nanpêj e, hirîşo ye. Zaro jî, ku bihar û havîn be, li çolê dûajoyê bavê xwe ne, pincarçîn ...
Naverok – İçindekiler
Remezan Alan
Mexdûrê Serdemekê / 7
Tahsin Sever
Serokê Komîteya Istîklala Kurdistanê (Azadî) Miralay Xalid Begê Cibrî / 14
M. Şefîq Oncu
Kurdperwerekî Sînornenas: Necmettin Buyukkaya (1943-1984) / 30
İbrahim Guçlu
Ji Bo Mela Ebdulkerîm Kurdistan di Ser Her Tiştî re Bû / 46
Tosinê Reşîd
Qanatê Kurdo (Kûrdoyêv) / 66
Nezîrê Cibo
İhsan Nuri Paşa (1893-1976) / 75
Yaşar Karadoğan
Her Zaman Cesur, Her Zaman Şair, Her Zaman Kavgacı Bir Dava,
Adamı Ya Da Tarih Şifrecisi Olarak Orhan Kotan / 89
V. Birsini
Kürt Kelimesinin En Çok Yakıştığı İnsan: Hemzeyê Muksî / 111
İbrahim Küreken
Ferit Uzun / 131
Tosinê Reşîd
Hecîyê Cindî / 146
Dr. Selah Mihemed Selim Hirorî
Ebdurrezaq Bedirxan (1864-1918): Jîyan û Têkilîyên Siyasî / 153
İbrahim Guclu
Edip Karahan: Rewşenbîrekî Têkoşer, "Mirovekî Bi Tenê" û Dozkarê Kurdistanê / 172
Abdurrahmatı Demir
Hapishanedeki Edîp Karahan / 187
Seîd Veroj
Kesayetîyeke Îdealîst û Rêxistinkar, Şoreşgerekî Çalak:
Dr. Fuad (1887-1925) / 191
Şakir Epozdemîr
Hecî Musa Begê Xwêytî û Seîdê Nuh Begî / 197
Ebubekir Çelebi
Qedrî Cemîl Paşa / 204
Mele Xalîd
Fehmî Firat Kî ye? / 211
Arjen Ari
Yê Ku Peyv Ji Ezman Daxist Erdê: Cegerxwîn / 218
Fehîm Işik
Hostayê Peyvan: Şêx Eskeriyê Axtepî / 223
Ahmed Aras
Kilama Kurdî û Dengbêjîya Serhedê / 228
Roşan Lezgîn
Îxtîraseke Bêfesal / 245
Ehmed Qerenî
Şebek: LêkolîneweyekîMêjûyî- Komelayetî-Zimanewaniye / 253
Sait Pektaş
Kürd Aydınlanması ve DDKO Gerçeği / 264
Nezir Şemmıkanlı
DDKO Süreci Ve Düzce Olayı Üzerine,
Ali Beyköylü'nün Belirlemelerine Cevap / 287
Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî / 215