Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page
Kovar Kovar

Nûbihar, n° 116


Weşan : Nûbihar Tarîx & Cîh : 2011, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 96
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 195x275 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku.Mijar : Giştî

Nûbihar, n° 116
Versions

Nûbihar, n° 99 [Kurdî, İstanbul, 2006]

Nûbihar, n° 100 [Kurdî, İstanbul, ]

Nûbihar, n° 112 [Kurdî, İstanbul, 2010]

Nûbihar, n° 114 [Kurdî, İstanbul, 2010]

Nûbihar, n° 116 [Kurdî, İstanbul, 2011]

Nûbihar, n° 117 [Kurdî, İstanbul, 2011]

Nûbihar, n° 119 [Kurdî, İstanbul, 2012]

Nûbihar, n° 127 [Kurdî, İstanbul, 2014]

Nûbihar, n° 135 [Kurdî, İstanbul, 2016]

Nûbihar, n° 138 [Kurdî, İstanbul, 2017]

Nûbihar, n° 139 [Kurdî, İstanbul, 2017]

Nûbihar, n° 141 [Kurdî, İstanbul, 2017]

Nûbihar, n° 142 [Kurdî, İstanbul, 2018]


Nûbihar, jimar 115

Süleyman Çevik

Pak Ajans yayıncılık ltd. şti


Bersivek ji bo Zana Farqînî

Perwîzê Cîhanî

Es'habê kemalê perdepoş in
Erbabê xerez di pirrxuroş in

Xanî

Ferhengnivîsê me yê hêja Zana Farqînî nivîsarek li ser şiroveya min ya li ser Mem û Zînê nivîsiye û li kovara Nûbiharê hejmara 115ê da daye weşandinê.

Ez berî her tiştî sipasiyê li hêja Farqînî dikim, ku ew pirtûk bi çavekî rexnekarane xwendiye û dîtinên xwe li ser nivîsîne. Ez pirr şad dibim, ku hêja Farqînî ew wêrekî û huner kiriye û li ser babetek wisan bîr û hizrên xwe ragehandiye.

Lê mirov hînga dikare li ser babeteke zanistî rexneyeke serketî binivîse, ku mirov bi xwe li wê babet û mijarê da ne tenê melevan û somekar, belkû xoznebarekî/e kirarî û karkuştî be û mirov ew zanist xwendibe û dewreyên fêrbûn û hînbûna wê ne tenê li pileya debistanî da, belkû li pileyên bilind ên zanistgehî da rabihorandibe û tûrkê xwe ji wê zanistê dagirtibe. Em hemû dizanin ku, hêja Farqînî ne edebiyat û zimannasî xwendiye û ne jî felsefe û'irfan û 'erûz, lê muxabin li ser van hemû babetana bîr û hizrên xwe ragehandiye.

.....


Ev jimar

Neyê serê dijminan jî - Süleyman Çevik / 03
Bersivek ji bo Zana Farqînî - Perwîzê Cîhanî / 05
Sar bûn şevên Diyarbekirê - Rojen Barnas / 11
Tê li xwe werî xezebê - Berken Bereh / 12
Gelo peyva "ol" ji kîjan zimanî tê? - Huseyn Şemrexî / 13
Qewarok - Sidîq Gorîcan / 13
Helbestvanê Muhbet û Xurbetê: Mela Ehmedê Heyderî - Abdurrahman Adak / 17
Lal - Osman Îzol / 20
Parîsabad Enînivîseke Parîsê - Rohat Alakom / 21
Seyyah - Hasan Huseyin Çevik / 23
Serencama Pisîkê - Bro Omerî / 24
Îbnu'l Ezreq û berhema wî "Tarîx'ul Meyyafarîqîn û Amîd" - Ercan Gumuş / 25
Nê Qûlî Dest Di - Şaban Şenateş / 31
Bi Thomas Ripper re li ser Merwaniyan - hevpeyvîn: Abdullah İncekan / 32
Mamostê min - Raîfê Bêçare - 36
Berriya Mêrdînê û Qaçaxî - Konê Reş / 37
Ez li Berlînê - Selîm Temo / 39
Nanê Kel – Hatîce Mollakendî / 41
Bersiva kund û titî - Sayda Ronahî / 43
Di edebiyata nivîskî de rola bajaran û nimûneya Petersburgê - Zilkîf Xweşhêvî / 44
Em zêde neçin û neyên - Selman Dilovan / 48
Siûda bextewariyê - Yilmaz Güney / 52
Newroz - Cemil Telli / 52
Dosye | Rewşa Edebiyata Zarokan - Amadekar: Rojbîn Özkan
Zarok û edebiyata bi zimanê zikmakî - Ramazan Pertew / 54
Di çanda kurdî de zimanekî zarokan ê taybet heye ku ew pê dipeyivin - Zeynelabidin Zinar / 60
Şûna edebiyata biçûkan di edebiyata Kurdî de - Ali K. / 62
Li Ewropayê rewşa edebiyata zarokên Kurdan - Alî Çiftçî / 65
Mijara kitêbekê çi perwerde û exlaq be, çi jî mîzah û îronî be divê zarokane be – Selman Dilovan / 66
Min bihîstiye tu qesda seferê dikî - Mewlana Celaleddînê Rûmî, ji farsî: Hayrullah Acar / 67
Di wêjeya Kurdî de çend çîrokên dersdar - Dilşad Mûtî / 68
Dapîra Meyremê - Hesen Polat / 71
Çîroka pîrika Helîmê - Rahmetullah Karakaya / 73
`Hesretê Dewi - Quda Arxwasî / 77
Henasa cinan ez girtim - Kamran Simo Hedilî / 77
Vîdono - Ahmet Gemî / 78
Gul - Yilmaz Yalçin / 79
Vajeya didîy - Bedîuzzeman Saîd Nûrsî / 80
Payîz - Jiyan Ahmed / 81
Memo, her biji - M. Emin Bozarslan / 82
Mûraya sîya - Ömer Faruk Çetinkaplan / 84
Xewn - Murad Pola / 85
Tu - Mehmet Öncü / 85
Ji bo yekîtiya zimanê Kurdî - Mihemed Elî Ewnî / 88
Tewecuhê Xews / Xewsê Hîzan (Seyîd Sibxetulah)-Xeyda - ji tîpên erebî: Sîpanî / 90
Zimanê Medreseya Zehrayê û Dibistanên Herêmî – Gernas / 91
Te nizanîbû - Şemoyê Memê / 94
Li pirsa Kurdî nêrîna bê pirsgirêk - Zahit Özkan / 95


NEYÊ SERÊ DIJMINAN JÎ...

Süleyman Çevik
ceviksuleyman@hotmail.com

Min cara pêşî navê Wanê, di zaroktiya xwe de bi gotina "Dunyada Wan, axîrette îman"ê bihîstibû.

Ev gotin çawa ketibû zimanê me ez nizanim, lê dema behsa bajarê Wanê dibû, ev gotina ku bi zimanê Tirkî bû bêhemd ji devê me derdiket.

Her çiqas me bajarê Wanê nedîtibû jî ji maneya vê gotinê dihate fêmkirin ku Wan cihekî gelek xweş e.

Ji bo merivê misliman îman li axîretê çiqas tiştek lazim û şert e, bi vê gotinê xuya dibû ku ji bo kêf û rehetiya dunyayê jî bajarê Wanê jiyan li meriv ewqas şêrîn û xweş dikir.

Ya Rebbî! Ev gotin, çiqas gotinek bi îddîa bû!

Bi derbasbûna dem û zemên re min dît ku ev gotina han li gelek deveran li ser zimanan digere û di nav xelkê de zêde belav e.

Herkesî xweşbûna Wanê tesdîq dikir.

Weke ku bihuşta vê cîhanê be behsa Wanê dibû; eger weha neba, çawa meriv dikarî ev bajara bi "îmanê" qiyas bikira û biqasî îmanê qîmet bida "xweşbûna" Wanê?..

Merivê bawermend dema dunyaya xwe diguherîne dixwaze ku bi îmaneke saxlem û tam here hizûra Xwedê.
Em dema ji yekî re dua dikin dibêjin, Xwedê îmanê bide te...

Ji bo merivên bawermend îman ewqas tiştekî muhîm e.

Heqîqeten jî kesên dîtine dizanin, di nav wan bajarên me de cihekî mustesna ji bo Wanê heye.

Sed sal berê ustad Bedîuzzeman xwestiye ku li vê derê bi navê Medresetuzzehrayê zanîngehekê ava bike. Ustad hetanî dawiya umrê xwe jî li ser vê niyeta xwe maye û ji bo vê yekê xebitiye.

Gelek taybetiyên Wanê jî hene. Bi pisîka xwe navdar e, behra wê û cihên wê yên turîstîk hene.

Wan cihekî dîrokî ye jî. Payetexta dewleta Urartuyan bû û Urartuyan li gor dema xwe li vê derê medeniyetek mezin ava kiribûn. Dewletên wekî Hurrî, Hîtît, Pers, Med, Sasanî, Bîzans, Selçûqî, Sefewî, Osmanî û wekî din gelek dewlet û begitiyan jî li Wanê hikûm kirine.

Ev Wana ku bihuşta welatê min e, mixabin van demên dawî li pey hev rastî du felaketên me- zin hat.

Berê di roja 23yê Çiriya Pêşîn de Erdîş, paşê jî di 9ê Çiriya Paşîn de bajarê Wanê bi felaketa erdhejiyê hejiya û di vê serma û zivistanê de ji her komî gelek meriv mirin; yên sax jî bê xanî li der û dora man.

Çi heyf û mixabin e ku îro Wan hilweşiyaye, vala maye. Mala me xirab bû...

Berê Erdîş, paşê jî Wan ser û bin bû.

Em dua dikin, dibêjin, "Xwedê îmanê bide te", dema em nifir jî dikin dibêjin, "Xwedê mala te xirab bike"...

Mala me xirab bûye...

Bajarê behrê, Wan a bi hewa xweş û qezaya wê Erdîş xirab bûne...

Bihuştên me wêran bûn.

Xanî hilweşiyane. Zar û zêçik mirine.

Zarok sêwî mane.

Bav û dêyan cîgerên xwe wenda kirine.

Kar û ticaret sekiniye.

Xelkê Wan û Erdîşê koç kiriye û ev koç dewam dike.

Heta doh Wan û Erdîş bihuştên me bûn, îro xelk ji wan direvin.

Li gor ku dibêjin li Wanê kesekî nemaye. Dibêjin, bi reqamên gelek zêde xelk çûye deverên din.

Hinek kes ji bo zivistanê derbas bikin çûne bajarekî din, cem merivên xwe. Hinek meriv jî ji binî ve ji Wanê çûne û bi îhtîmaleke mezin careke din venagerin.

Ma neçin wê çi bikin, di vê serma zivistanê de, di van çadiran de kî dikare îdare bike? Hem erdhejî, hem serma. Emê li ku derê sitar bibin?

Li alîkî erdhejî bi ser me de hatiye xan û manên me xirab kirine, li aliyê din şilî û şipiliya berf û barana zivistanê...

Di vê serma zivistanê de zarok, jin û extiyarên welatê min di çadirên sar û şil de li ber xwe didin.

Digel ewqas bela hatine serê Wanê jî ji ber endîşeyên siyasî hikûmetê dîsa jî ev der "herema afatê" îlan nekiriye...

Bajarê herî xweş wêran e. Bihuşta me vegeriya dojehê.

Ya Rebbî tu neynî serê tu kesî...

Tu neynî serê dijminan jî....



Înna lîllah we înna îleyhî racîûn
Di roja 23yê çiriya pêşîn de Erdîş, di 9ê çiriya paşîn de jî bajarê Wanê rastî felaketa erdhejê hat.
Di vê erdhejê de gelek kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Xelk di vê serma û zivistanê de di çadiran de ye.
Em ji yên mirî re ji Xweda rehmetê, ji xizm û malbatên wan û ji hemû gelê Wanê re sebr û metanetê dixwazin



Nûbihar

Bersivek ji bo Zana Farqînî

Perwîzê Cîhanî

Es'habê kemalê perdepoş in
Erbabê xerez di pirrxuroş in

Xanî

Ferhengnivîsê me yê hêja Zana Farqînî nivîsarek li ser şiroveya min ya li ser Mem û Zînê nivîsiye û li kovara Nûbiharê hejmara 115ê da daye weşandinê.

Ez berî her tiştî sipasiyê li hêja Farqînî dikim, ku ew pirtûk bi çavekî rexnekarane xwendiye û dîtinên xwe li ser nivîsîne. Ez pirr şad dibim, ku hêja Farqînî ew wêrekî û huner kiriye û li ser babetek wisan bîr û hizrên xwe ragehandiye.

Lê mirov hînga dikare li ser babeteke zanistî rexneyeke serketî binivîse, ku mirov bi xwe li wê babet û mijarê da ne tenê melevan û somekar, belkû xoznebarekî/e kirarî û karkuştî be û mirov ew zanist xwendibe û dewreyên fêrbûn û hînbûna wê ne tenê li pileya debistanî da, belkû li pileyên bilind ên zanistgehî da rabihorandibe û tûrkê xwe ji wê zanistê dagirtibe. Em hemû dizanin ku, hêja Farqînî ne edebiyat û zimannasî xwendiye û ne jî felsefe û'irfan û 'erûz, lê muxabin li ser van hemû babetana bîr û hizrên xwe ragehandiye.

Hêja Farqînî dinivîse: "Ezmamoste Perwîz Cîhanî ji zû de ye dinasim û haya min pir hindik ji ramanên wî yên li ser zimanê Kurdî (nemaze kurmancî) heye. Hin angaşt û îdiayên wî hene ku bi rastî ez tevî wan nabim. Ji bilî vê yekê, mamoste bi devoka xwe dinivîse û li ser awayê vekîta xwe ango rastnivîsa xwe jî birijd û israr e. Ji bo zelalbûna van gotinên hanê ez ê jêgiranekê ji nivîsa wî ya vê xebatê (rûpel: 15) bikim ku nav ev e" (Min ew peyvên nivîsa Farqînî yên şaş reş kirine. Li seranserî vê nivîsara Farqînî da zêde ji heştê hele û çewtiyên zimanî û rêzimanî hene. Eger pêdivî bû, li nivîseke dî da ezê li ser binivîsim P.C.)

Min ji hêja Farqînî ra gotiye: "Çima li ferhenga te da her raderek (mesderek) du caran hatiye nivîsînê? Çima te bi sedan peyvên latînî yên weke egoîzm, egoîst, ekol bi navê peyvên kurdî li ferhenga xwe da...


Süleyman Çevik,
Perwîz Cîhanî,
Rojen Barnas,
Berken Bereh,
Huseyn Şemrexî,
Sidîq Gorîcan,
Abdurrahman Adak
Osman Îzol,
Rohat Alakom,
Hasan Huseyin Çevik,
Bro Omerî
Ercan Gumuş
Şaban Şenateş
Abdullah Încekan,
Raîfê Bêçare
Konê Reş
Selîm Temo
Hatîce Mollakendî
Seyda Ronahî,
Zilkîf Xweşhêvî,
Selman Dilovan,
Yilmaz Güney,
Cemil Telli,
Rojbîn Özkan,
Ramazan Pertew,
Zeynelabidîn Zinar,
Ali K.
Alî çiftçî
Mewlana Celaleddînî Rûmî,
Hayrullah Acar,
Dilşad Mûtî,
Hesen Polat,
Rahmetullah Karakaya,
Quda Arxwasî,
Kamran Simo Hedilî,
Ahmet Gemî,
Yılmaz Yalçın,
Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî,
Jiyan Ahmed
M. Emîn Bozarslan,
Ömer Faruk çetinkaplan,
Murad Pola,
Mehmet Öncü,
Mihemed Elî Ewnî,
Seyîd Sibxetulah
Sîpanî,
Gernas,
Şemoyê Memê,
Zahit Özkan

Nûbihar, jimar 116

Pak Ajans yayıncılık ltd. şti

Pak Ajans yayıncılık ltd. şti
Nûbihar, kovara çandî hunerî edebî
Jimar 116, sal 19, cild 15, 2011
Li ser navê Pak Ajans yayıncılık ltd. şti. (adına)
Xwedî û berpirsiyarê nivîsaran (Sahibi ve yazı işleri müdürü)
Süleyman Çevik

Büyük Reşit Paşa cad.
Yumni iş merkezi no: 22/29
Vezneciler / Beyazıt – İstanbul
Tel&Fax: (0212) 519 00 09

www.nubihar.com
nubihar@gmail.com

Navnîşana nameyan
P. K. 80 Fatih - İstanbul

Nûnertiya Almanya
Burhan Kaya
kizilkaya_burhan@yahoo.de
Tel: 0234 – 7922968

Kovara Nûbihar ji 3 mehan carekê
Payîz, Zivistan, Bihar û Havînê tê weşandin

Berg û rûpelsazî
Dawud Rêbiwar

Çapxane
Alioğlu mat. bas. yay. ve kağ. san. tic. ltd. şti
Orta mh. Fatin Rüstü sk. no: 1-3/A
Bayrampaşa - İstanbul
Tel: 212 612 95 59

Yayın Türü: Yerel Süreli

Mesûliyeta ramanên nivîsaran aîdê nivîskaran e.
Berhemên hatine şandin bi şûn de nayên vegerandin



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar