Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ehmedê Xanî, Mem û Zîn


Nivîskar : Jan Dost
Weşan : Avesta Tarîx & Cîh : 2010, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 726
Wergêr : ISBN : 978-605-5585-42-6
Ziman : KurdîEbad : 135x215 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Dos. Ehm. N° 3414Mijar : Wêje

Ehmedê Xanî, Mem û Zîn
Versions

Mem û Zîn [Kurdî, İstanbul, 1968]

Mem et Zîn [Français, Paris, 2001]

Mem û Zîn, a Kurdish romance - I [English, Michigan - USA, 1991]

Mem û Zîn, a Kurdish romance - II [English, Michigan - USA, 1991]

Mem and Zîn [English, İstanbul, 2008]

Ehmedê Xanî, Mem û Zîn [Kurdî, İstanbul, 2010]


Ehmedêxanî, Mem û Zîn

Jan Dost

Avesta

Ehmedê Xanî (1651-1707) - Şair û mutessewif û ronakbîrê kurd yê herî navdar e di tarîxa wêjeya kurdî de. Li Bazîdê sala 1651 ji dayik bûye, serdestê çar ziman (kurdî, erebî, farisî û tirkî) û çar kulturên herêmê bû. Avakerê bingeha fikra netewî ya kurdî tê jimartin. Ji bo zarokên kurdan ferhenga xwe ya helbestî Nûbihara Biçûkan nivîsiye. Ji telebeyên medreseyan re jî Eqîdeya îmanê û dîwaneke helbestan û ji tevaya kurdan û mirovahiyê re jî Mem û Zîn nivîsîne. Ew bêtir bi şahesera xwe Mem û Zînê tê naskirin. Di vê berhema xwe de, wî hakimiyeta xwe ya li ser zimanan, felsefeya klasîk, mentiq, stêrnasî, adetên kurdan, wêjeya farisî ya klasîk, efsaneyên herêmê û ferezanîna xwe ya di her warî de û berî her mijarê kurdperweriya xwe daye xuyakirin.
Ev berhem bi kurdî gelek caran çap bûye, di yekemîn hejmara rojnameya Kurdistan de hin beş jê hatine weşandin, bi gelek zimanan wek rûsî, erebî, tirkî, ingilîzî û fransî jî çap bûye. Ehmedê Xanî ku damezrênerê ekola kurdperweriyê ye, tesîreke mezin li berhemên şairên piştî xwe kir ku heta roja îro jî ew tesîr berdewam e.
Tarîxa wefata wî, di gel ku cihê gumanê ye jî, li gor ragihandina gelek lêkolîneran sala 1707 e. Ehmedê Xanî di vî temenê xwe yê hindik de karibû di hişê netewî de şopeke kûr bikole û cihê herî berz û bilind bo xwe bidest bixe heta wê radeyê ku, mirov dikare bê dudilî behsa du qonaxan di tarîxa wêjeya kurdî de bike; qonaxa berî Ehmedê Xanî û ya piştî wî.


Jan Dost - Li binxetê, bajarê Kobanî sala 1965an ji dayik bûye. Wek lêkolîner, wergêr û romannivîs tê nasîn. Niha li Elmanyayê dijî, berhemên wî yên çapkirî ev in:
- Kela Dimdimê. Destan, Bonn 1991
- El Hedîqe El Nasiriyye. Werger ji farisî. Hewlêr 2002
- Mem û Zîn. Şam 1995/2009, Beyrût 1998, Dihok 2008, Stembol 2010-10-22
- Mijabad, roman, Diyarbekir 2004
- 3 Gav û 3darek. Roman, Stembol 2007
- Mîrname, Roman, Stembol 2008
- Adat û rusûmatnameê Ekradiyye. Lêkolîn, Stembol 2010
- Dîwana Jan. Şiir, Dubay2010
- Adat û rusûmatnameê Ekradiyye, Wergera erebî, Abû Dabî 2010


Naverok

Sername / 11
Kurtejiyan / 17
Serdema Xanî / 21
Dîbace / 59
Edebiyat û asarê edebî / 59
Dîbace / 65

Ti'dadê ni'metşumarî û tikrarê şukurguzariya Barî di sûretê ayînedarî û perde perdedariya perwerdigarî da di gel ixtitama bi munacatek muxteser kurdî / 79
Di ne'ta qelemê mesnû'at û serdefterê mewcûdat û 'eqlê me'qûlat û pêşdestê mexlûqat hedretê Muhemmed e! Mustefa 'eleyhî efdelusselewat / 99
Istid'ayê şefa'et û istişfa'ê mexfirete ji cenabê sahibê serîrê şefa'et di sûreté mi'racê da bi bal hedretê 'izzete / 115
iş'ara medhiyeta tewaifêd Ekradane bi şeca'et û xîretê û izhara bedbextî û bêtali'iya wan e di gel semahet û hemiyyetê / 125
Sebebê nezma kitab e bi vî ezmanî, di sûreté şekwaya ji dewranî û giliya ji ebnayê di zemanî ku li bal wan yeksa ne hunera danayî di gel 'eyba nadanî / 141
Fihriste seraxazê kitab û eş'arê ne'tê elqab û asarê di sûreté i'tiraf û iqrara bi 'ecz û inkisarê di gel i'tizara guftarê / 153
Mebdeê meqale di ne'ta hakimê Bohtan xudan iqbal, mîr Zeyneddîn ibn mîr Ebdal di gel wesfa herdu hemşîreê di wî, di sahib cemal Zîn û Sitî dr-bê misai / 171
Tehsîna qumaş û kalayê wala yê husna hebîbane ùmûmen, cewherê buhayê cemala Sitî û Zînan e xusûsen / 187

'Etfê 'inan û licame bi serencamê kelame / 191
Destana beyana Newroza sultanî, tesmiyyeya mewsimê sirûr û şadimanî bi mersûmê qedîmê Kurdistanî ku wan digotinê sersal, 'ed dikirn bi 'îdê wisal / 197
Biderketina şehriyane bi deştê ji bo sersal û geştê / 203
Murexxesbûna wişaqane bi gulgeşta sersalê,
rexbetkirina wane bi bazara husn û cemalê / 207
Mulaqîbûna Tacdîn û Memê bi Sitî û Zînë, mustexriqiya wan e di behra eşq û evînê / 211
Hişyariya Memê û Tacdîn e ji bêhûşî û mexmûriya şeraba işqê û agahî û xeberdariya wane bi wasiteê wemqê / 227
Mu'awedeta Sitî û Zînê ji sersal û geştê, istitla'a dayeê ye li macera û sergüzeşte / 239
Tefehhus û tefaula dayeê ji remmalî ji keşfa heqîqeta ehwalî / 257
Delalet teqrîra remaliye ji bo pîrê miwafiqê mafiddemîr û muxalifê terqrîrê / 261
Hemsuhbetiya wişaqan û hemxelwetiya muştaqan û
waqifiya wê ye li ser weqtê uşaqan / 273
Tikrara istixbara dayeê ji kunha macerayê tesrîh û
teqrîra wane ji keyfiyyeta tesîra hewayê / 277

Vegeryana dayeê ve bal dildaran agehkirina wane ji ism û resmê birîndaran / 281
Şifabexşiya tebîbe li derdê 'elîlan şefqet û merhemeta mîre li halê zelîlan / 289
Êrûsiya Sitî ji bo tacdînî, tehyia esbabê şahiyê ji bo tehniya xemgînî / 307
Meqalê işti'alê şem'ê cemalê mehbûbe meqamê intiqalë iştixalê metlûbe / 325
Wusûlê ke'beê murad û tewafê husûlê meqsedê meram û zefafê / 335
Hîleperdazî û fitne-engîziya Bekir e ji hesedweriya li
Tacdîn ku bû sebbebê mîr neda Memê Zîn / 347
Naumîdiya Zînê ye ji dewleta weslet û
hedretê derdmendioza wê ye ji kerbeta hesret û firqetê / 365
Hemderdiya zînê ye di gel xeman bi sebeb nifaq û nai'timadiya hemdeman / 377
Mu'atebeya Zînê ye di gel Sitiyê gazindeya hûriyê ji bo periyê / 381
Mukalemeê hemrazê şem'e mudawemeê xûnrêzê dem'e / 385

Bilbiliya Zînê ye di gel perwaneê perwaneya wê ye di gel dîwaneê / 389
Mecnûniya Memê ye ji işqa Leylaê Wamiqiya wî ye ji derdê 'Ezraê / 395
Muxatebeya Memê ye di gel şetê Cizîrê Mucawebeya ji işqa bênezîrê / 399
Mubaheseya Memê ye di gel bayé hewadariya wî ye di gel hewayê / 403
Mucadeleya Memê ye bi dilê kul ra muharebeya perwaneê bi bilbil ra / 411
Çûna mîr Zeyniddînê bi seyd û nêçîrê azadiya Mem û Zînê ye ji qeyd û zincîrê / 425
Dastanê bostanê cennetnişan, mîrane ku bûye mecme'ul behreyna işqa herdû dilfigaran,
metle'unneyyireyna husna herdu gul-'izaran / 435
Rehaiya Zînê ye ji qeyda te'elluqa exyaran tenhayî û
tekelluma wê ye di gel belg û aran / 439
Teqadayê da'iyeê dîdarê dildar û
mulaqate ji bo Memê ra ji cenabê wahibulmeram û dî el hacate / 449
Vegeryana mîr û mîrzane ji şikarê serxweşiya Memê û

Zînê ye ji meya dîdarê bêxeberiya wane ji serdahatina mîre di weqtê êvarê / 463
Rabûna Tacdîn e ji dîwanê di wê demê da suhtina mal û
milkane di rêya Memê da / 473
Agahiya Mîre li işqbazîû yariya Mem û Zinan bi ifşa û ilqaya neyaran û
Muizebzebînan / 483
Setrencbaziya Memê û Mîr e bi şertê dilxwaz vedana damé tezwîr e
ji bo keşfa raz / 493
Xulûsiyyeta û xelasiya Memê ye di xelweta zindanê da ji sifatê heywanî, müşareket û
muşakeleya wî ye bi exlaqêd rûhanî / 509
Meyûsiya Zînê ye bi sebeb mehbûsiya Memê Menûsiya wê ye bi xem û
derd û elemê / 523
Tehewwura Tacdîn ji xîreta birayî Meşûreta di gel bira ne li xelasiya bênewayî / 533
Te'essub û tedaruka Tacdîn û bira ne bi emrê xîretêSiwariya wan e
li hespê hemiyyetê / 541

Tedbîra Bekir e ji bo def'a mezenne û 'inadê Tezwîra wî ye ji tirsa fitne û fesadê / 547
Nesîheta sahibxerezê pirmerezê dilkul Ji bo mîrê bêtemîz û sadedil / 555
Ruxsetdana mîre li dîtina dildarî Bêhişbûna zînê ye ji zewq 0 şewqa dîdarî / 563
Tewsiye û tedaruka Zînê ye ji bo sefera axretê Tehyieê esbabê cihaze ji bo 'erûsiya
cennete / S83
Peşîmaniya Mîr Zeyniddîn e li mehebbeta Mem û Zinan, merhemeta wî ye li halê
nazenînan mirina Memê ye bi axuftina birinan / 599
Te'ziyye û mersiye û şiwena Memê şehîd e mirina
Bekirê şeqî bi dest Tacdînê se'îd e / 621
İltimas û istid'aya Zînê ye ji bo Bekirê mufsid ra
Uzurxwahiya wê ye ji bo ewê muihid ra / 631
Teçhiz û tekfin û tedfîna Memê mehrûm û xemgîn e Hem nefes û
hemqefesbûna Zina nazenin û xemrevîn e / 637

Teswîlê tefawut û ixtilafê xilqet e Temsîlê teqadayê siriştê fînet û fitret e / 655
Misalê seren camé benî Adem ne bi heseb zahirê sûreté hal e,
belki mute'elliqê bati ne me'na û mewqûfê meşîetê Zulcelal e / 661
Isbatê xewas û kemalê cewherê işqe ku kîmyayê ekbere weku gerdê ehmere ji bo
xudanî, lewra behîme û dirinde û şeytanî, dikit melek di nefea İnsanî / 675
Beyanê meratib û medaricê sulûk û wusûl ile Ellah,
û merasimê fenayê fillah û beqayê billah / 683
Xatimeya kitab û nameê, di sûreté xitaba di gel xameê,
Herçendî xerez xetmê kelam e, Iakin li mutekellimî iham e / 707

Jêder û çavkanî / 721
Fihrista gişfî / 724


SERNAME

Eman qedrî bizanin em kitêbe
Le dunya êstekî hemtay nemawe

Le lay erbabî xoy bo qedr û qîmet
Xezîney gewher û kîsî dirawe

Le kurdan xeyrî Hacı û şêxî Xanî
Esasî nezmî kurdî danenawe

Hacî Qadirê Koyî

Ev xebata li ber destê we (û gelek xebatên hêja yên din ku li ser Ehmedê Xanî û Mem û Zîna wî derketine) divabû bi kêmanî beriya du sed û pêncî salî ronahî dîtibana. Divabû Mem û Zîna Xanî di pey mirina wî re û li ser destê ronakbîrên kurdan wê demê bihata şirove-kirin û tefsîra wê biketa her malê. Milletên ku hişmendiya wan zindî ye û pêta zanînê di hişê wan de her diçirise zû bi zû xwedî li şaheserên xwe derdikevin. Sebra wan ne mina ya kurdan e ku bi sedê salan dirêj bike. Berhemeke wek Mem û Zînê divabû ku bi dehê caran û li ser destê gelekan bihata tefsîrkirin û “mîmariya” me ji dîwarê zanînê re li ser bingehekî xurt bûya.

Xanî di helbesteke xwe de dibêje:
Maceraya Xizr û dîwarê yetîman bû selef
Vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye! (Dîwana Xanî)
Lê yê me kurdan (ji ber ku em ne her kesek in) em dîwarê xwe bi destên xwe hildiweşînin. Ku hilneweşînin jî, wêran û kavilî dihêlin. Li ba milletê ereb ku Qur'anê jiyan û civaka wan ji bin de guherî û ji rewşekê wergerande yeke din, tevgereke tekûz û bi zanebûn ji bo zindîkirin û şirovekirina berheman li dar ket. Dîwanên şairên wan yên klasîk di pey mirina wan re ne bi demeke dirêj hatin şirovekirin, hazara rexneyê geş û şên bû. Bi guhdêriya xelîfe û mîrekên wan bizava wergerandin û nivîsandinê gihişte asta xwe ya herî bilind. Dema ku êdî osmanî hatin welatê wan û zimanê erebî bi şûn de çû, tevgera şiroveyan dest pê kir. Çi berhemên wan yên kevin hebûn (di her aliyên zanînêde mîna felsefe, dermandan, mentiq, nojdarî, stêrnasî, şi‘r, pexşana edebî û hwd) hatin ravekirin û li ser tefsîran bi xwe jî tefsîr çêbûn ku êdî tiştekî nenas di berhemên wan de nema. Her weha li ba farisan jî ku îslamê di rêya zimanê erebî de ew têk birin û hindik mabû zimanê wan jî ji holê rake, lê xîreta hin sultanên wan hişt ku ew ziman careke din li ser lingan raweste û ji mirina ebedî bifllite. Li ba me berovajî vê ye. Mem û Zîneke me heye ku heta niha mîna teksteke kilîtkirî ye û em tê nagihîjin. Mesaja Xanî nayê bihîstin û famkirin. Sebebê vê jî ne tenê bêdewletiya me ye ku em dixwazin bikin mîna darbenekî û gunehkariyên xwe û tiraliya xwe hemûyî bavêjin ser. Na, lê sebeb pûçbûna civaka me ye ku mejî û mentiq û hiş bi sedê salan e di xewa xwe ya şêrîn de ye, yan jî çûye tatîleke dawiya wê ne diyar e!

Berhemeke wek Mem û Zînê eger di civakeke mîna ya erebî de bûya (yan jî civakeke din ji bilî ya kurdan) dê gelek fikr û mejî li bin guhê hev bixistana. Dê agirek bi pûşê aramiya mejî bixista û bîr û bawerî bidana ber pêlên xwe yên xurt û dijwar. Ma gelo mumkin e bîr û baweriyên Xanî wisa derbas bin bêyî ku bala kesekî bikişînin? Bêyî ku melayek rabe li dîtinên wî yên derbarê Iblîs û Mîrac û Qeder û Cebriyyetê û yên din de vegerîne? Pirsên mîna yên ku Xanî ew anîne zimên di berhema xwe de li ba gelên din civak diguherandin. Golên mejî diçelqandin û rêyên guftûgoyên dûr û dirêj vedikirin. Yekî kitêbek dinivîsî, hinan bersiva wî didan û reda wî dikirin. civak pêş diket, ziman sîqal dibû, mejî geş dibûn û tevgerek fikrî ku şopa xwe di her aliyê jiyanê de didît li dar diket.

Bi sedsala bîstan re û bi gurrbûna agirê kurdayetiyê re êdî kurd li vê berhema ku toz bi ser ketibû zîvirîn. Êdî pêwistiya çapa Mem û Zînê hâte naskirin. Û cara yekem li Stembolê sala 1919an çap bû. Lê ji kurdan bêtir neyarên kurdan hay ji pêwistî û giranî û xetera Mem û Zînê hebûn. Loma jî rê li ber çapan girtin û daneyên çapbûyî jî şewitandin. Sansür li ser wan malikên ku bingeha fıkra kurdî ya netewî ne, danîn. Li gor hin agahiyan beri çapa Stembolê li Helebê sala 1915an çap bû. Û ji wê rojê de Mem û Zîn êdî bû pêwistiyek ji bo tevgera kurdayetiyê. Lê mixabin kirasê kurdayetiyê yê ku li Mem û Zînê bû, bû perdeyek li ber bîr û bawerî, fïkr û ramanên Xanî yên din. Giranî dane milletperweriya Xanî û hunera wî ya bilind û ramanên wî yên balkêş piştguh kirin. Vê yekê di nerîna min de Mem û Zîn di xelekeke teng de hişt. Mem û Zîn ne tenê kurdayetî ye mîna ku çawa ne tenê evîndarî ye, lê ew xaliyeke ji tayên hercûre zanistê hatiye ristin. Di nêva vê berhemê de mêjûnasî heye, stêrnasî heye, tesewwif û mûzîk û civaknasî û felsefe û ilahiyat û rewanbêjiya li ser bingeha rewanbêjiya erebî û diyanet heye û ji her baxekî zanînê guleke geş di xwe de diguncîne.

Hin agahiyên pêwist derbarê teksta Mem û Zînê ya orijinal de Kêşeya Mem û Zînê û pêlawaza wê, Hezeca museddes exreb meqbûz e, ku ev navê pêlawazeke erebî ye û nayê wergerandin. Ereban bi xwe ev wezna erûzê pir kêm bi kar anîne. Lê ev pêlawaz ji bo destanên evîndariyê hatiye bi karanîn ku di wêjeya erebî de cihê destanan nîne. Li ba farisan mînaka herî ber bi çav Nizamî ye ku destanên xwe yên evînî bi vê weznê nivîsandine ku tef’îlatên wê wisa ne:
Mef'ûlû / mefailun / feulun
Mefulû / mefa'ilun / feulun

Di her malikekê de bîst tîpên bi deng hene ku her nîv malikek deh in. Ji ber ku ev wezn û kêş zor e, Xanî bêgav maye ku dawiya gelek gotinan bi kesre (zîr) bike. Mîna vê malikê:
Hêja ji xudê tu fikr-i nakî
Her roj-i hezar-i şukr-i nakî!
Di gotinên (fikr, roj, hezar, şukr) de tıpa (i) mîna livandina dawiya peyvê ye. Di çapa M. Emîn Bozarslan de ew tîp her ji peyvê bi (-) hatiye cuda kirin. Em jî di vê çapê de li ser wê şopê çûn.

Tîpên ku di erebî de hene û di kurdî de nîn in jî mîna (sad ...) bûye (s) û (dhad ...)bûye (z) û (tha i)mîna tîpa yekem di peyva (three) yanî sê di ingilîzî de bûye (s) û (ha ...) ya di serê peyva heywan de bûye (h) û (ta ...) ya stûr di serê peyva Teyr de bûye (t) û (zh ...) ya di serê peyva zhulm de ku bi gezkirina ziman tê bi lêvkirin bûye (z) û (eyn = ayn) wisa hatiye nivîsandin: (‘e) yan (‘î) yan (‘û) yan ('ê) yan jî (‘i). Her weha tîpa (xeyn ...) wekî ya di serê xerîb de, bûye wekî tîpa di serê peyva Xurt de.

Dixwazim bibêjim jî ku tefsîra peyvên di ferhengê de li biné ma likan min nivîsiye li gorî wateyên wan peyvan di malikan de ye ne di ferhengan de. Mesela di malika 778an de: Wan go: Tu ji kû ve tê? çi pîr î?
Xalib tu ji ‘ilmekî xebîr î

Peyva Xalib di ferhengên zimanê erebî de yanî serkeftî. Lê di kurdî de û di wê malikê de bi wateya bêguman tê. Û bi vî awayî bi hezaran peyv. Her weha me koka peyvan û jêdera wan ya ferhengi û bê ka ji kîjan zimanî ye jî negotiye. Me negotiye ku ev peyv erebî ye yan tirkî ye, ji ber ku ev bi serê xwe mijara lêkolîneke dûr û dirêj e û dê bi wê ev tefsîr hîn bêhawe mezintir bibûya. Dibe ku di çapên din de em bi vê yekê jî rabin.
Bê guman dê kêmanî hebin. Karekî weha ne mumkin e bê kêmanî be lê hêvî ew e ku di demên pêş de heta ji me bê em kêmaniyan bidin alî ta ku em bigihin Mem û Zîneke ji her alî de rast û durust.

Li vir ez dixwazim agahiyeke girîng bidim: Xwendina min û lêvandina min ji peyvên Mem û Zînê re dê ne ji sedî sed mîna a lêkolînerên din be. Loma ji xwendevan dê ferqekê di navbera teksta Mem û Zînê a vê tefsîrê, û tekstên di kitêbên din de bibîne. Mesela dê di hin tekstan de peyva bikin di vê beytê de:
Ev qulzemê Rom û behrê Tacîk
Hindi ku bikin xurûc û tehrîk

Bi forma Biken yan jî bikeyn hatiye. Min jî bikin daniye. Ji ber ku em nizanin ka Xanî çawa ew teleffuz dikir. Di nivîsandinê de jî fethe û kesre nebûn ku em zanibin ka eslê wê çawaye! Ez bi hêvî me ku ev ferq û cudayî ne mîna şaşiyan werin dîtin, lê mîna xwendineke ciyawaz û cihê ji xwendinên hemkarên min ên lêkolîner.



Kurtejiyan

Dilê Xanî eger çi gencexan e
Şukur qet kes nego Xanî bi çendan!

Sala 1061ê koçî, bemaber 1651 yan 16521 zayînî Xanî ji dayik bûye. Xwendinên xwe yên pêşîn li ber destê bavê xwe şêx Ilyas û pişt re birayê xwe Mele Qasim xwendine. Bê guman wî li ba gelek şêx û mamosteyan zanîneke fere hilgirtiye lê mixabin em nizanin ka mamosteyên wî kî ne. Her weha tiştê ku tê zanîn ewî li Bazîdê, Bedlîsê, Cizîra Botan û hin deverên din xwendina xwe ber bi dawî biriye. Lê heta niha di baweriya min de agahiyên ku li ser bingeheke zanistî bin derbarê wî de nînin. Rehmetiyê Eladîn Seccadî di kitêba Mêjuyî Edebî Kurdî de agahiyên seyr derbarê reng û rû û heta solên wî tîne lê bêyî ku jêderan destnîşan bike! Ev jî tu carî nabin cihê baweriyê. Lê agahiyên ku vê dawiyê birêz Ebdullah Varlî li ser jiyana Xanî di kitêba xwe Dîwan û jînewarî ya Ahmedê Xanî de anîne gelekî balkêş in. Ew dibêje ku Xanî ji hoza Xaniyan e. Ew hoza ku li başûrê Hekarî li gundê Xanê niştecih bûn. Malbata wî di destpêka sedsala i6an ya zayînî koçî Bazîdê dibin û li nêva êla Mehmûdiyan di kela Dizesor de bi cih dibin. Paşê Rustem ku bapîrê bavê Xanî bi xwe ye ji wir berê xwe dide Bazîdê û mîrê Bazîdê pêşwaziyeke germ lê dike. Bavê Xanî şêx Ilyas...


Jan Dost

Ehmedê Xanî: Mem û Zîn

Avesta

Weşanên Avesta
Avesta: 339

Şirove û Kurdiya îro
Jan Dost

Editör: Abdullah Keskin
Berg: Azad Aktürk
Rastkirin û Mizanpaj: Semra Sever
Çapa Yekem: 2010, Stembol

Çap: Berdan Matbaası
Sadık Daşdöğen Davutpaşa Cad.
Güven San. Sit C Blok, No: 239
Topkapı / İstanbul
Tel (0212) 6131211

© Weşanên Avesta, 2010
Jixeynî danasînê bêyî destura
weşanxanê bi tu awayî nayêzêdekirin

Sertifika No: 13193

Avesta Basın Yayın
Reklam Tanıtım Müzik Dağıtım Ltd. Şti.
Şehit Muhtar Mahallesi
Atıf Yılmaz Caddesi
Öğüt Sokak No: 7
Beyoğlu / İstanbul
Tel: (0212) 25144 80
Fax: (0212) 243 89 75

Ekinciler Caddesi
Nurlan Apt Giriş Kab No: 2
Ofis / Diyarbakir
Tel-Faks: (0412) 223 58 99

www.avestakitap.com
avestayayinlari@yahoo.com

ISBN: 978-605-5585-42-6

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar