Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page
Kovar Kovar

Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°2


Weşan : Bîr Tarîx & Cîh : 2005, Diyarbakır
Pêşgotin : Rûpel : 208
Wergêr : ISBN :
Ziman : Kurdî, TirkîEbad : 155 x 130 mm
Hejmara FIKP : Revu. Kur. Kl. Tur. Ver. Bir. N°1394Mijar : Giştî

Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°2

Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°2

Turgut Ersoy,
Seîd Veroj

Bîr reklamcιlιk

Cumhuriyet döneminin en önemli Kürt ulusal hareketlerinden biri, 1925 direnişidir. Bu direniş, Kürdistan'ın ulusal bağımsızlığım amaçlayan örgütlü bir harekettir. Hareketin düzenleyicisi ve öncüsü Azadî'dir. Örgütün lideri de Cıbranlı Halit Bey'dir.
Azadî örgütlenmesi, Kürtlerin uzun süredir devam eden ve giderek artan rahatsızlıklarının sonucunda, kendisini red ve inkar edenlere karşı başkaldırılar zincirinin önemli bir halkasıdır. Azadî, kendisinden önceki ...


Naverok – İçindekiler

M. Emîn Sever
Kürt Tarihinden Bir Kesit Azadi Örgütü Ve Cibranlı Halit Bey / 7
Îsmail Heqî Şaweys
Komîteya Îstîklala Kurdistanê.... / 35
İsmail Heqî Şaweys
Mele Selim Efendi / 41
Mela Xalid Ezîzê Motkî
Mêjûyê Hikumdarîya Şêx Mehmûdê Hefîd – II / 46
Av. Cemal Baban
Şeyh Mahmud'un Mahkemesi / 65
Cemal Xeznedar
Rojî Kurdistan/ Hejmar: 4-5    73
Bang Kurdistan /Hejamr: 3-4 / 82
Mamoste Mihemed
Kurdistana Sor / 92
Tosinê Reşîd (Hevpeyvîn)
Li Welatekî Azad Rûmeta Meriv Heye / 100
Pîr Memo Osman
Felsefeya Ola Êzidiyan û Koka Wê / 107
Prof. Dr. Celîlê Celîl
"Mishefa Reş" bi Zar di Nav Sîstema Qewl û Beytên Êzdiyan de / 114
Dr. Felat Dilgeş
Sal 1840-41, Li Diyarbekir Xela û Mirina 5.000 Kurdî / 131

Dosya Kerkûkê - II  / 137
Zahir Rojbeyanî
Ji Bîreweriya 74 Saliya Rûdana 8. 8. 1930 ya li Kerkûkê...
Duh û îroya Pırsa Kurdî û Kerkük / 137
Ewnî Dawûdî
Bajarê Kerkûkê Li Rabirdû û Niha / 144
Prof. Îzzeddîn Mustafa Resûl
Kerkük'te Kültürel Hareketin Gelişmesi -Şeyh Rıza et-Talebanî Örneği- / 165
Mustafa Salih Kerîm
Kerkük'te Edebî Ve Kültürel Hayat / 177
Roşan Lezgîn
Navê Gund û Mezrayên Licê / 186
Eyub Kıran
Li Sûriyê Dîroka Kurdan / 193
Nezir Cıbo
Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu Ve II. Haco Olayı / 201

PÊŞGOTIN

Hejmara duyemîn a Kovara BÎRê, di germa havîna Diyarbekirê de derket û dîsa bi naverokeka germ û dewlemend gehîşte ber destê we xwen- devanên hêja. Di destpêka her kar û xebatekî de mimkune hinek kêmasî hebin, dixwaze li ser xuyabûn û mîzampajê be yan ji alîyê naverok û wekî din be, ji bo xweşiktir û dewlementirîn kirina BÎRê, her pêşniyarek, bo me dewlemendî û 'fikrekî nû ye.
Çawa ku me li jorê dîyar kir, qesda me ji naveroka germ ev e; bûyer û pirsgirêkên di rojevê û çareseriya wan e. Di pêvajoya dîrokî û jiyana civakî-netewî de, çareserkirina pirsgirêkan û bersivandina wan, ji nû ve hilberîna çand û ramanê ye. Lewra ev nirx(helseng) û berhemên çandı, di encama çalakîya wan a bi armanc de peyda dibin. Di vê çarçovê de wek serokê Herêma Federe ya Kurdistanê hilbijardina Mesud Barzanî, bi taybetîji bo kurdên Başûr û bi giştî jî ji bo hemû kurdan, bûyereka pirr girîng û dîrokî ye. Mesud Barzanî, piştî pêşewa Qazî Mihemed ê serokê Komara Kurd a Mahabadê, duyemîn serokê dewleta Kurd e ku bi hilbijardinekî demokratik dibe serokê Herêma Federe ya Kurdistanê. Her weha bo Dewleta Federe ya îraqê, serokkomariya Mam Celal jî, di dîroka sîyasî ya kurdan û herêmê de bûyereke pirr girîng e. Lewra di Rojhelata Navîn de bi tevî ku nifusa kurdan ji yê trik û faris û erebên îraqî kemtir nebûye jî, li ser axa xwe nebûne desthelat û bi navê neteweyê xwe di desthelatiya navendî ya ev dewletan de nebûne xwedî erk û post. Ji ber vê yekê, serokatiya Mesud Barzanî bo dewleta Federe ya Kurdistanê û serokkomariya Mam Celal bo îraqa Federal, bi taybetîji bo kurdên Başûr û bi giştîjîji bo hemû kurdan, du bûyerên sîyasî û herêmî yên pirr girîng in.
Di dîroka her milletê de hin gav û pêvajoyên pirr girîng hene ku qedera wan diguherînin, yan jî di jîyana komele û milletan de dibin destpekek nû. Mesud Barzanî, bi taybetî bi helwêsta xwe ya sîyasî-pratîk a sê salên dawî, li çar parçeyên Kurdistanê di dilê her kurdperwerekî dilsoz de text daniye û bûye tercumanê armanc û daxwazên wan ên netewî.
Di vê pêvajoya sîyasî-netewî û civakî ya kurd de, heman demî hinek pirsgirêkên pirr girîng jî li benda çareserî ne. Divê beriya her tiştî hikumeta nû ya yekgirtî bête damezirandin; hemû sazî û rêxistin li bin hukma yasa û qanunê de ji nû ve bêne rêxistinkirin; di serî de Kerkük û herêmên Kurdistan ên dagirkirî divê bi hikumeta Federeya Kurdistanê ve bête girêdan...
Serokatiya Mesud Barzanî bo kurdên Kurdistana Başûr û hemû kurdên dinyayê bixêr be, serkevtî be!
Her wekî me di destpêka hejmara yekemîn de jî dîyar kiribû; "li ser ziman(hemû lehçe û devokan) dîrok, edebiyat û çanda kurdî pêkanîna lêkolîn-lêgerîn û weşandina cûr bi cûr nivîsar û belgeyên di derheqa vê babetê de, armanca bingehîn ya derçûna kovara BÎR e". Di vê hejmarê de jî hûn dê bi sê lehceyên zimanê kurdî, hinek nivîsên balkêş bixwînin.
Dema ku mijar(babet) lêkolîn û lêgerîna li ser dîrok û civakê be, bêguman "rêbaz" û "metod"a xebatê û lîteratora ku em bikar bînin, ji bo derxistina rastiya bûyeran dibe bingeh û dîyarker. Di vî çarçovê de li ser Tevgera 1925 û Azadî yan jî Qomîta îstiqlal a Kurdsitanê, em dixwazin fênêrînekî nû pêşkêşê we bikin. Li gor dîtina me, Tevgera 1925m, bi navê Tevgera Şêx Seîd navandin nediriste, bi vê awayê navandin û danasîna Tevgera 1925an, lênêrîna îdeolojiya fermî ya Dewleta Tirk e. Ev yek bi biryar û belgeyan jî di nav rûpelên kovarê de cî digre. Ji aliyê Dewleta Tirk ve armanca bi vê awayê navanadina Tevgera 1925an ev e; ku Tevgera Kurd ji alîyê xelk û raya giştî ya navxwe û navnetewî ve wekî tevgerekî netewî-sîyasî na, wekî tevgerekî dînî-kevneperest û herêmî bête nasîn û pênî§andan. Ya duyemîn jî, înkarkirina hebûna rêxistina Azadî û Qomîta îstiqlal a Kurdistanê ye. Bêguman em dema ku vê rastiyê tînin ziman, ti nerehetî û acizîya me ji serokatiya Şêx Seîd û nasnama wî ya dînî nîne. Ew jî serokekî girîng û fedekar ê Tevgera Kurdî ye. Lêbelê ji aliyê îdeolojiya fermî ve Tevgera 1925 wekî Tevgera Şêx Seîd navlêkirin, înkarkirina rêxistinekî modern a wekî Azadî (Qomîta îstiqlal a Kurdistanê) û înkarkirina parastina serokê wî Xalid Begê Cibrî ye. Lewra di tevgera netewî de armanca înkarkirina hebûna rêxistinê, pûçkirin û bêberdewamî hiştina tevgera netewî ye. îdeolojiya fermî ya dewletê jî dixwaze vê yekê pêk bîne. Ev heştê sal e ku dîroka me, bi têgeh û perspektîva xwe bi me daye minaqeşekirin. Divê bandora vê lênêrînê bête şikandin û hilanîn.
Di encamê de, em bawer dikin di vê hejmara BÎRê de jî hunê li ser dîrok û çanda kurdî gelek nivîsên balkêş bixînin. Dosya-II ya li ser Kerkûkê, berdewamiya dosya hejmara-16. a kovara Warê ye, ku ev beşê duyemîn bi giranî li ser jîyana çandî ya Kerkûkê ye. Digel vê hunê di vê hejmara BÎRê de gelek nivîsên balkêş ên din ên li ser dîrok û çanda kurd bixwînin.
Hejmara sisê(3.) ya kovara Bîrê, dê bi giranî li ser ziman û wêjeya (edebiyata) kurdî be.
Bi hêvîya hevdîtina hejmarekî nû û dewlemendtir a kovara BÎRê, di nav xêr û xweşiyê de bimînin. 21.06.2005

Bîr

Kürt Tarihinden Bir Kesit Azadi Örgütü ve Cibranlı Halit Bey

M. Emîn Sever

Cumhuriyet döneminin en önemli Kürt ulusal hareketlerinden biri, 1925 direnişidir. Bu direniş, Kürdistan'ın ulusal bağımsızlığım amaçlayan örgütlü bir harekettir. Hareketin düzenleyicisi ve öncüsü Azadî'dir. Örgütün lideri de Cıbranlı Halit Bey'dir.
Azadî örgütlenmesi, Kürtlerin uzun süredir devam eden ve giderek artan rahatsızlıklarının sonucunda, kendisini red ve inkar edenlere karşı başkaldırılar zincirinin önemli bir halkasıdır. Azadî, kendisinden önceki olaylardan beslendiği gibi, kendisinden sonraki başkaldırılara da günümüze dek ivme kazandıran, zemin hazırlayan bir siyasal organizasyondur. Bu nedenle Kürt ulusal mücadelesi tarihine kısa bir göz atmakta fayda vardır. Kuzey Kiirdistan'daki 1840-1940 yılları arasında ortaya çıkan ulusal hareketleri birbirinden ayırmak, tek tek incelemek olayın bütününü kavramaya yetmez. Olaylar silsilesi bir zincirin halkasıdır. Birini kopaımak, tarihsel sürekliliği bozacağından yanlış olur.
Kürt halkı, Yukarı Mezopotamya'da Kiirdistan coğrafyasının yerleşik, kadim bir ...

 

Turgut Ersoy,
Seîd Veroj

Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°2

Bîr reklamcιlιk

Bir reklamcιlιk – yayιncιlιk
Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°2
Araştırma - İnceleme Dergisi
Hejmar - Sayı: 2 Havîn 2005
Turgut Ersoy,
Seîd Veroj

Ji Sê Mehan Carekê Tête Weşandin
Uç Ayda Bir Yayımlanır

Bûha: 7 YTL

Bîr Reklamcılık -Yayıncılık
Sahibi ve Sorumlu Yazıişleri Müdürü:
Turgut Ersoy
Redakte:
Roşan Lezgîn
Remezan Alan
Seîd Veroj

Tîprêzî-Mîzampaj: BÎR

e-mail: kovarabir@yahoo.com
kovarabir@hotmail.com

Şertên abonetîyê
Bo nêva welat salek 30 YTL
Bo derveyê welat salek 100 $

Çapxane / Matbaa:
Batış Matbaa Mücellit

Davutpaşa cad. Güven Sanayi Sitesi
C. Blok No: 274, 275, 276
İst / Topkapı
Tel:(0212) 6748528-29

Cîyê Rêvebirinê/Yönetim Yeri:
İnönü caddesi, Magül İş Merkezi, No: 49
Dağkapı / Diyarbakır
Tel: (0412) 2287828

Berpirsyariya her nivîsê yê nivîskar bi xwe ye.
Mesuliyetiya her nûşteyî ê nuştoxî bi xo ya

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2026
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar