Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page
Kovar Kovar

Bîr: Kovara Lêkolîn û Lêgerînê – n°10


Nivîskar : Mehmet Konuk
Weşan : Bîr Tarîx & Cîh : 2009, Diyarbakιr
Pêşgotin : Rûpel : 200
Wergêr : ISBN :
Ziman : Kurdî, TirkîEbad : 155 x 235 mm
Hejmara FIKP : Revu. Kur. Kl. Tur. Ver. Bir. (10) N°1402

Bîr: Kovara Lêkolîn û Lêgerînê – n°10
Versions

Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°7 [Kurdî, Diyarbakır, 2007]

Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°8 [Kurdî, Diyarbakιr, 2008]

Bîr: Kovara Lêkolîn û Lêgerînê – n°9 [Kurdî, Diyarbakιr, 2008]


Bîr: Kovara Lêkolîn û Lêgerînê – n°10

Mehmet Konuk,
Seîd Veroj

Bîr reklamcιlιk

Rewşa miletek û ferdên wê, bi rewşa wê ya komelî (civakî), dîrokî û sîyasî ve girêdayî ye. Wek ferdekî civa- ta kurd,jîyana Nûrdîn Zazajî, ji rewşa civakî û sîyasî ya miletê kurd cûda nîne. Ji lewma, dema ku ein behsa jîyan û serborîyên Zaza bikin, bi kurtî be jî, divê em behsa rewşa giştî ya wê demê û civaka kurd jî bikin.
Rayedarên Dewleta Osmanî û siyaseta desthelat a îtiliat û Terakî, dest- pêkirina Şerê Cîhan ê Yekem, weke fersendekî nû(nûh) dîtin ...


Naverok – İçindekiler

Seîd Veroj
Nûredîn Zaza: Sîyasetmedar, Çîroknivîs, Werger û Roşinbîrekî Kurd
(Sibata 1919-7/10/1988) / 9

Ziya Avcı
Mele Mehmûdê Bazîdî (1799-1867)     / 31

Osman Sebrî
Kurtîyek ji Destpêka jîyana Min(5ê Kanûna 1905-11/01/1993) / 55

Mehmet Yürek
Alişêr Efendi / 69

Tahsin Sever
Kürt Elalkının Sözcüsü, Diplomatı ve Savaşçısı: Yusuf Ziya (1882-14 Nisan 1925) / 81

Mehmet KONUK
II. Şeyh Abdusselam Barzanî: 100 Yıllık Özgürlük Mücadelesinin Temel Mimarı / 87

Kemal Y
Mazlumların Çirkin Kralı: Yılmaz Güney / 99

Doç. Dr. Mamsote Qedrî
Xelîl Xeyalî / 114

Wahdet Ateş
Birhoyê Heskê Têlî û Berxwedana Agirîyê / 119

Mehmud M. E. Xerzî
Mustafa Remzî Bucak: Ger ji 60 Hezar Tirkên Kibrisê re Federasyon Bibe. Çima Ji 8 Mîlyon Kurdên Turkîyeyê re Nabe? / 125

Şakir Epozdemîr
Şehîdê Tetwanê: Parêzer Şewket Epozdemîr / 141

Nezîrê Cibo
Havêrkan Aşiret Konfederasyonu-VI / 154

Pîrê Kal
Gotinên Bijare / 183

Ronî War
Xadim / 197


PÊŞGOTIN

Xwendevanên hêja, ev hejmara kovara Bîrê, dibe hejmara çaran a rêzeya dosya "Danasîan 100 Navdarên Kurd". Di vê hejmarê de jî hunê navê gelek rewşenbîr, sîyasetmedar û kurdperwerên hêja bibinin. Ger ku hinek ji wan hêjayan, ji alîyê me ve hatibin jibîrkirin jî, ji ber ku navê wan di dîroka miletê kurd de hatiye kolandin, her yek ji wan di neqebekî de derdikevin pêşiya me, bivê nevê di rêyekî de em liqayê hev dibin. Lê mimkune ku ev dem û rê carina dirêj be, lêbelê bêguman em dê li dem û derekî de rûbirûyê hev bin. Ku ew dem û der hinek bi derengî keve jî, divê ew gorbihûştan me bibexşînin.
Çawa ku rae berê jî gotibû, her çiqas kovara me weşaneke şiroveyî ya rojane nebe jî, bi bîrxistina bûyerên di rojevê de û kvrteşiroveyên me yên derbarê van bûyeran, yek ji mijarên pêşgotina kovara me ye. Di vê çarçovê de em dixwazin behsa destpêkirina têlevîzyona setelayta kurdî ya TRT-6(TRT-Şeş)ê bikin.
Rojgara ku Împeratorîya Osmanî belav bû û xebata damezirandina Komara Tirkiyê destpêkir û vir ve, di çarçova îdeolojîyeke nijadperest de hebûna miletên li ser coğrafya mayi ya Împeratorîyê de hate înkarkirin û tunekirin. Kurd jî, yek ji wan miletên niştecîyê kevnare yên vê cografyayê bûn, van deran ji xwe re kiribûn war û ev warê wan di dema desthilatîya Osmanîyan de jî bi navê Kurdistanê dihate bi navkirin. Pişti damezirandina Komara Tirkîyê hebûna miletê kurd, coğrafya û ziman û kultura wan hate înkarkirin û asîmlekirin. Kurdan li hemberî vî sîyaseta înkarker û nijadperest, îradeya hebûna miletê kurd bi reaksîyonên dijwar nişan dan; Tevgera Qoçgirî(1919), Tevgera Komîteya îstiqlal a Kurdistanê(1925an), Tevgera Agirîyê(1927) û Tevgera Dêrsimê (1937) reaksîyonên heri girîng û girseyî bûn. Em dikarin bêjin ku tehcîrkirin û tevkujîya ermenan ne tê de, dîroka sed şali ya tevgera Itîhat Terakî û Komara Tirkîyê, dîroka hewldanên têkbirina tevgera netewî ya kurd e. Ji alîyê damezrêner û rêvebirên Komarê ve, ji bo asîmlekirin, entegrekirin û înkarkirina kurdan gelek hewldan û xebat hatin kirin, gelek xwîn hate rêtin. Mamosteyên unîversîteyan, nivîskar û rewşenbîrên Komarê bi sedan meqale û pirtûk belav kirin ji bo înkarkirin û tirkkirina kurdan. Ev sîyaseta înkarker û asîmlasyonîst a Komarê bi ser neket.
Ev sîyaseta sed salî ya asîmlasyonîst-înkarker û dagirker, digel berxwedana sedsalîya miletê kurd û şertên îro yê dinya medenî û pêşkevtina teknolojîya sînornenas, êdî têgehîştin ku bi vê awayî nikarin bigehin encamekî. Weşana kurdî ya TRT-6ê, di encama vê pêvajoyê de derketîye holê û têkçûna sîyaseta înkar û asîmlasyonîst e.
Bi tevî hemû bûyerên nexweş ên vê pêvajoyê, ji alîyê dewletê ve destpêkirina weşan têlevîzyoneke bi zimanê kurdî, li xeletîyên xwe mikurhatin e, pêngaveke erênî ye, lê nebes e. Ji alîkî ve sazkirina qenaleke têlevîzyona bi zimanê kurdî û ji alîyê din ve jî, ji ber qanûna Partîyên Sîyasî, qedexebûna propaganadaya bi zimanê kurdî îronîyek e.
Mesela kurd, meseleyeke netewî ye, mesela dîyarkirina çarenûsîya miletê kurd e. Eger ev pêngava têlevîzyona kurdî ya TRT-6ê, bibe wesî- leya pêngavên din ên ji bo çareserkirina mesela kurd, dê ji bo miletê kurd manîdar be, nexwe ji bo çavgirtin û xapandinê be, nemimkun e ku dê bigehe armanca xwe. Lewra ji nûha ve panzdeh(15) qenalên setelaytên kurdî hene, du sal şûnde ew dê bibin bîstûpênc û pênc sal şûnde jî dê bibin pêncî. Di rewşekî wisa de, bi tenê weşana qenalekî têlevîzyonê jî pirr manîdar nabe û miletê kurd jî bi wî nayê xapandin.
Bêguman destpêkirina weşan TRT-6ê, bi tenê encama têkçûna sîyaseta înkar û asîmlasyonîst nîne, rewşa sîyasî ya navnetewî û herêmî jî di avêtina vê pêngavê de tesîreke girîng kirîye. Êdî di konsepta sîyaseta navnetewî de, parastina azadî û mafên kulturî, prensîbeke hevpar û bingehîn e. Ji ber vê yekê, di pêngava weşana TRT-6ê de, hem tesîra Amerika û hem jî ya YA heye. Digel vê, rewşa nû ya herêmî jî, tesîreke girîng li vê pêngavê kirîye. Li herêmê statüko û sîstema dagirkerî ya navdewletî şikestiye, li başûrê Kurdistanê Dewleteke Federe ya Kurd çêbûye. Bi tevî hemû astengî û hewldanên pûçkirina statuya başûrê Kurdistanê, dewletên herêmî di aramanca xwe de bi ser neketine û her weha nekarîne têkilîyên kurdan û hêzên navnetewî jî xera bikin. Di encam de, tenê rêya dîyalogê maye. Rêya dîyalogê jî ancax bi rêzgirtin, qebûlkirina meşrutiyeta îradeya sîyasî û berjewendîya dualî(dulayî) mimkun dibe. Di vê çarçovê de, naskirina îradeya sîyasî ya başûrê Kurdistanê û têkilîya bi wan re, bê naskirina mafên rewa yê bîst mîlyon kurdên bakûr nemimkune. Ji ber vê yekê, ku dewleta Tirkiyê bixwaze têkilîyên xwe bi başûrê Kurdistanê re baş bike, divê berîya her tiştî têk- ilîyên xwe bi kurdên bakur re nerm û baş bike.
Di rastîyê de dereca bandor û tesîra navxweyî û derveyî çi dibe bila bibe, destpêkirina weşan TRT-6ê, ji alîyê beşekî zêde yê rewşenbîr û pir- ranîya gelê kurd ve bi erênî(pozîtîf) tête dîtin û ji alîyê hinekan ve jî bi neyînî tête dîtin. Lênêrîna xelkê nesîyasî û yên ku xwe aîdê alîyekî nabînin, çêbûna vê têlevîzyonê erênî û wek tiştekî pêdivî dibînin. Belkî jî ev pirranîya bêdeng, bêtir bi aqlêselîm difikrin. Yên neyînî difikrin jî, bi pirranî û taybetî jî derûdorê PKKê ye. Ji alîkî ve parastina sîyaseta "Komara Demokratik" û "Turkîyeyîbûn"ê û ji alîyê din ve jî dijberîyeka reqûrût a li hemberê hewldanên darvayê xwe. Ev yek tam li gorî qerek- terê sîyaseta PKKê ye. Derûdorên PKKê, dijberîya xwe ya di derbarê TRT-6ê de îlan kirin û qîma xwe bi vê yekê jî neanîn, her kurdekî temaşevan û bi vê têlevîzyonê re elaqeder jî "çahş" îlan kirin. Dema ku em helwesta wan a dijberê Kurd-lê jî bînin ber çavan, heman tiştî ji xwedî û xebatkarên Kurd-lê re jî dibêjin. Wê demê aşkere dibe ku PKK, her hewldaneke dervayê xwe, wekî komployeke dijî xwe qebûl dike. Wateya vê têgehîştin û helwestê ev e: ew xwe dixin şûna miletê kurd û xwe di navenda her bûyerekî bi miletê kurd ve girêdayî de dibînin. Bi gotinekî din, kurdayetîyê ji xwe re kirine mülkiyet û naxwazin hîseyên vê mûlkîyetê bi hinekên din re parve bikin. Ditirsin ku pêngavên wekî Kurd-1 û TRT-6ê, argûmanên di destê wan de bigrin. Li gor têgehîştina wan, tiştên ew bikin baş e, yê ku ji dervayê wan bête kirin şaş e. Wateya vê lênêrîn û têgehîştinê ev e: berjewendîya grub û rêxistina me, li ser berjewendîya miletê kurd de ye. Li gor vê yekê, ku weşana TRT-6, di bin kontrola wan de bibûya, dê wek pêngaveke gelek baş û destkevtîyên têkoşîna xwe pêşkêşê raya giştî ya kurd bikira.
Wisa dîyare ku weşana têlevîzyona Kurd-1 û TRT-6ê, ji bo berjew- endîyên grubî û rêxistinî yên PKKê, wekî xeterîyek pirr girîng tête qebûlkirin. Lewra dê naverok û seha weşana ev têlevîzyonan bêtir fire be, dê bêtir bi xelkê re di nav têkilîyên rasterast de bin. Ev zihniyet, van têk- ilîyan ji bo berjewendîyên xwe yên grubî û rêxistinî xeternak dibine. Lewra ew xwe wekî xwedî, miletê kurd jî wekî mûlkîyeta xwe dibînin.
Gengeşîyeke din jî, weşana têlevîzyona TRT-6 bi destê dewletê hate kirin baş bû yan bi destê şirîkeyên taybet bihata kirin baş bû? Lo gor dîti- na me, di destpêkê de ji alîyê dewletê ve weşandina têlevîzyona bi zimanê kurdî rasttir e, lê divê ev yek tenê bi weşana fermî ya dewletê ve neye sînorkirin. Ku hun bêjin ji bo çi di destpêkê de bi destê dewletê weşana kurdî rasttir e? Em dê bêjin, heta nûha şirîkeyekî taybet hebûna miletê kurd inkar nedikir, dewletê hebûna ziman û kultura vî miletê inkar dikir, ji ber vê yekê bi destê dewletê çêbûna vê qenalê ji ya şirîkeyên taybetî rasttir e. Lêbelê divê weşana bi zimanê kurdî, di çarçoveyekî hiquqî û qgnûnî de bête bicîkirin.
Di encamê de, çawa ku me li jorê anî ziman, ku ev pêngav û avêtin hinek pêngavên din, bibin wesîleya xweşkirina rêya çareserîya mesela kurd gelek erênî ye û pêdivîye di derbarê mafê ziman û kulturî de pey-derpey pêngavên li jêr dîyarkirî jî bêne avêtin:
- Damezirandina beşê Zîman û Edeba kurdî li unîversîteyên di Kurdistanê de.
- Bi awakî fermî û qanûnî qebûlkirina navê coğrafya dîrokî ya kur-dan bi navê Kurdistanê. Û her weha ji bo temsîla miletê kurd û coğrafya Kurdistanê qebûlkirina ala Kurdistanê, çawa ku li Amerîkayê jî her eyaletekî bi ala xwe tête temsîlkirin.
- Perwerdeyî bi zimanê kurdî, ji seretayî ta bi unîversîteyê.
- Vegerandina navê kurdî yên gund, bajar, cî û waran.
- Divê zimanê kurdî wek zimanê fermî yê duyemîn bête qebûlkirin û li Kurdistanê bibe zimanê yekemîn ê perwerdeyî û sazîyên fermî.
Bi hêvîya hevdîtina hejmareka nû ya kovara BÎRê, di nav xêr û xweşîyê de bimînin.

Bîr

Nûredîn Zaza:

Sîyasetmedar, Çîroknivîs, Werger û Roşinbîrekî Kurd
(Sibata 1919-7/10/1988)

Seîd Veroj

Pêvajoya Şerê Cîhan ê Yekem

Rewşa miletek û ferdên wê, bi rewşa wê ya komelî (civakî), dîrokî û sîyasî ve girêdayî ye. Wek ferdekî civa- ta kurd,jîyana Nûrdîn Zazajî, ji rewşa civakî û sîyasî ya miletê kurd cûda nîne. Ji lewma, dema ku ein behsa jîyan û serborîyên Zaza bikin, bi kurtî be jî, divê em behsa rewşa giştî ya wê demê û civaka kurd jî bikin.
Rayedarên Dewleta Osmanî û siyaseta desthelat a îtiliat û Terakî, dest- pêkirina Şerê Cîhan ê Yekem, weke fersendekî nû(nûh) dîtin ji bo bidest- xistina erdê wendakirî yê Imperatorî- yetê. Ji bo vê armancê, Dewleta Oşmanî di sala 1914 de wek terefdarê Elmanya bi tevî Şerê Cîhan ê Yekem bû. Şerê Yekem, çar sal berdewam kir. Di encama Şerê Yekem de, li Rojhelata Navîn û Efrîkayê jî erdên ku pirranî ...

Mehmet Konuk

Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°10

Bîr reklamcιlιk

Bir reklamcιlιk – yayιncιlιk
Bîr: Kovara Lêgerîn û Lêkolînê – n°10
Araştırma - İnceleme Dergisi
Hejmar - Sayı: 10, Zivistan 2009
Mehmet Konuk

Ji Sê Mehan Carekê Tête Weşandin
Üç Ayda Bir Yayımlanır
20ê çileya navîn 2009

Bûha: 10 YTL

Bîr Reklamcılık -Yayıncılık
Sahibi ve Sorumlu Yazıişleri Müdürü:
Mehmet Konuk

Redaktor:
Seîd Veroj

Tîprêzî-Mîzampaj: Bîr

e-mail: kovarabir@yahoo.com
kovarabir@hotmail.com

Şertên abonetîyê
Bo nêva welat salek 30 YTL
Bo derveyê welat salek 80 $

Çapxane / Matbaa:
Barış Matbaa Mücellit
Ali Laçin

Davutpaşa cad. Güven Sanayi Sitesi
C. Blok No: 291
Topkapı / Istanbul
Tel:(0212) 6748528

Ciyê Rêvebirinê / Yönetim Yeri:
İnönü caddesi, Magül İş Merkezi, No: 49
Dağkapı / Diyarbakır
Tel: (0412) 2287828
Fax: (0212) 674 85 29

Cîyê Rêvebirinê / Yönetim Yeri:
İnönü caddesi Magül İş Merkezi
No: 49
Dağkapı / Diyarbakır
Tel: (0412) 2287828



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2026
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar