Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûbihar, n° 139


Weşan : Pak ajans Tarîx & Cîh : 2017, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 96
Wergêr : ISBN : 2147-8821-139
Ziman : KurdîEbad : 195x275 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Cev. Nub. N°139Mijar : Giştî

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Nûbihar, n° 139

Versions


Nûbihar, n° 139


Suleyma çevik

Pak Ajans

Jiyan di herikîna demê de hin caran bêhemdî berê te dide rêwîtiyekê ku dê nizanibî çi bête pêşiya te. Di vê rêwîtiya dawînediyar de her qonaxa ku jê derbas dibî tiştekê li te zêde dike. Ev hêçandin û lêzêdebûnên te ji bo dahatûyek birêk û pêktir hêz û şiyan û hêviya te ya pêşerojê xurttir dike.
Nemaze bo nivîskarekî ku dixwaze xwe bigihîne siberojê, divê van qonaxên hêçandinê yek bi yek bi gav bike. Lew dahênan û hilberîna berhemeke wêjeyî dişibe kar û xebata pîşesazekî ku sal bi sal liv û tevger û hostatiya wî bi pêş ve diçe, dikemile.
Berî çil salan dema min dest bi nîvîsandina helbestê kir, min jî dixwest dengê xwe bigihînim der û dora xwe. Min tu carî hizir nedikir ku rojek wê bê û ez rebenê Xwedê xwe bêxim bin vî barê giran ku rabim helbestên ji bo kovarekê hatine şandin binirxînim û bi biryara min ew helbest di rûpelên kovarê de bêne bicihkirin.
Dixwazim li vir ya dilê xwe bibêjim ku ez niha jî xwe wek şagirtekî şi’rê dihesibînim û ev feraset û hişmendî min bêhtir li nivîsê sor û germ dike. Lê hin caran mirov mecbûr dibe ku barê dostekî an cimaetekê hilgire û peywira xwe bi cih bîne.
Ez baş zanim ku barê li ser milê min pirr giran e. Ji ber vê jî min her şi’rê çend caran xwend, guhê xwe da dengê dixwaze xwe ragihîne jiyanê, yê dixwaze ...



Jİ EDÎTOR

Di jimara berê de jî min gotibû, bi sala 2017an Nûbihar kete 25 saiiya xwe. Bi vê munasebatê gelek kesan çi rasterast, çi jî bi peyam, telefon û bi mailan 25 saliya Nûbiharê pîroz kirin.
Em jî bi dil û can spasiya wan dikin, û Xwedê kêmasiya we nede dost û birayên hêja, hûn her hebin, dibêjin.

Heta niha li ser Nûbiharê gelek tişt hatine nivisîn, ji vir pê ve jî wê gelek xebat bêne kirin. Niha jî li Zanîngeha Çewlikê li ser Nûbiharê yekem car tezeke akademîk hate amadekirin. Jixwe hûnê bibînin, di vê jimarê de M. Zahir Ertekin li ser vê tezê nivîsiye. Xwediya tezê Turkan Tosun e, mijara wê jî "Edebiyata Zarokan di Kovara Nûbiharê de (1992-2010)” ye...
Em dizanin, bi giraniya 25 salan ji vir pêve karê me êdî zehmetir e. Her kes li bendê ye ku em karê baştir bikin, xwe pêş de bibin, naveroka Nûbiharê dewlemendtir bikin...

Ji ber ku editorê me yê helbestê kek Berken Bereh di nivîsa xwe ya kurt, lê têr û tije de behsa helbestên vê jimarê kiriye, ezê tenê behsa çend nivîsên wê bikim.
Îbnî Battûta seyyahekî navdar ê Fasî ye û di sedsala I4an de jiyaye. Murad Celalî seyahatnameya wî daye ber xwe û li ku derê navê Kurdan, bajarên wan, navdarên wan derbas dibin tev kirine mijara nivîsa xwe...

Wekî ku em dizanin pîrê terîqeta Neqşebendîtiyê Mewlana Xalid, Kurdekî Şehrezorê ye û terîqeta Neqşebendîtiyê bi xêra wî li Rojhilata Navîn belav bûye. Martin van Bruinessen di nivîsa xwe ya balkêş de tesîra Mewlana Xalid digihîne li Başûrê Rojhilata Asyayê jî. Ev meqaleya hêja kek Talat înanç wergerandiye Kurmancî.

Xwezî wekî Rohat Alakom çend nivîskarên me yên din hebana. Mala kek Rohat ava be, ev çend jimar in, li Swêdê şopên Kurdan yek yeko taqîp dike û me pê haydar dike. Dizanim di warê rewşenbîrî û nivîskariya Kurdî de rola Swêdê gelek e; lê li gelek welatên din jî Kurd hene, kesnên din rabana û bi vê usûlê behsa Kurdên deverên din bikirana çiqas baş dibû.
Nivîskar û lêkolînerê hêja Ziya Avci ji kitêba Mêjûy Edebî Kurdî beşê li ser jiyana Elaeddîn
Seccadî ji Soranî kiriye Kurmancî û ev kesê hêja bi me daye nasandin.

Nivîsa Abdurrahman Adak ya li ser Mela Ehmedê Zinarexî û nivîsa Hemin Omar ya li ser şairê Soran Mewlewî du nivîsên lêkolînî û balkêş in.
Nihat Gultekin ji Kurdên Ermenistanê, bi Mirazê Cemal re li ser rewşa Kurdên Ermenistana berê û ya îro hevpeyvînek xweş çêkiriye.

Çetoyê Zêdo di dîroka Şanoya Kurdî de li Iraq, Iran, Sûrî, Ermenistan, Gurcistan, Tirkiyê û li Ewrû-payê çiqas metnên çapbûyî hene nav bi nav dane û nivîsek ku bibe çavkanî nivîsiye.
Wekî din di vê jimarê de nivîs û çîrokên A. Meretowar, Yûnis Amedî, Recep Dildar, Mesûd Serfîraz, Besra Pîranij, Hanefi Taşkin û Evdî Hesqera hene...
Heta jimareke din di nav xêr û xweşiyê de bimînin...

SüIeyman Çevik

Fermo

Berken Bereh

Jiyan di herikîna demê de hin caran bêhemdî berê te dide rêwîtiyekê ku dê nizanibî çi bête pêşiya te. Di vê rêwîtiya dawînediyar de her qonaxa ku jê derbas dibî tiştekê li te zêde dike. Ev hêçandin û lêzêdebûnên te ji bo dahatûyek birêk û pêktir hêz û şiyan û hêviya te ya pêşerojê xurttir dike.

Nemaze bo nivîskarekî ku dixwaze xwe bigihîne siberojê, divê van qonaxên hêçandinê yek bi yek bi gav bike. Lew dahênan û hilberîna berhemeke wêjeyî dişibe kar û xebata pîşesazekî ku sal bi sal liv û tevger û hostatiya wî bi pêş ve diçe, dikemile.

Berî çil salan dema min dest bi nîvîsandina helbestê kir, min jî dixwest dengê xwe bigihînim der û dora xwe. Min tu carî hizir nedikir ku rojek wê bê û ez rebenê Xwedê xwe bêxim bin vî barê giran ku rabim helbestên ji bo kovarekê hatine şandin binirxînim û bi biryara min ew helbest di rûpelên kovarê de bêne bicihkirin.

Dixwazim li vir ya dilê xwe bibêjim ku ez niha jî xwe wek şagirtekî şi’rê dihesibînim û ev feraset û hişmendî min bêhtir li nivîsê sor û germ dike. Lê hin caran mirov mecbûr dibe ku barê dostekî an cimaetekê hilgire û peywira xwe bi cih bîne.

Ez baş zanim ku barê li ser milê min pirr giran e. Ji ber vê jî min her şi’rê çend caran xwend, guhê xwe da dengê dixwaze xwe ragihîne jiyanê, yê dixwaze bibêje “va ev ez im.” Ew dengê xewn, xiyal, coş û peroşa di dil û hişî de hew dikare bitebite. Ev dengên rengareng, bi xeml û xêz, qube, ner... dişibiyan welatê min.

Bêguman hin ji wan dê li derveyî koçkê bimînin. Helbet ev nayê wê wateyê ku wê nekarin bibine mêvanê ...




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2021
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar