La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ehmedê Xanî, Mem û Zîn


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2010, İstanbul
Préface : Pages : 726
Traduction : ISBN : 978-605-5585-42-6
Langue : KurdeFormat : 135x215 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Dos. Ehm. N° 3414Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ehmedê Xanî, Mem û Zîn

Versions

Ehmedêxanî, Mem û Zîn

Jan Dost

Avesta

Ehmedê Xanî (1651-1707) - Şair û mutessewif û ronakbîrê kurd yê herî navdar e di tarîxa wêjeya kurdî de. Li Bazîdê sala 1651 ji dayik bûye, serdestê çar ziman (kurdî, erebî, farisî û tirkî) û çar kulturên herêmê bû. Avakerê bingeha fikra netewî ya kurdî tê jimartin. Ji bo zarokên kurdan ferhenga xwe ya helbestî Nûbihara Biçûkan nivîsiye. Ji telebeyên medreseyan re jî Eqîdeya îmanê û dîwaneke helbestan û ji tevaya kurdan û mirovahiyê re jî Mem û Zîn nivîsîne. Ew bêtir bi şahesera xwe Mem û Zînê tê naskirin. Di vê berhema xwe de, wî hakimiyeta xwe ya li ser zimanan, felsefeya klasîk, mentiq, stêrnasî, adetên kurdan, wêjeya farisî ya klasîk, efsaneyên herêmê û ferezanîna xwe ya di her warî de û berî her mijarê kurdperweriya xwe daye xuyakirin.
Ev berhem bi kurdî gelek caran çap bûye, di yekemîn hejmara rojnameya Kurdistan de hin beş jê hatine weşandin, bi gelek zimanan wek rûsî, erebî, tirkî, ingilîzî û fransî jî çap bûye. Ehmedê Xanî ku damezrênerê ekola kurdperweriyê ye, tesîreke mezin li berhemên şairên piştî xwe kir ku heta roja îro jî ew tesîr berdewam e.
Tarîxa wefata wî, di gel ku cihê gumanê ye jî, li gor ragihandina gelek lêkolîneran sala 1707 e. Ehmedê Xanî di vî temenê xwe yê hindik de karibû di hişê netewî de şopeke kûr bikole û cihê herî berz û bilind bo xwe bidest bixe heta wê radeyê ku, mirov dikare bê dudilî behsa du qonaxan di tarîxa wêjeya kurdî de bike; qonaxa berî Ehmedê Xanî û ya piştî wî.


Jan Dost - Li binxetê, bajarê Kobanî sala 1965an ji dayik bûye. Wek lêkolîner, wergêr û romannivîs tê nasîn. Niha li Elmanyayê dijî, berhemên wî yên çapkirî ev in:
- Kela Dimdimê. Destan, Bonn 1991
- El Hedîqe El Nasiriyye. Werger ji farisî. Hewlêr 2002
- Mem û Zîn. Şam 1995/2009, Beyrût 1998, Dihok 2008, Stembol 2010-10-22
- Mijabad, roman, Diyarbekir 2004
- 3 Gav û 3darek. Roman, Stembol 2007
- Mîrname, Roman, Stembol 2008
- Adat û rusûmatnameê Ekradiyye. Lêkolîn, Stembol 2010
- Dîwana Jan. Şiir, Dubay2010
- Adat û rusûmatnameê Ekradiyye, Wergera erebî, Abû Dabî 2010



SERNAME

Eman qedrî bizanin em kitêbe
Le dunya êstekî hemtay nemawe

Le lay erbabî xoy bo qedr û qîmet
Xezîney gewher û kîsî dirawe

Le kurdan xeyrî Hacı û şêxî Xanî
Esasî nezmî kurdî danenawe

Hacî Qadirê Koyî

Ev xebata li ber destê we (û gelek xebatên hêja yên din ku li ser Ehmedê Xanî û Mem û Zîna wî derketine) divabû bi kêmanî beriya du sed û pêncî salî ronahî dîtibana. Divabû Mem û Zîna Xanî di pey mirina wî re û li ser destê ronakbîrên kurdan wê demê bihata şirove-kirin û tefsîra wê biketa her malê. Milletên ku hişmendiya wan zindî ye û pêta zanînê di hişê wan de her diçirise zû bi zû xwedî li şaheserên xwe derdikevin. Sebra wan ne mina ya kurdan e ku bi sedê salan dirêj bike. Berhemeke wek Mem û Zînê divabû ku bi dehê caran û li ser destê gelekan bihata tefsîrkirin û “mîmariya” me ji dîwarê zanînê re li ser bingehekî xurt bûya.

Xanî di helbesteke xwe de dibêje:
Maceraya Xizr û dîwarê yetîman bû selef
Vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye! (Dîwana Xanî)
Lê yê me kurdan (ji ber ku em ne her kesek in) em dîwarê xwe bi destên xwe hildiweşînin. Ku hilneweşînin jî, wêran û kavilî dihêlin. Li ba milletê ereb ku Qur'anê jiyan û civaka wan ji bin de guherî û ji rewşekê wergerande yeke din, tevgereke tekûz û bi zanebûn ji bo zindîkirin û şirovekirina berheman li dar ket. Dîwanên şairên wan yên klasîk di pey mirina wan re ne bi demeke dirêj hatin şirovekirin, hazara rexneyê geş û şên bû. Bi guhdêriya xelîfe û mîrekên wan bizava wergerandin û nivîsandinê gihişte asta xwe ya herî bilind. Dema ku êdî osmanî hatin welatê wan û zimanê erebî bi şûn de çû, tevgera şiroveyan dest pê kir. Çi berhemên wan yên kevin hebûn (di her aliyên zanînêde mîna felsefe, dermandan, mentiq, nojdarî, stêrnasî, şi‘r, pexşana edebî û hwd) hatin ravekirin û li ser tefsîran bi xwe jî tefsîr çêbûn ku êdî tiştekî nenas di berhemên wan de nema. Her weha li ba farisan jî ku îslamê di rêya zimanê erebî de ew têk birin û hindik mabû zimanê wan jî ji holê rake, lê xîreta hin sultanên wan hişt ku ew ziman careke din li ser lingan raweste û ji mirina ebedî bifllite. Li ba me berovajî vê ye. Mem û Zîneke me heye ku heta niha mîna teksteke kilîtkirî ye û em tê nagihîjin. Mesaja Xanî nayê bihîstin û famkirin. Sebebê vê jî ne tenê bêdewletiya me ye ku em dixwazin bikin mîna darbenekî û gunehkariyên xwe û tiraliya xwe hemûyî bavêjin ser. Na, lê sebeb pûçbûna civaka me ye ku mejî û mentiq û hiş bi sedê salan e di xewa xwe ya şêrîn de ye, yan jî çûye tatîleke dawiya wê ne diyar e!

Berhemeke wek Mem û Zînê eger di civakeke mîna ya erebî de bûya (yan jî civakeke din ji bilî ya kurdan) dê gelek fikr û mejî li bin guhê hev bixistana. Dê agirek bi pûşê aramiya mejî bixista û bîr û bawerî bidana ber pêlên xwe yên xurt û dijwar. Ma gelo mumkin e bîr û baweriyên Xanî wisa derbas bin bêyî ku bala kesekî bikişînin? Bêyî ku melayek rabe li dîtinên wî yên derbarê Iblîs û Mîrac û Qeder û Cebriyyetê û yên din de vegerîne? Pirsên mîna yên ku Xanî ew anîne zimên di berhema xwe de li ba gelên din civak diguherandin. Golên mejî diçelqandin û rêyên guftûgoyên dûr û dirêj vedikirin. Yekî kitêbek dinivîsî, hinan bersiva wî didan û reda wî dikirin. civak pêş diket, ziman sîqal dibû, mejî geş dibûn û tevgerek fikrî ku şopa xwe di her aliyê jiyanê de didît li dar diket.

Bi sedsala bîstan re û bi gurrbûna agirê kurdayetiyê re êdî kurd li vê berhema ku toz bi ser ketibû zîvirîn. Êdî pêwistiya çapa Mem û Zînê hâte naskirin. Û cara yekem li Stembolê sala 1919an çap bû. Lê ji kurdan bêtir neyarên kurdan hay ji pêwistî û giranî û xetera Mem û Zînê hebûn. Loma jî rê li ber çapan girtin û daneyên çapbûyî jî şewitandin. Sansür li ser wan malikên ku bingeha fıkra kurdî ya netewî ne, danîn. Li gor hin agahiyan beri çapa Stembolê li Helebê sala 1915an çap bû. Û ji wê rojê de Mem û Zîn êdî bû pêwistiyek ji bo tevgera kurdayetiyê. Lê mixabin kirasê kurdayetiyê yê ku li Mem û Zînê bû, bû perdeyek li ber bîr û bawerî, fïkr û ramanên Xanî yên din. Giranî dane milletperweriya Xanî û hunera wî ya bilind û ramanên wî yên balkêş piştguh kirin. Vê yekê di nerîna min de Mem û Zîn di xelekeke teng de hişt. Mem û Zîn ne tenê kurdayetî ye mîna ku çawa ne tenê evîndarî ye, lê ew xaliyeke ji tayên hercûre zanistê hatiye ristin. Di nêva vê berhemê de mêjûnasî heye, stêrnasî heye, tesewwif û mûzîk û civaknasî û felsefe û ilahiyat û rewanbêjiya li ser bingeha rewanbêjiya erebî û diyanet heye û ji her baxekî zanînê guleke geş di xwe de diguncîne.

Hin agahiyên pêwist derbarê teksta Mem û Zînê ya orijinal de Kêşeya Mem û Zînê û pêlawaza wê, Hezeca museddes exreb meqbûz e, ku ev navê pêlawazeke erebî ye û nayê wergerandin. Ereban bi xwe ev wezna erûzê pir kêm bi kar anîne. Lê ev pêlawaz ji bo destanên evîndariyê hatiye bi karanîn ku di wêjeya erebî de cihê destanan nîne. Li ba farisan mînaka herî ber bi çav Nizamî ye ku destanên xwe yên evînî bi vê weznê nivîsandine ku tef’îlatên wê wisa ne:
Mef'ûlû / mefailun / feulun
Mefulû / mefa'ilun / feulun

Di her malikekê de bîst tîpên bi deng hene ku her nîv malikek deh in. Ji ber ku ev wezn û kêş zor e, Xanî bêgav maye ku dawiya gelek gotinan bi kesre (zîr) bike. Mîna vê malikê:
Hêja ji xudê tu fikr-i nakî
Her roj-i hezar-i şukr-i nakî!
Di gotinên (fikr, roj, hezar, şukr) de tıpa (i) mîna livandina dawiya peyvê ye. Di çapa M. Emîn Bozarslan de ew tîp her ji peyvê bi (-) hatiye cuda kirin. Em jî di vê çapê de li ser wê şopê çûn.

Tîpên ku di erebî de hene û di kurdî de nîn in jî mîna (sad ...) bûye (s) û (dhad ...)bûye (z) û (tha i)mîna tîpa yekem di peyva (three) yanî sê di ingilîzî de bûye (s) û (ha ...) ya di serê peyva heywan de bûye (h) û (ta ...) ya stûr di serê peyva Teyr de bûye (t) û (zh ...) ya di serê peyva zhulm de ku bi gezkirina ziman tê bi lêvkirin bûye (z) û (eyn = ayn) wisa hatiye nivîsandin: (‘e) yan (‘î) yan (‘û) yan ('ê) yan jî (‘i). Her weha tîpa (xeyn ...) wekî ya di serê xerîb de, bûye wekî tîpa di serê peyva Xurt de.

Dixwazim bibêjim jî ku tefsîra peyvên di ferhengê de li biné ma likan min nivîsiye li gorî wateyên wan peyvan di malikan de ye ne di ferhengan de. Mesela di malika 778an de: Wan go: Tu ji kû ve tê? çi pîr î?
Xalib tu ji ‘ilmekî xebîr î

Peyva Xalib di ferhengên zimanê erebî de yanî serkeftî. Lê di kurdî de û di wê malikê de bi wateya bêguman tê. Û bi vî awayî bi hezaran peyv. Her weha me koka peyvan û jêdera wan ya ferhengi û bê ka ji kîjan zimanî ye jî negotiye. Me negotiye ku ev peyv erebî ye yan tirkî ye, ji ber ku ev bi serê xwe mijara lêkolîneke dûr û dirêj e û dê bi wê ev tefsîr hîn bêhawe mezintir bibûya. Dibe ku di çapên din de em bi vê yekê jî rabin.
Bê guman dê kêmanî hebin. Karekî weha ne mumkin e bê kêmanî be lê hêvî ew e ku di demên pêş de heta ji me bê em kêmaniyan bidin alî ta ku em bigihin Mem û Zîneke ji her alî de rast û durust.

Li vir ez dixwazim agahiyeke girîng bidim: Xwendina min û lêvandina min ji peyvên Mem û Zînê re dê ne ji sedî sed mîna a lêkolînerên din be. Loma ji xwendevan dê ferqekê di navbera teksta Mem û Zînê a vê tefsîrê, û tekstên di kitêbên din de bibîne. Mesela dê di hin tekstan de peyva bikin di vê beytê de:
Ev qulzemê Rom û behrê Tacîk
Hindi ku bikin xurûc û tehrîk

Bi forma Biken yan jî bikeyn hatiye. Min jî bikin daniye. Ji ber ku em nizanin ka Xanî çawa ew teleffuz dikir. Di nivîsandinê de jî fethe û kesre nebûn ku em zanibin ka eslê wê çawaye! Ez bi hêvî me ku ev ferq û cudayî ne mîna şaşiyan werin dîtin, lê mîna xwendineke ciyawaz û cihê ji xwendinên hemkarên min ên lêkolîner.



Kurtejiyan

Dilê Xanî eger çi gencexan e
Şukur qet kes nego Xanî bi çendan!

Sala 1061ê koçî, bemaber 1651 yan 16521 zayînî Xanî ji dayik bûye. Xwendinên xwe yên pêşîn li ber destê bavê xwe şêx Ilyas û pişt re birayê xwe Mele Qasim xwendine. Bê guman wî li ba gelek şêx û mamosteyan zanîneke fere hilgirtiye lê mixabin em nizanin ka mamosteyên wî kî ne. Her weha tiştê ku tê zanîn ewî li Bazîdê, Bedlîsê, Cizîra Botan û hin deverên din xwendina xwe ber bi dawî biriye. Lê heta niha di baweriya min de agahiyên ku li ser bingeheke zanistî bin derbarê wî de nînin. Rehmetiyê Eladîn Seccadî di kitêba Mêjuyî Edebî Kurdî de agahiyên seyr derbarê reng û rû û heta solên wî tîne lê bêyî ku jêderan destnîşan bike! Ev jî tu carî nabin cihê baweriyê. Lê agahiyên ku vê dawiyê birêz Ebdullah Varlî li ser jiyana Xanî di kitêba xwe Dîwan û jînewarî ya Ahmedê Xanî de anîne gelekî balkêş in. Ew dibêje ku Xanî ji hoza Xaniyan e. Ew hoza ku li başûrê Hekarî li gundê Xanê niştecih bûn. Malbata wî di destpêka sedsala i6an ya zayînî koçî Bazîdê dibin û li nêva êla Mehmûdiyan di kela Dizesor de bi cih dibin. Paşê Rustem ku bapîrê bavê Xanî bi xwe ye ji wir berê xwe dide Bazîdê û mîrê Bazîdê pêşwaziyeke germ lê dike. Bavê Xanî şêx Ilyas...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues