| VersionsNûbihar, n° 99 [Kurdî, İstanbul, 2006] Nûbihar, n° 100 [Kurdî, İstanbul, ] Nûbihar, n° 112 [Kurdî, İstanbul, 2010] Nûbihar, n° 114 [Kurdî, İstanbul, 2010] Nûbihar, n° 116 [Kurdî, İstanbul, 2011] Nûbihar, n° 117 [Kurdî, İstanbul, 2011] Nûbihar, n° 119 [Kurdî, İstanbul, 2012] Nûbihar, n° 127 [Kurdî, İstanbul, 2014] Nûbihar, n° 135 [Kurdî, İstanbul, 2016] Nûbihar, n° 138 [Kurdî, İstanbul, 2017] Nûbihar, n° 139 [Kurdî, İstanbul, 2017] Nûbihar, n° 141 [Kurdî, İstanbul, 2017] Nûbihar, n° 142 [Kurdî, İstanbul, 2018] Nûbihar, n° 141
 Suleyma çevik
 
 Pak Ajans
 
 Bêguman her netew xwedî, resenî û taybetiyên otantîk in. Lê di nav gelên cîhanê de ê herî berbiçav gelê Japon e. Lew, ew di giraveke dorhêla wê bi oqyanûsê rapêçayî dijiyan û derfeta wan tunebû ‘ ku xwe bigihînin erdnîgariyên din. Van şert û mercan kir ku ew bi xwezayê re bi dostanî bijîn û dostê hev bin. “Haîkû” an “hayko” yek ji taybetmendiyeke wan a hêja ye.
 
 Di nav Japonan de nivîsandina Haîkûyên serkeftî yek ji nîşaneya maqûliyê bû. Ji ber vê çendê di pergala gerdoyî ku sêsed sal domand û her şerê derebegitiyê bû, li Japonyayê her şervanê bi navûdeng diviyabû nivîskarek baş ê haykoyê jî be. Kesên ku roj tim di qada şer de mêr dikuştin bi êvarê re hildikişiyan qesrên xwe û li wir li baxçe temaşe dikirin û guh didan şireşira avê, dengê ba, berf, baran û temaşeyî heyv û esmên û stêrkan dikirin û diketin medîtasyonê. Roja din ew sê ristên jiber kiribûn dixwendin. Bi salan re ev jiyana bi sirûştê re lihevhatî û aram kir ku helbesta haykoyî bibe gencîneyeka balkêş a Japonan.
 
 Peyva haîkûyê ji kîteya “hai”ku yê wateya sirûştê û ji kîteya ...
 Naverok
 
 - Haîkû, Berken Bereh / 4
 - Versiyoneke Garşûniya Kurdî ya Mem û Zinê, Mustafa Dehqan - Wergera Ji Îngilîzî: M. Şirin Filiz / 6
 - Rehm û Wefa, Rojen Barnas / 11
 - Di Adata û Rusûmatnameê Mela Mehmûdê Bazîdî de: Eslê Kurdan û zimanê wan, Murad Celalî / 12
 - Deh Haîkû, Sidîq Gorîcan / 19
 - Hevnasîna Nûbiharê û çanda xwendinê, Adar Jiyan / 20
 - Kurtedîroka Berhevkirina Stranên Kurdî, Mesûd Serfiraz / 24
 - Di Serjimara Yekemîn ya 1927an de Gelheya Bajarên Kurdistanê û Rewşa Zimanê Kurdî, Bahadîn Hawar Kerboranî- Emrullah Deniz / 30
 - Çi dibe loo zemano, Berken Bereh / 39
 - Di Belgeyên Dewletê de Bajarê Agirî, Nihat Öner / 40
 - Qeda bi finda derewîn keto, M. Zahir Ertekin / 47
 - Hejar, Maruf Xeznedar - Ji Soranî: Ziya Avci / 48
 - Çîrçîrok û talana li ser 'çîrçîrokari’, Cîhan Roj / 53
 - Bo derdê me nîne derman hewara, Hafizê Şîrazî - Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar / 55
 - Gûnter Grass û berhema bi navê Dahola Tenekeyî, Shahîn Bekir Soreklî / 57
 - Çilê 2017a, Sîpanî / 58
 - Seîdê Kurdî û Mistefa Paşayê Keçel, Abdullah Can / 61
 - Rojhilatzan, hunermend Aslîka Qadir Asûriyan jî, Ermeniyan jî şayî û şînên xwe bi stranên Kurdî kirine Hevpeyvîn: Nihad Gultekin / 66
 - Serboriya Keran, Nejla Sado / 74
 - Were îro me bi te karek heye, Mewlana Celaleddînê Romî - Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar / 77
 - "Neke bi serê kesanL”, Besra Rranî / 78
 - Fikra Azad, Johann Wolfgang von Goethe Wergera ji Almanî: Abdullah Incekan / 80
 - Qani': Helbestvanê Mezlûman, Yasîn Osman Hesen - Ji Soranî: Mehmet Yildirimçakar / 81
 - Kilamên Litfiya Mala Şûşa, Evdî Hesqera-Mahmûdê Hesbêra / 83
 - Firmêsk, N. Mem Dem / 85
 - Du Mirov, Têkoşer Kurd / 86
 - Ax bang dide diqîre, Merve Şivan / 87
 - Mela Hesenê Kaçkarî û mersiyeyên wî yên li ser Şêx M. Maşûq, Hanefi Taşkin / 88
 - Şîna Kalerindê Dilovan, Talat inanç / 94
Jİ EDÎTOR
 
 Ji jimara 141merheba!
 Li welatên pêşketî û demokrat, çi ji bo çêkirin û guhertina qanûnan, çi ji bo pêşerojê û çi jî li ser meseleyên îdarî sîstema dewletê destûr dide ku xelk here ser sendoqê û gotina dawîn xelk bibêje.
 
 Ev rêya maqûl û însanî, bi referandûmê welatiyan dike mudaxîl û şirîkê îdareyê û ji me re dibêje ku li wî welatî demokrasiyê cihê xwe girtiye.
 Kurdan jî 25ê îlonê, di atmosfereke rehet de, di nava aştiyê de referandûmeke demokratîk çêkirin û ji %93yê dengdêran jî ji serxwebûnê re “erê” gotin.
 Li van welatana gelek kes nizane hilbijartin çi ye, lê Kurdan rabûn referandûm çêkirin û dengê xwe ji bo serxwebûnê dan.
 
 Paşê hûn dizanin çi bû; ji her alî ve nîfaq û fesadî xistine navbera me û ev sekna me bêmane kirin.
 Helwesta Tirkiyê û îranê ji bo her Kurdê dunyayê birîneke mayende ye.
 Li şûna me, milletek din ev referandûma bikira, jixwe tu qiyamet ranedibû.
 Bi van gotinan naxwazim Kurdan ji xeta û qisûran paqij bikim.
 Lê bila ji Kurdan tu kes, li ser mexlûbiyeta hinekên din ji xwe re li feydeyekê negere.
 îxanet jî, mexlûbiyet jî kêmasiya me ye.
 
 Çima emê îxanet bikin, çima emê mexlûb bibin? Çareya vê çi ye, em lê bigerin.
 Berê jî gelek caran em ketine û rabûne. Sibehê çi firset wê derkevin pêşiya me, em nizanin. Kurd milletek qedîm yê vê coxrafyayê ne; her cara ku em ketine ji berê xurttir rabûne.
 Dixwazim balê bikşînim ser çend maddeyan:
 
 1-Me careke din dît ku dewletên dora Kurdan dijminê hev bin jî, li ser meseleya Kurdan di navbera wan de îtîfaqek ebedî heye. Dewletên dunyayê jî eger ji dostaniyê, eger ji menfîetê li şûna Tirk, Faris û Ereban îro Kurdan tercîh nakin.
 
 2- Me careke din dît ku “kurmê darê ne ji darê be, zewala wê tuneye.” Wekî gelek caran îro jî em bi darbeya dijmin mexlûb nebûne.
 
 3- Rast e, me kesî ewqas bertek nedipa; lê dibêjin, herkes li benda êrîşek weha bû, wê wextê çima rayedarên Kurdistanê tedbîr negirtin?
 
 4- Madem em dewletê ava dikin, di kîjan dewletê de du artêş hene? Çima heta niha we pêşmergeyên xwe nekirine yek?
 
 5- Divê Kurd weke millet bifikirin. Heta nebin millet, xêra hevudu nexwazin û yekîtiya xwe çê- nekin bi ser nakevin, dunya jî qîmetê nade wan.
 Bi çend gotinan behsa vê jimarê jî bikim.
 Piştî ku Berken Bereh edîtoriya helbestên me dike, qalîteyek aniye helbestên kovarê. Ji ber keda wî em jê re spasdar in.
 
 Edîtorê me yê helbestê Berken Bereh di nivîsa xwe ya hêja de behsa şaîrên vê jimarê kiriye, ez jî hem ji wan re, hem jî ji rêzdar; Mustafa Dehqan (werger: Mehmet Şirin Filiz), Murad Celalî, Adar Jiyan, Mesûd Serfiraz, Bahadîn Hawar Kerboranî-Emrullah Deniz, Nihat Öner, Maruf Xeznedar (werger: Ziya Avci), Cîhan Roj, Shahin Bekir Soreklî, Abdullah Can, Nejla Sado, Besra Pîranî, Yasîn Osman Hesen (werger: Mehmet Yildinmçakar), Evdî Hesqera-Mahmûdê Hesbêra û
 Hanefi Taşkın re spasî û malavayî dikim ku bi nivîsên xwe ev jimara Nûbiharê dewlemend kirine.
 
 Çêkerê hevpeyvîna vê jimarê dîsa Nihad Gûltekin e. Nihad Gûltekin bi rojhilatzan, hunermend Aslîka Qadir re hevpeyvînek xweş çêkiriye.
 Heta jimarek din bimînin di xêr û xweşiyê de...
 
 SüleymanÇevik
 
 Haykû
 
 Berken Bereh
 
 Bêguman her netew xwedî, resenî û taybetiyên otantîk in. Lê di nav gelên cîhanê de ê herî berbiçav gelê Japon e. Lew, ew di giraveke dorhêla wê bi oqyanûsê rapêçayî dijiyan û derfeta wan tunebû ‘ ku xwe bigihînin erdnîgariyên din. Van şert û mercan kir ku ew bi xwezayê re bi dostanî bijîn û dostê hev bin. “Haîkû” an “hayko” yek ji taybetmendiyeke wan a hêja ye.
 
 Di nav Japonan de nivîsandina Haîkûyên serkeftî yek ji nîşaneya maqûliyê bû. Ji ber vê çendê di pergala gerdoyî ku sêsed sal domand û her şerê derebegitiyê bû, li Japonyayê her şervanê bi navûdeng diviyabû nivîskarek baş ê haykoyê jî be. Kesên ku roj tim di qada şer de mêr dikuştin bi êvarê re hildikişiyan qesrên xwe û li wir li baxçe temaşe dikirin û guh didan şireşira avê, dengê ba, berf, baran û temaşeyî heyv û esmên û stêrkan dikirin û diketin medîtasyonê. Roja din ew sê ristên jiber kiribûn dixwendin. Bi salan re ev jiyana bi sirûştê re lihevhatî û aram kir ku helbesta haykoyî bibe gencîneyeka balkêş a Japonan.
 
 Peyva haîkûyê ji kîteya “hai”ku yê wateya sirûştê û ji kîteya “ku” yê wateya “valayî” an “esmên”
 pêk hatiye. Budîstek Hîndû van her du têgihan bi vê gotinê li hev tîne; “bibine yek, wek lihevhatina esmên û valahiyê.” Ji vê jî ev derdikeve ku însan wek esmên, aram û zelal be fêrî jiyanê û sirra wê dibe.
 
 Haîkû navê helbesteke Japonan ê kin e ku ji sê ristan Go-Shîchî-Go (pênc-heft-pênc) û hefdeh kiteyan pêk tê. Helbesta Japonî li ser vê helbestê ava bûye. îro jî her sal li Japonya mihrîcana haîkûyan tê lidarxistin û helbestvanên haîkûyan ên welatên din diçin vê mihrîcanê. Mîna figûrên çanda Japonan ên mîna xwarina xav, geisha, kimono, harakîrî, gulaşa somo, dêlindêzên çayê, yakuza û hwd. Haîkû jî piştî ronesansa Japonan li gelek deverên dinyayê belav bû û bi dilşadî hate pêşwazîkirin û bandoreke ecêb li ser helbestvan û helbesthezan kir. îro ro hema tu welatek nemaye ku helbestvanen wê ev cûre helbest neceribandine û nenivîsandine. Dîsa gelek Haîkûyên Japonî hatine wergerandin li zimanên din.
 
 Gerdûna Haîkûyan
 
 Haîkû rêwîtiyeke gewre ye ber bi dilê xwezayê ve. Em vê rastiyê di haîkû û ji jînenîgariya Başo ku avakarê wê ye de zanin. Ew ta dawiya jiyana xwe her ...
Suleyma çevik
 Berken Bereh
 Mustafa Dehqan
 M. Şirin Filiz
 Rojen Barnas
 Murad Celalî
 Sidîq Gorîcan
 Adar Jiyan
 Mesûd Serfiraz
 Bahadîn Hawar Kerboranî
 Emrullah Deniz
 Nihat Öner
 M. Zahir Ertekin
 Ziya Avci
 Cîhan Roj
 Hafizê Şîrazî
 Hayrullah Acar
 Shahîn BekirSoreklî
 Sîpanî
 Abdullah Can
 Aslîka Qadir
 Nihad Gultekin
 Nejla Sado
 Besra Rranî
 Abdullah Incekan
 Mehmet Yildirimçakar
 Evdî Hesqera
 Mahmûdê Hesbêra
 N. Mem Dem
 Têkoşer Kurd
 Merve Şivan
 Hanefi Taşkin
 Talat Inanç
 
 Nûbihar, jimar 141
 
 Pak ajans
 
 Pak ajans yayıncilik ltd. şti.
 Nûbihar, jimar 139
 Kvara çandî hunerî edebî
 (Kültür sanat edebiyat dergisi)
 Sal: 25 - cild: 21 – Payiz 2017
 Li ser navê Pak Ajans yayıncılık Ltd. Ști.
 Xwedî û Gerinendeyê Weşanê / Sahibi ve Yazi işleri müdürü
 Süleyman Çevik
 
 Buyûk Reşit Paşa cad.
 Yumni iş merkezi n: 22 – 29
 Vezneciler - Fatih / İstanbul
 
 Tel & Fax: (0212) 519 00 09
 www.nubihar.com
 nubihar@gmail.com
 
 Nûnertiya Almanya
 Burhan Kaya
 kizilkaya_burhan@yahoo.de
 Tel: 0234 - 7922968
 
 Çapxane:
 Alioglu mat. bas. yay. ve kağ. san. tic. ltd. şti
 Orta mh. Fatin Rûştû sk. n: 1-3 / A
 Bayrampaşa / İstanbul
 
 Tel: 212 612 95 59
 
 Yayın türü: Yerel süreli
 Berdêla abnetiya salane
 Tirkiye: 35 TL
 Welatên din: 25 Euro, 30 $
 
 Hesabê Bankê:
 Pak Ajans Yayıncılık Turizm ve Dış Tic. Ltd. Şti.
 İş Bankası Laleli Şubesi: 1084 – 0452003
 IBAN: TR24 0006 4000 0011 0840 4520 03
 
 Nûbihar ji 3 mehan carekê; Payiz, Zivistan. Bihar û Havinê tê weşandin.
 Mesûliyeta ramanên di nivîsaran de aidê niviskaran e.
 Berhemên hatine şandin bi şûn de nayân vegerandin.
    nubihar_kovar_kl_n_141.pdfVisionneuse n'a pas trouvé le document
 |