La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xwençe V


Éditeur : Yekîtiya Nivîskarên Kurd Date & Lieu : 1991, Stockholm
Préface : Pages : 294
Traduction : ISBN : 91-630-0762-2
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Kl. 3381. VThème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Xwençe V

Versions


Xwençe cild V

Ez vê pirtûka xwe pêşkêşê Nexweşxana Xaça Sor Beşa Îşkencedîtan ya li Stockholmê dikim...

Gelek tiştên rast hene eger ji meriv re dij bin jî, dema ku meriv de- stê xwe datîne ser wijdana xwe, bê daxwaz meriv wan rastiyan qebûl dike û bi devê xwe dibêje. Dîsa gelek tiştên rast hene herçiqasî meriv bi devê xwe nabêje jî, lê timî dilê meriv dibêje. Bêguman her merivek yan rêxistinek yan jî hikûmetek ji xwe re pilanekî, programekê çêkiriye daye pêşiya xwe û li wê gorê dimeşe. Îcar yek ji wan çaxê zanibe ku di şaşiyê de ye, dîsa jî mîna xwe dike û bêsekan li şaşiya xwe didomîne. Lê belê tu tişt mîna wijdana meriv ku rastiyê bêje, tune! Lê mixabin heçîka yên bihêz û zirp in, hiç guh nadin wijdana xwe û lê guhdarî nakin. Lewra yên karbidest, ew bixwe ne. Îcar heçî yên bêhêz û jar in jî herçiqasî guh didin wijdana xwe û lê dihisin, lê belê vêca êdî tiştek ji destên wan nayê ku bikin.

Îro rewşa Kurdan li diyarî çavan e, ku dijmin çi bi serê wan ve tînin. Xasma ew zarûkên bêxwedî ku dê û bavên xwe wenda kirine û hay ji wan tunin. Ew kal û pîrên ji herdu çavan kor ku ji ber dijmin direvin û riya xwe nabînin ku herin. Ew pîrekên ku termê zarûkên wan li ber wan in û bi zikê birçî li ser wan digirîn û şin dikin. Ew kesên nigxwas û bêkinc ku bi rojan di nav herî û qeşemê de ji ber dijmin direvin û li rê diçin jî, lê tirsa çekên kimyawî wan pê nade hisandin ku dicemidin. Herweha bi hezaran siqûmatên wisa yên din...

Îcar eger ez ne Kurd bûma, ji ber wê belengaziya Kurdan dîsa jî min ê ji wan re alîkarî bikira. Lê eger baweriya min bi olekê tuneba, dîsa jî min ê ji Kurdan re dua bikira. Eger ez serbirê merivan bûma, ji ber belengazkirina Kurdan dîsa jî min serê gunehkarên wan jê nedikir. Herweha eger ez nêçîrvanek bûma, dîsa jî min rawilên Kurdistanê nedikuştin. Çimkî rawil û trûdiyên li Kurdistanê jî tev birîndar bûne û li erdê perşikandî û çokquraftî mane. Bêguman di vê "Dinya medeni" de ji Kurdan pê ve perişan û belengaz, jar û bindest, bêxwedî û naçar, bêmaf û bêpar wekî din kes tune! Îcar divê ku em Kurd tev vê yekê rind zanibin, eger em pişta xwe ne bi destên xwe bixwirînin, xêra xwirandina bi destên xelkê ji me re tune! Çimkî di vê "medeniyet"a li dawiya Sedsala Bîstî de "Çêlekê bi destiyê qazme ve rêx kiriye û qazi nikare biryara şerîetê (di layê Kurdan de) bide!"

Ev yek rastî ye ku "Rim di têrrê de nayê veşartin", ha wisa "Roj jî bi perdê nayê vegirtin." Lê belê îro dijminan rima me jî di têrrê de veşartine û roja me jî bi perdê vegitine. Çimkî ev 65 sala in ku zimanê kurdî çand û folklora wî qedexe kirine û bi xwînê nixumandine. Bêguman ev xwînxwarî û hovîtiya ku îro li Kurdan tê kirin, hê jê zêdetir li ziman û çanda wan jî tê kirin. Îcar çaxê ku ziman nebe, hebûna meriv jî tune.

Bêguman dema neteweyek sist û nezan be û di derbareya siyasi de ji heqê xwe neyê der û eger ziman û çanda wî li diyarî çavan nebin, çu kes hebûna wî qebûl nake û wî nanase. Lê belê rewşa ziman û çanda kurdî ne ji wê qebîlê ye ku nehatibin naskirin û nû derketibin holê. Lewra îro li dinê her kes wan dinase û pê dizane. Lê ji 1923 an ve ye ku dijminan felekê li me çep gerandine. Bêguman tiştê herî girîng jî ev e ku dijminên me çar hikûmetên ji eyni ola me ne. Îcar li me wek mesela ve gotina pêşiyan hatiye kirin: "Eger diz ji malê be, ga di kulekê re derdixe!"

Çewa ku li diyarî çavan e, ji "Peymana Qesreşêrînê" 1639 an ve ye, ku polîtîkayeke sistematik li ser Kurd û Kurdistanê tê meşandin û ew hêjî berdewam e. Bi taybetî jî ev sê-çar miletên cîranên Kurdistanê xasma politikaya oli bi awayekî wisan xirab bikar anîne ku ji Kurdan bo meseleyên oli kur û bav, keç û dê, xwişk û bira, xizm û pisman hemuyan kirine dijên hevdu û şexsiyeta wan ya netewî taromar kirine. Lê belê her çiqasî ew wahşet û hovîtî hatine bikaranin jî, dîsanê nikaribûne Kurdan ji koka wan dûr bixînin. Lewra li pêşberî wê yekê çi dema ku fırseta zana û rewşenbîrên Kurd çêbûye, bi awayên cihê xwe dane eşkerakirin û ji bo azadiya xwe lipikîne.

Berxwedana zimanê Kurdî ya li hemberî dijminan, ji medeniyeteke pir kevn û çandeke dewlemend tê. Ekene di şûna Kurdan de eger neteweyekî din buya, niha hebûna xwe nedinasî û mina Qiptiyên Misrê ji rûpelên tarixê wenda bûbûn. Lê belê zimanê kurdî yek ji dewlemendtirîn zimanên Hindo-Ewrûpî ye. Ji ber hindê dijminan her çiqasî li hember tarîxê rûreşîne mezin kirine; ziman û folldora kurdî qedexe kirine, bermaya wan ji xwe re birine û bo xwe re kirine mal û serwet, lê neteweyê Kurd di nav xwe de pêre pêre xwe bixwe ew valayî dagirtiye û nehiştiye kêmasî têkeve nav de.

Îcar ji ber van sedemên li jor e, dema ku meriv bala xwe dide zaravayê kurmancî, tê de cûre-cûre devok têne xuyakirin. Heta hinek gundên Kurdan yên cîran hene ku di navbera wan de navbereke pir kin jî heye, lê ew hin bêjeyên ji hev cuda bilêv dikin ku hîç naşûfine hevdu. Bikurtî ez dikarim vê bibêjin: Zimanê kurdî ji ber esîlbûn û dewlemendiya xwe ya taybetî -ji derveyê hin bêje û termên ku ji tîna olê peyda bûne -semaxa tiştên biyanî di nav xwe de nake.

Min di destpêka 1985 an de programekî dirêj bo nivîsandina "Xwençe" hazir kiribû. Li gorî programê divabû ku deh cild pirtûk derketibana. Lê belê ji ber hin sedemên taybetî niha min programa xwe bi temamkirina "Xwençe V" da sekinandin. Lê ez bi umîd im di pêş de ku dê programa xwe bigehînim dawî. Herweha min di ber nivîsandina van pênc cildan de, çend pirtûkên klasik jî yên ku ji aliyê nivîskar û helbestvanên Kurd ve di demên cihê-cihê de berê bi tîpên Erebî hatibûne nivîsandin, wergerandine tîpên Latênî û dane çapkirin.

Bêguman ji hemû dem û çaxan bêtir, Neteweyê Kurd îro muhtacê alîkarî û wefadariyeke pir zêde ye. Lewra her ku diçe û teknîka dinê nûjentir dibe, dijmin jî êrîşên xwe nûjentir dikin û metodên "demokratî" yên cihê-cihê li Kurdan dihonin. Îcar ya girîngtirîn ev e ku di van salên dawî de, ji xeynî faşîst û xwînxwarên dijminan êdî çepên wan jî dest pê kirine ango bi "dost"î qaşo riya rastiyê nîşanê me didin, dibin "alîkar" û teşqeleyên herî mezin bo me çêdikin! Nexwe madem rewş ev e, îcar li hember vê wahşet û hovîtiya dijminan, çi ji ki tê li gorî destdana xwe eger ji gelê xwe re bibe alîkar, ew berpirsyariya xwe bi cih tîne û li hember dîrokê xwe rûsipî dike.

Ez di dawiya 1984 an de ji Kurdistanê reviyam û çûm li Swêdê ciwar bûm. Lê belê ew işkenceya di 178 rojan de ku Cunta Faşîst a Tirkiyê li min kiribû, êdî baweriya min nemabû ku ez ê hîn bijîm. Lê Xaça Sor min girt binê tedawiyê û pênc salan ez tedavî kirim. Bi wê yekê ez hin bi hin xweş bûm û mîna ku ji nû ve bêm dinê çavên min ruhn û tîrêjdar bûn. Îcar ji ber ku di wan salên tedawiyê de aboriya malbata min ji aliyê Dewleta Swêd ve dihate kirin, min zemanê xwe tev dida ser nivîsandinê.

Ji wan 23 pirtûkên ku min ew pêşkêşî Pirtûkxana Kurdistanê kirine, piraniya wan bi alîkariya diravî ya Dewleta Swêdê, lê ji aliyê weşanxaneyên Kurdan ên cihê ve hatine çapkirin (Li dawiya pirtûkê binêre). Herweha di van iş û karên min de gelek heval û dostên kurdperwer jî bo min alikariya xwe nehêvişandine. Îcar ez bi dilgermî spasiyên xwe pêşkêşê Dewleta Swêd, Xaça Sor û wan heval û dostên welatparêz dikim û bo wan serkeftin û jiyaneke dirêj divêm.

Xwençe, cilt V, bi rewş û naveroka xwe, dewama her çar cildên pêşiya xwe ye û li ser du beşan hatiye sazkirin.

Beş - I Kilamên evînî û gelêrî:
Di destpêka pirtûkê de helbesteke min bixwe ya bi navê "Pêşkêşê Xaça Sor" ku min ew bo Xaça Sor diyarî kiriye heye. Yên din, li ser evîn û evîndaran hatine gotin. Îcar me ew ji dengê şerîtên kîjan hozanî girtibin, navên wan jî li bin hatine nivîsandin. Lê heçîka yên gelêrî, navê tu kesî li dawiya wan tune. Li vir jimara wan 56 e.

Beş - II
A) Serpêhatî:
Bêguman ji ber ku jiyana Kurdan gelekî bi teşqele ye, meselokên serpêhatiyên wan jî pir hene. Ji wan me tenê du heb li vir nivîsîne. Yek serpêhatiya "Kafir Mistê" ye û ya din jî ya "Malbata Emer Axa" ye. Ew herdu serpêhatî di nav xelkê de hem bi stranî hem ji mîna çîrok bi devkî têne gotin.
B) Meselok:
Li nav Kurdan gelek meselokên pirtexlît yên bi babet û naveroka xwe ji hev cuda hene. Me ji wan 16 heb li vir nivîsîne.
C) Meselokên Rawilan:
Li vir meselokên rawilan çar heb hene. Lê belê ya bi navê "Zira Kerê û Lota Devê" helbesteke mamoste Cegerxwîn bû, ku me şiroveya wê bi awayê pexşan nivisiye.
D) Çîrok:
Di pişka çîrokan de li vir 18 heb hene. Lê eger ev çîrok berfireh bibin û bi awayekî xweş bêtin nivisandin, ji wan her yekê pirtûkeke mezin derdikeve û hêjane ku li ser wan filim jî bêne çêkirin.
Ev karê min yê nivîsandina stran, serpêhatî, meselok û çîrokan tenê berevkirin e û daxistina wan ya nivîsê ye. Lewra ez li wan çu lêkolîn nakim û li rastî û şaşiya wan nagerim. Çimkî ew kar dê piştre çêbibe û îşê hunermendên wan e.
Ez bi kutakirina Xwençe, cildê pêncan pir kêfxweş im ku fersend çêbû û min pareke hindin ji wê çanda qedexekirî ji dev û dengan girt û daxist nivîsê. Îcar ez bi umîda temamkirina her deh cild Xwençe niha li vir dawî tînim û bi daxistina wê di Pirtûkxana Kurdistanê de kêfxweş û şad im.

12.09.1991
Zeynelabidîn Zinar



Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues