La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Yekîtiya Sosyalîst, n°18


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1989, Uppsala
Préface : Pages : 24
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 205x295 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Tr.Thème : Politique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Yekîtiya Sosyalîst, n°18


Yekîtiya Sosyalîst, n°18

Ala Rizgarî

Compt d'auteur


Piştî ku Yekitiya Komarên Sosyalist en Sovyet ( YKSS) û dewletên Yekbûyî yên Amêrîkê (DYA) li hev hatin, da ku roketên navçemenzîl û qismek jî yên kurt ji ortê rakin, rewşa dinyayê piçek nerm bû û ew nermî îro jî berdewam e. Niha dîsa, him di navbera YKSS û DYA da ji bo cemidandin û daxistina roketên dirêjmenzîl û stratejik, him jî di navbera Peymana Varşow û NATO da ji bo daxistina çekên konvansîyanel û hejmarê leşker danûstandin çê dibe. Li gor demeke usa baş ku dest pê kiriye, DYA, li cîyê ku roketên kurt jî daxine, yan bi temamî ji ortê rake, dîsa hewl dide wan nujentir bike. Ve yekê di navbera hevalbendên NATO'yê de pirs û problem dendstin.

Qismek ji van roketên menzîlkurt li Kurdistanê hatine...



DIVE EM Bİ GELE XWE U SIYASETA XWE BAWER BIN


Komita Giştî (KG) ya TEVGER'ê, demek berê civiya. Li ser xebata şeş mehê dawî sekini, her usa ji biryarên nû girt ji bo dema pêş. KG li ser rewşa welat û dinyayê sekini û reya xwe di belavoka jêrîn da eşkere kir:

Piştî ku Yekitiya Komarên Sosyalist en Sovyet ( YKSS) û dewletên Yekbûyî yên Amêrîkê (DYA) li hev hatin, da ku roketên navçemenzîl û qismek jî yên kurt ji ortê rakin, rewşa dinyayê piçek nerm bû û ew nermî îro jî berdewam e. Niha dîsa, him di navbera YKSS û DYA da ji bo cemidandin û daxistina roketên dirêjmenzîl û stratejik, him jî di navbera Peymana Varşow û NATO da ji bo daxistina çekên konvansîyanel û hejmarê leşker danûstandin çê dibe. Li gor demeke usa baş ku dest pê kiriye, DYA, li cîyê ku roketên kurt jî daxine, yan bi temamî ji ortê rake, dîsa hewl dide wan nujentir bike. Ve yekê di navbera hevalbendên NATO'yê de pirs û problem dendstin.

Qismek ji van roketên menzîlkurt li Kurdistanê hatine bi cî kirin û kîngê şer derkeve, li gor gotina xudîyan, "ji bo sekinandina alîyê din" ewê bi kar bên, ango li ser Kurdistanê wê biteqin. Bi vî awayî, Kürdistan, li gor planên NATO'yê di şerda wê bibe nîşangeheke pêşîn her usa jî wek mîsaleke bêşermîye ji sîyaseta dewleta Tirk nîşan dide. TEVGER dixwaze ku hemû çeken Atomî ji Kurdistanê bên rakirin û tevî wan, hemû çeken kimyevî û biyolojik bi temamî ji orte ben rakirin. TEVGER gazî gel dike ku bo van armancan kar û xebat bike.

Gelê Kurd ne beranê qurbanê ye. Ji planên împeryalîstan û xulamên wan ra na, ku dixwazin Kurdistanê bikin erdekî mirî.

Di mehên dawî da bûyereke girîng jî civîna Wîyanê bû. Vê civînê li ser netîceyên Konferansa Parastin û Hevkarîya Ewrupa KPHE) sekini û biryarên nû girtin. TEVGER, çi biryarên ku di peymana bingehin da, çibiryarên jî ku civîna Wîyanê da natine girtin gelek giranbuha dibine ji bo maf û azadîyên mirovan û miletan, her usa jî gazî hemû terefan û hemû kesen berpirsîyar dike ku kar û xebat bikin, da ku ew maf û azadî ji bo gelê kurd jî bi cî bên. Ger ne usa be, û berekî va biryarên usa rengin bêne girtin, berekî va jî gelekî wek gelê Kurd, di davvîya çaryêkê sedsala 20 an da ji hemû maf û azadîyên bingehin bêpar bimîne, serda jî zulm û zordestiyeke nedîtî bibine, bê qirkirin û nefîkirin, û hember vê yekê ji dinyayê deng dernekeve, ew jî eyb û durûtiyeke mezin e.
TEVGER gazî civîna Paris'e dike di van rojana da kom dibe û li revvşa mafên mirovî dinihêre) û jê dixwaze ku li ser pirsa Kurd bisekine, devvleta Tirk bi xurtî rûreş bike ji bo zordestiyên wê li ser kurdan û piştgirtiya gelê Kurd bike ji bo destxistina mafên xwe. Şik tüne ku, ew nermiya ku di warê navnetewî de çê dibe, dîsa ew tiştên ku di warê mafên mirovî de pêk tên, di salên pêş da tesîrekê jî li Tirkiyê û li ser rewşa gelê Kurd bikin. Dewleta kolonyalîst a Tirk, tim ji şerê sar, ji siyaseta dijeyetiyê û ji warê xwe yê stratejik îstîfade kir, tim di navbera Rojhilat û Rojava da çû hat, ji herdu aliyan ra jî şantaj kir. Lê nah şunda bo dewleta Tirk êdî zehmet e. Nah şun da, şik tune ku him zulma netewî li ser gelê Kurd, him jî mafên mirovî li Tirkiyê û Kurdistana Tirkiyê, wê zêtir derkeve platformên navnetewî.

Îro li Tirkiyê û Kurdistanê têkoşîna hêzên demokrat û rizgarîxwaz dijî faşîzma 12 îlonê û hêzên kolonyalîst bi xurtî berdevvam e. îsal di hilbijartina 26 ê Adarê de milet derseke baş da ANAP ê û hukumeta wê ku hêzeke 12 Îlonê ye û krasê sîvîl kişandiye xwe. Di hilbijartina heremî da hêzên welatparêz li Kurdistanê jî li Dîyarbekir û li gelek ciyên din, dijî zulm û zordestîyê platformeke baş avakirin. Dîsa, protestoya karkeran Lî Kurdistanê û Tirkiyê dijî birçitîyê, betalîyê, ji bo destxistina mafên sendîkalî di adar û Gulana çuyî da giha dereceke bilind. Faşîya 12 Ilonê xwest bi darê zorê pirsa Kurd bi temamî ji bîr derxe û zordestîya xwe gihande vvê derece ku, li davvîyê ev pirs bi destê xwe germ kir. Edî zordestî jî pere nake. Pirsa Kurd niha ne tenê li dorhêlên çep, li kovar û rojnamên burjûwazî, li parlamena wan jî tê qisekirin û derdikeve warê navnetewî. Gelê Kurd, dijî ewqas zulm ve zordestî jî, îsal karî gelek bend û qeydan bişkîne, Newroza xwe li bajaran, gundan, li mekteban û kampên miltecîyan pîroz bike. Li alî din, rejîma faşî, di Yekê Gulanê da cardin rûyê xwe nişan da, xwîn rijand û nehişt ku cejna karkeran bi serbesti bête pîrozkirin.

Evana hemû baş didin xwuya kirin ku, rejîma faşî nêzî neh sal e ku xvvest bi darê zorê têkoşîna karker û xebatkaran, tevgera gelê kurd, tevgera civvanan û bîreweran, bi kurtî hêzên rizgarûcvvaz û demokrat ên gelen me bipelixîne, gel bêdeng bike, welat bike gulistan ji bo hêzên împeryalî û xulamokên wan, lê ne giha armanca xwe.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues