VersionsXwençe II [Kurdî, Stockholm, 1990]
Xwençe IV [Kurdî, Stockholm, 1991]
Xwençe V [Kurdî, Stockholm, 1991]
Xwençe VI [Kurdî, Stockholm, 1993]
Xwençe VIII [Kurdî, Stockholm, 1995]
Xwençe IX [Kurdî, Stockholm, 1996]
Xwençe I [Kurdî, Stockholm, 1989]
Xwençe cild II
Xwençe, cild II, bi rewş û naveroka xwe minaye Xwençe, Cil I ê û dewama wê ye. Yanî ev ew kilam, dîlok, çîrok û meselok in ku tev mîrata bav û kalên me ne û di nav xelkê me de bi devkî têne gotin. Îcar me ji wê mîrata nemir hinekî li vir nivîsî. Lê rewş û tekûziya vî cildî, hinekî ji cildê pêşî cuda ye. Pirtûk li ser du beşan hatiye sazkirin:
Beş I
Ev beş. du pişk in:
A - Kilamên li ser bûyerên dîrokî.
B - Kilamên (dîlok û bacî û lawik) li ser evînê û evîndariyê.
a) Kilamên li ser bûyerên dîrokî: Hin ji wan stranan li ser hin bûyerên tarîxî ne, ku ji aliyê dengbêjan ve hatine gotin û li nav xelkê belavbûne. Piranî di derheq wan bûyeran de çu belgeyên nivîsî tunin, yan ger hebin jî pir hindik in. Lê ew ji aliyê dengbêjan ve bi stranî di nava Kurdan de bi devkî têne gotin û nefşenefş têne domandin. Jimara wan duwazdeh in.
b) Kilamên (dîlok-bacî-lawik) li ser evînê û evîndariyê: Piraniya van li ser keç û xortan û jihevhizkirina bo evînê hatine gotin. Yanî mîna ku qaşo yan ji devê xortekî li ser keçekê, yan ji devê keçekê li ser xortekî hatibin gotin, têne gotin. Lê babet û naveroka hinekan ji hevdu cihê ye. Çimkî hinek ji wan di govend û dîlan û di civanên şahî de têne gotin. Li vir jimara wan 21 heb in.
Beş II
Ev beş du pişk in:
A - Çîrokên rawilane (fabil).
B - Çîrok û meselok.
a) Ev çîrok hemî li ser teba û rawilan hatine gotin. Herçiqasî di nava hinekên ji wan de yekcaran behsa mirovan jî tê kirin, lê ew bi naveroka xwe babeta rawila ne. Hin ji wan dirêj in û hinek jî kurt in. Li vir heşt heb in.
b) Ev çirok û meselok tev yên gelêrî ne û pir jî kevnare ne, ku di nava xelkê me de têne gotin. Îcar di nav hinan de herçiqasî behsa rawilan jî tê kirin, lê bi naveroka xwe çîrok in û babeta wan li ser rewş û jiyana mirovan e.
Ev tip çîrok hin ji wan dirêj in û hin jî kurt in, hinek meselok in û hinek jî mîna pêkenoka ne. Lê eger li hinek ji vanên dirêj lêkolîn û lêgerîn bêtin kirin, her yekê ji wan bi tena serê xwe mina romanekê dibin pirtûkek. Lê mixabin ji ber penaberiya me ya li welatên biyanî û ji bo pirbûna sergêjayî û hebûna derd û kulên giran, tenê me li vir îskeletên wan li hevdu rast kirine û ew daxistin nivîsê. Îcar ez di wê baweriyê de me ku dê nefşên nûhatî li ser wan bifıkirin, berfırekirina wan bikin karê xwe û ji me bêtir, hê çêtirtir li hev sererast bikin.
Lewra hin ji van çirokan, bixwe serpêhatî ne ku li ser hinek bûyerên dîrokî ne û bi haweyê çîrokî hatine gotin. Lê tiştê bala meriv pir dikişine ev e, ku di wan de rewşa jiyana kesên wan demên dûr mîna tava rojê li meriv diyar dibe. Ew çi ji çîna serdest û çi ji çina bindest û ji jiyana çîna olperestan tîrêjên bi şewq didin dema niha û wan çaxên teng û tarî li me ruhnî dikin. Li vir jimara wan 6 e.
Mixabin bi sedsalan e ku ev Mîrata Kurdî bi destên dijminan hatiye perçiqandin, ew şewitandine, li me qedexe kirine û me ji vê gencîneyê bêpar hiştine. Lê îcar divê ku her kurdekî bîrewer, zana û rewşenbîr bi bir û baweriya xwe ya welatparêzî ji bo berevkirin û germiyandina vê mîrata bav û kalan bêsekan bixebite.
Ez di vê baweriyê de me jî ku dê her kurdekî bîrbir dest bavêje vî karê pîroz û berpirsyariya xwe li hember gelê xwe yê jar û bindest bi cih bine. Lewra ew kesên wisa herweha para xwe ya şeref û namûsê jî distînin û wijdana wan jî rihet û hêsan dibe! Sedemê herî girîng jî ev e, da ku nifşên li pey me di biwara nifşa niha de gilî û gazin mekin û li me nifir û afir nebarînin!
Herçiqasî di nava van kar û nivîsên me de, şaşî û nerastî jî çêdibin. Lê bi hêvî me ku dê xwendevanên dilovan rexneyên neçak nebarînin û gelşên bêxwê dermexin holê. Lewra nivîskariya min û ya hin biraderên weke min di zimanê Kurdî de, mîna "Zarûkên çîrokê" çêbûye! Çimkî em Kurd ji ber vê bindestî û koletiya xwe çu xwendineke rind nabînin, tu tecrûbeyên hêja yên berbiçav bi dest naxin, û ne jî me fersend heye ku em li ser welat û dîroka xwe lêkolîn bikin.
Piştî vi cildê diduyan, di nêz de Xwençe - III jî pêşkêşî xwendevanan dibe û di nav Pirtûkxana Kurdistanê de cihê xwe digire. Herweha ez gelekî spas dikim ji wan heval û dostên kurdperwer re, ku di van pir- tûkên min de alîkariya xwe gihandine min
21.03.1988
Zeynelabidîn Zinar
Naverok
Beş: 1
A - Kilamên li ser bûyerên dîrokî
01 - Serlildana Mala Elîyê Ûnis / 10
02 - Kuştina Şerîfê Temo / 16
03 - Kuştina Elo / 32
04 - Siîdê Ehmed / 37
05 - Keremê Elî / 40
06 - Şerê Çîyayê Tendûrekê / 44
07 - Mîrpenco birawo / 52
08 - Xalit Begê Cibrî û Mistefa Kemal / 55
09 - Seydxanê Kerr / 57
10 - Ferman e ferman / 60
11 - Hewar e hewar 63
12 - Eskerê Hikûmata Romê giran e / 67
B - Kilamên (Dîlok û bacî û lawik) li ser evînê
01 - Fatima Salih Axa / 73
02 - Sewdabûn / 87
03 - Têlî / 88
04 - Edla û Şerefdîn / 94
05 - Hebîbayê / 102
06 - Erebê / 106
07 - Hay lê Gulê / 112
08 - Lawxal / 117
09 - Xezala Welatê Serhedê / 119
10 – Hine, hine / 121
11 - Ku dil bi dil be / 122
12 - Çavên reş bê kil man / 124
13 - Keç xwe bi dermanan xirav dikin / 126
14 - Tu axa yî lo / 128
15 - Medîna / 130
16 - Melûlo / 131
17 - Derdê dilan / 135
18 - Hey lo delal tu newêrî / 140
19 - Ew ya min e / 144
20 - Ax lê sînemê / 145
21 - Lê yeman Koçerê / 147
Beş: 2
A - Çîrokên rawilane (fabil)
01 - Roviyê qarçek û qijika xasûk / 149
02 - Rovîyê şilqat / 158
03 - Kêzê û mişko / 165
04 - Xwişkebiratîya teyrê û rovî 170
05 - Nêvekariya kîso û rovî / 178
06 - Gurê bêpar / 182
07 - Xeyda kîvroşkê / 184
08 - Zewaca qijik û kevokê / 185
B - Çîrok û meselok
01 - Gul û Sînem / 239
02 - Silqo / 247
03 - Cihuyê Çikûz / 260
04 - Bazirgan û koleyê mêrxaz! / 269
05 - Ehmedê dekvan / 272
06 - Elik û Fatik / 281
Beş I
A - Kilamên li ser bûyerên Dîrokî!
Serhildana mala Eliyê Ûnis
Oooy!..
Ho hoooy de erê ferman e, ferman e!
Ferman e, ferman e, ferman e, ferman e!
Û ferman e, ferman e, ferman e, ferman e!
Û xalo emê çi bikin şer giran e looo!
Û ferman e, ferman e!
Ferman e, ferman e, ferman e, ferman e!
Keko li me ferman e!
Û ne zirtê odê kurê camêra ne!
Ne merivê kerik ê simbêla badidê
nav qîz û bûk û jinebî û bê van pîreka ne!
Û ne ku mirov ê berê xwe bidê di şerê giran e,
destê xwe bavêje darê demaçan û van Elemaniya ne.
Û bila keskî zirtê xwe nedê û nebê:
Emê berê xwe bidin şer û qewxeyê giran e!
Û bira li ser mala Elîyê Ûnis qewmê Çiya ne Axawooo...
Hêêêwuuuiiiîîî...
Aaaxxx...
Û ferman eee, eee, eee, eee, eee, eee, e...
Xalo li me ferman eee!
Û bira! bila kesekê zirtê xwe nedê
ser mala Elîyê Ûnis, wan qewmê çîya ne.
Û lêlîbelêêê
sond xwarine bi şêx Evdilqadirê Gêlanî
ma Zeynelavidînê nava Nisêrbînê
û perda wî Weysilqeranî
Sond xwarine bi wî siltanî Siltan Şêxmûsî
bi wê qub û perda wan e
û jin û namûs û pîrekê xwe bi sê telaqa berdane, go:
-Emî serê xwe nakin şewqa ne!
Û emî destê xwe nakin di kelemça ne!
Û bira!
Emî tu cara destê xwe nakin destê van bêbavê Tirkan e!
.....
Zeynelabidîn Zinar
Xwençe, cild II
Kilam - dîlok û çîrok
Weşanxana Çanda kurdî
© Z. Abidin
Stockholm 1990
Tryckt av Apec-Tryck
Kurdiska Kulturförlaget
Weşanxana Çanda kurdî
Box 161 39
103 23 Stockholm / Sweden
ISBN 91 86146 35 1