La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xwençe IX


Éditeur : Pencînar Date & Lieu : 1996, Stockholm
Préface : Pages : 294
Traduction : ISBN : 91-972779-0-8
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Kl. 3381. IXThème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Xwençe IX

Versions


Xwençe cild IX

Şadî bo rihê şehîdê nemir Şêx Evdirehmanê Garisî.

Çewa ku roja Neteweyê Xwençeyê êdî rind avêtiye der û dinyaya nijada wê bi qîma dilê kesirî germeron kiriye û ku deverên tarî lê rûhnî bûne, çepeltiya ziman û çanda biyanî ji xwe dûr hêlaye, êdî roja "Projeya Xwençe"yê jî gihaye radeya xwe ya dawîn û ruhniya xwe kame kiriye ku êdî here ava. Lewra li dû vî cildê nehan, tenê cildek maye ku dawî lê bê. Bi derketina cildê dehan re, êdî ev proje digîje hedefa xwe ya dawîn û wê xatirê xwe ji kesên emekdar, xebatkar, alîgir û xêrxwazên xwe bixwaze, here bikeve nava rûpelên mêjû û di hêlîna mirovatiyê de bihêwire, ji Pirtûkxana Kurdistanê re jî bibe malekî arinzî.

Di 1985’an de gava ku min Projeya Xwençeyê hazir dikir ku wê deh cild, her cildek li dora 300 rûpelî ji deryaya folklora kurdî bêtin amadekirin û bi forma pirtûkan bêne çapkirin, ji min re pir zehmet dihate dîtin û barekî giran jî xuya dibû. Lê ew gotina ku dibêjin: Kî çi bixwaze, Xwedê wî didê, hîç ji bîra min nediçû û tengên min lê dişidiyan, her ku diçû zêdetir lê dişidiyan û min hîç xwe sist nedikirin û her berepêş ajot. Piştre bi derketina her cildekî Xwençeyê re, ez wisan kêfxweş û şad dibûm herwekî min bi destên xwe îşkencexaneyekê rûxandibe û hevalên xwe yên birîndarên îşkencê jê derxistibe, hesab jî ji îşkencekiran pirsî be.

Erê, rast e ku dibêjin: Kesê ne li warekî, ne bi halekî! Ew êşa 178'an hîç ji bîra min naçe. Ji bilî îşkenceya fizîkî xasma jî ew gotina îşkencekiran ku hertim di ruyê min de digotin: "Eger Kurd hebûna, wê zimanê wan nivîsî bûna! Madem ku zimannivîs tune, ev dewktçêkirin çi ye? ta roja mirinê jî jibîr nakim. Aya ji ber tîna agirê wê yekê min jî da xwe û bi şevan, bi rojan, rojên moledan û cejnan herûher şixulîm, xebitîm û heta niha 30 pirtûkî daxistime nava refên Pirtûkxana Kurdistanê ku her yeke wan ji nikaran re bûye beyaneke bênikar.

Min, piştî saleke wê îşkenceya dijmirovî ji Yezdanê dilovan xwest ku ne 178 roj, xwezil duqat (356 roj) îşkence li min hatibûna kirin. Belkî heta niha min jî jimara pirtûkên kurdî gihandibûna 60 'î. Lê her çi dibe jî eger li virê gotin rewa bê pejirandin, ez ji wan polîsên her pênc îşkencexaneyan re pir spas dikim ku wan bi berpirsyariya xwe ez li berpirsyarê Xwençeyê sîqal kirim. Îcar ji rika wê gotina ku digotin "ziman tune" min jî nig dan erdê û ger tenê bi Xwençeyê be jî bi wan da peyitand ku zimanekî dewlemend li pêşberî çavên kor heye û deh cild ji folklora wî zimanî jî nîşan daye. Ez çendî yek kêmtirîn ji Kurdan im jî min ev îş kirin, lê ka bê Kurdên zîrek heta niha çend pirtûkên wilo derxistine pêşberî çavên wan rûreşan!

Ev ax û zimanê Xwençeyê, çand û dîroka wê hemû li ser nigan rawestiyane û tîrêjên rewşendar bi ser dinyaya medenî ve dibarînin. Lê îro mixabin çendî ku ew axa wê ya paqij, ew ava wê ya zelal, ew dewlemendiya wê ya dozdehezarsalî ku li çar-pênc dêwên heftserî hatine dabeşkirin jî, lê heçîka ew tore û livaka bab û bapîran xwe li navrasta Rojhilata Navîn şipya ragirtine û astengine polayî jî nikarin xwe li pêşberî wê hêjanijadîyê bigirin. Her ku rojek diçe xurttir dibe û wê hêjî xurttit bibe, bi wê xurtayîyê ve jî here heta ku ev dinyaya jîndar li pergara xwe bidomîne.

Çewa ku min di pêşgotina Xwençe Cildê heştan de jî behs kiriye: "Hin caran felek çaxê radibe û keysê ji mirov distîne, bi bêgavî mirov dikesire û zend û baskên Kawayî ranabin ku çakûçê polayî li serê Dihakan bidin, da serî li wan bipelêxin. Hin caran jî demirqirasetiya dekvanan bi hawane modern û bi xasûktî, rê û dirban li mirov radidin û faqa paşverûtiyê vedigirin." Îcar rewş û asteng çi dibin bila bibin, eger pîr bi desmêj be, çarşem pir in û em ê gelek çarşeman jî bibînin.

Tiştê herî balkêş û ji her mirovî re jî ku diyar e, ev e: Neteweyek çaxê dest ji toreya xwe, ziman, çand û rêveçûna xwe ya kevnare berdide, zû dikeve faqa dekvanan û dibe êm û alifê hovên dinyanedîtî. Piştre ew netewe çi bike jî, feydeyeka zêde nade û jixwe nikare ku tiştekî jî bike.

Îro ji me re qelem û xwendin, şîrantiyên herî pîroz in û xwedîderketina li bermayîyên kevnare zêdetir girîng e. Lewra tiştên ku ta niha em li ser nigan ragirtine û me didin jiyandin, ew in. Eger ne ew bin, em kî ne? nayê zanîn û tu kes jî salixê me nade.

Ev tiştên ku di Xwençeyê de ne, ji cildê pêşî bigir ta vî cildê nehan, hemû nîşanên mirovatî û demokratiyê ne; çengek ji folklor û toreya Neteweyê Kurd in ku ev e bi sedsalan in bindes mane û jiyaneke pir xirab bihurandine.
Alîkarî û hevkarî, berekî zêde derdixîne holê. Çewa ku min di pêşgotina çend cildên Xwençeyê de jî behs kiriye ku li welêt gelek hevalên dilsoz hene, bo min materyalên Çanda Kurdî peyda dikin û bi hin riyan dişînin Swêdê. Bi saya wan hevalên dilovan, her ku diçe materyalên dewlemendtir bo min tên û ez wan pêre pêre dinivîsim, ji cildên Xwençeyan re hazir dikim û didime çapkirin. Li Ewrûpayê jî gelek hevalên hêja hene ku bi min re aiîkarî dikin. Ez bi dilgermî ji tevan re, spasiyên xwe pêşkêş dikim û bi hêviya serkeftin û berdewamkirina di karûbarên wan de jiyaneke xweş divêm. Lê di warê aborî de jî alîkariya Swêdê hîç nayê jibîrkirin û ji spasiyên şanazî re seza û babetê devera xwe ye.

Xwençe cild IX, bi rewş û naveroka xwe, dewama her heşt cildên li pêşiya xwe ye ku hemû ji tiştên folklor û toreya kurdî hatine holê. Ev cildê nehan li ser du beşan hatiye sazkirin.

Beş - I
A) Stiranên dîrokî: Di vê pişkê de stiraneke dîrokî ya pir dirêj heye ku li ser bûyera Hemdîn û Şemdîn, ji aliyê dengbêjê nemir Rifhetê Darî ve hatiye gotin.
B) Stiranên Evînî: Di vê pişkê de stiraneke dirêj heye, lê nehatiye peyîtandin ku ji aliyê kî ve hatiye gotin.

Beş - II
A) Meselok: Di vê pişkê de, deh meselokên cihêawe hene ku hêjayê xwendin û sêwirandinê ne.
B) Pêkenok: Di pişka pêkenokan de, 33 heb hene ku di civatan de timî têne gotin.
C) Xweşbêje: Di vê pişkê de, 27 Xweşbêje (yan xweşbêj) hene ku her yekê wan bi serê xwe hêjayê giranbihatiyeke taybetî ye û dersine giranbiha ji wan têne giritn.
D) Mamik: Ev cûre Mamik, yazdeh heb in. Mamik, xasma ji bo têgihîştin û tîjîfehmtiya zarûkan têne pirsîn û hin caran xwe di civatên mezinan de jî dihêwirînin.
E) Çîrok: Di vê pişkê de, şeş çîrokên kevnare yên pir hêja hene ku bi sedsalan in ew li Kurdistanê ji aliyê çîrokbêjan ve têne gotin û wek diyarî nifş bi nifş li êkdu têne spartin, ta roja îroyîn jî xwe li nava cergê Neteweyê Kurd parastine.
Erê, ev e Xwençe cildê nehan jî kutabû û derket qada zanistiyê, bû malê xwendevanan xasma yê folklorhezan û xwe di refên Pirtûkxana Kurdistanê de bi cih kir.
Bêguman ez bi temamkirina cildê nehan ê Xwençeyê, pir kêfxweş û şad im ku ev firset ji bo min çêbûn û ku min vê mîrata bav û kalan a belavbûyî ji nava xelkê civand, li ser kaxez nivîsand û bi navê Xwençe da çapkirin.
Xwençe cildê dehan jî çend meh bi derengî lê ez bi umîd im ku wê di dawiya vê salê de ji çapê derbikeve û pêşkêşê xwendevanan dibe.
Di hin cildên xwençeyan de kêm û kasî çêbûne. Ez ê wan şaşiyan di cildê dehan de bidim xuyakirin û naveroka hemû cildan jî tê de biweşînim.

Bi umîda temamkirina cildê dehan...

20 01 1996
Zeynelabidîn Zinar



Fondation-Institut kurde de Paris © 2020
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues