La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xwençe VIII


Éditeur : Pencînar Date & Lieu : 1995, Stockholm
Préface : Pages : 288
Traduction : ISBN : 91-972090-7-4
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Kl. 3381. VIIIThème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Xwençe VIII

Versions


Xwençe cild VIII

Bo şadiya rihê şehîdê nemir Dr. Fuad...

Îro Neteweyê Xwençeyê digel ax û zimanê xwe, çand û dîroka neteweyî hemû ii ser nigan rawestiyane û tirêjên rewşendar bi ser dinyaya medenî ve dibarînin. Çendî ku axa wê dabeşî çar-pênc pişkan bûye jî, lê weke bi hezar salan berî niha ew tore û livaka bab û bapîran li qada gulistanê didomîne û tu astengan li pêşberî xwe nahêle, her diçe û wê here ta heta bi hetayê. Lê belê hin caran felek çaxê radibe û keysê ji mirov distîne, bi bêgavî mirov dikesire û zend û baskên Kawayî ranabin ku çakûçê serê Dihakan bilind bikin, da serî li wan bipêlêxin. Hin caran jî dermirqirasetiya dekvanan bi hawane modern û bi xasûktî, re û dirb hemû li mirov radidin û faqa paşverûtiyê vedigirin. Lê çi dibe bila bibe, çewa ku tu kes nikare hebûneke heyî bike tune, herweha mandel û haşatî jî nikarin serê xwe bigrin û li pêşiya hêza zîrek rawestin.

Lê belê tiştê herî girîng û balkêş ev e ku her kes û her tiştên ganî, çaxê dev ji ziman, axaftina xwe berdidin, zû jî dikarin bikevine feqa xasûkan û bibine em û alifê dahbeyên hov. Hingê êdî kirasê Qur'an û Incîlê jî li xwe bikin, dîsanê tazî ne û mînanî berxika ku dikeve binê makerê û lê dimije, tê kirin.

Ev kar û kiryarên ku di Xwençeyê de ne, ji cildê pêşî bigir ta bi vi cildê heştan jî, hemû kiras û meqesên bejna bejnziravan in û nîşandana re û dirbên mirovatî û demokratiyetê ne; berxikê berdidine ber miyê, canîkê berdidine ber mihînê û sakê berdidine ber madekê... Lê dibe ku îro ev malê giranbiha, ji hin kirroxan re karekî sivik bête xuyakirin. Ev jî normal e û rewa tê dîtin. Lewra eger mirov çaxê huşturê hibe mazata mirîşkan, helbet kirroxên ku ji bo mirîşkan hatine wir, dê lê bibin kirrox. Lê eger bazirganek li wir hebe, dê bi bihayê ku pê hêj a ye, ji xwe re bikirre.

Qelem û xwendin, şîrantiyên herî pîroz in. Heta ku Xwedayê dilovan serê pêşî ew di destpêka Ayetên Qur'ana pîroz de anîne zimên û bi Pêxemberê xwe yê axirzemên daye zanîn. Ez çaxê ji ber êşa 178 rojên dojehê û ji her jana zixt û copên hovan, ku di dawiya 1984-an de ji ser axa dabeşkirî û ji nava heval, hogir, bira û pismaman revîm, di serê 1985-an de careke din ew şîrantiya qelemê xwe bi min ve kir zimûrk û min rahiştê, Projeya Xwençeyê nivîsî, ku wê deh cild derkevin. Belam derxistina deh cildan çendî ku ji min re zehmet, barekî giran û bi sergêjî jî dihate dîtin, lê ew kin û rika li pêşberî hovên derewîn zêdetir ez dehf didame ber bi şixulkirineke pir zêdetir ve. Jixwe alikariya braderan, hîn zêdetir bevzê min xweş dikir û bi lez û bez ez berepêş ve diajotim. Herweha di warê aborî de jî, alîkariya Dewleta Swêdê, hêjayî pesndayînê ye û ii ser min deynekî bêjibîrkirin e.

Çaxê alikarî û ajotina li rikê ya bo kar û îşên mirovatiyê ku gihane hevûdu, hingê çi kar û îşên giran ên zehmet û bi sergêjî hebin jî, serkeftina di wan de li devê deriyê mirov hazir e. Lewra gotineke pêşiyan weha dibêje: "Xwedê gotiye: Li te cahd, li min mirad."

Îro, di dawiya vê Sedsala Bîstî de, Kurd hemû pir pêdiviyê alikariya bi hevûdu re ne û pêwîst e jî ku her kurdek di pîşe, zanîn û bîreweriya xwe de, li gorî destdayînên xwe, ji yên din re hibe alîkar. Da ev barê giran ê li ser pişta me hemuyan, hinekî sivik bibe û em di bini de piştquraftî nemînin. Ji ber ku di tu zemanî de rewşa Kurdistanê mîna ya îro nazik û tenik nebûye. Niha asimilasyona dijminan, bi awakî nûjentir li ser Neteweyê me didomîne; bi radyon, televizyon, çapemenî û gwd. her dixwazin rojek berî rojekê Kurdan bihelînin û piştre jî ji dinyayê re bibêjin ku: "Ev xelkê ku hûn dibêjin Kurd in, wa bi tirkî, bi erebî û farisî dipeyivin..."

Çewa ku min di pêşgotina Xwençe Cildê Heftan de jî behs kiriye ku li welêt gelek hevalên dilsoj hene ku bo min materyalên Çanda Kurdî peyda dikin Bi saya wan hevalên dilovan, pêbipê gelek materyal bo min tên û ez wan tev dinivîsim, ji rûpelên Xwençeyan re hazir dikim û weke pirtûk didime çapkirin û dispêrim pirtûkxana Kurdistanê. Li Ewrûpayê jî gelek hevalên hêja yên suxrevanên ziman û Çanda Kurdî hene ku bi min re alîkarî dikin. Ji wan hevalan behskirina ji navê Nedim Daxdeviren û Firat Cewerî zêdetir pêdiviyê gotinê ne. Lewra piraniya stiranên di vi cildi de ji Arşîva Mezopotamya Publishing & Distributionê hatine girtin û navên kesê gotî li dawiya wan hatine nivîsandin. Hinek stiran û serpêhatiyên di vir de jî, ji Arşîva kovara Nûdemê hatine girtin. Lê navên yên ku gotine, nehatine nivîsandin. Ji ber ku me tesbit nekir ku ji aliyê ki ve û li ku hatine gotin. Lewra Firat, ew şerîd di salên 1980-5 de berhev kiribûn da binivîse, û navên kesên gotî nenivîsandibûn.

Ez bi dilgermî ji wan heval û alîkarên bi xwe re, xasma bo Nedim û Firat spasiyên xwe pêşkêş dikim û bi hêviya serkeftin û berdewamkirina di karûbarên wan de jiyaneke xweş divêm.
Xwençe Cild VIII, bi rewş û naveroka xwe, dewama her heft cildên li pêşiya xwe ye ku hemû ji tiştên çandî, folklor û toreya kurdî hatine holê. Tê de hin stiran hene ku li ser eynî bûyerê, lê ji devê dengbêjên cuda û bi hawane cihê, herweha bi nikl û kêşanine pirtexlit hatine gotin. Ev yek jî, bêguman di warê vêje û bêjeyan de, dewlemendiya Çanda Kurdî radixîne pêşberî çavên xwedîçavan.
Ev cildê heştan li ser du beşan hatiye sazkirin.

Beş - I
A) Stiranên Dîrokî: Di vê pişkê de yazdeh stiranên dîrokî hene, ku her yekê li ser bûyereke taybed ji aliyê dengbêjan ve, yan li ser eynî bûyerê lê ji aliyê du dengbêjan û hîn bêtir ve ku bi terwerine cuda hatine gotin.
B) Stiranên evînî û gelêrî: Ev cûre stiranên kevnare, bi naverok û babeta xwe gelekî cihêawe ne. Lê piraniya wan li ser evina keç û xortan hatine gotin. Di vê pişkê de heşt heb hene.

Beş - II
A) Meselok: Di vê pişka meselokan de, neh hebê cihêawe hene.
B) Serpêhatî: Di pişka serpêhatiyan de, şeş heb serpêhatî hene ku di nava xelkê de bi hawayê çîroktî, têne gotin. Lê hinek ji wan, hem bi çîroktî û hem jî di navê de stiran, têne gotin.
Ev serpêhatiyên di vir de, her yekê wan bi serê xwe dibe romaneke mezin. Eger li wan lêkolin bêne kirin, hêjaye ku li ser wan filim jî bênc çêkirin. Lewra tê de rewş û jiyana wan dem û heyamên gelekî rind zelal dibe û ji nifşên nûhatî re jî dibine diyarî.
C) Çîrok: Di vê pişkê de sê çîrokên kevnare yên pir hêja hene, ku bi sedsalan e ew li Kurdistanê ji aliyê çîrokbêjan ve têne gotin.
Bi temamkirina cildê heştan ê Xwençeyê, ez pir kêfxweş û şad im ku ev firset û mecal ta niha bo miii çêbûne ku min vê mîrata bav û kalan a belavbûyî ji nava xelkê civandiye, nivîsandiye, xistiye ser kaxer û bi navê Xwençe daye çapkirin.
Bi umîda temamkirina cildê neh û dehan...



Fondation-Institut kurde de Paris © 2020
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues