VersionsXwençe II [Kurdî, Stockholm, 1990]
Xwençe IV [Kurdî, Stockholm, 1991]
Xwençe V [Kurdî, Stockholm, 1991]
Xwençe VI [Kurdî, Stockholm, 1993]
Xwençe VIII [Kurdî, Stockholm, 1995]
Xwençe I [Kurdî, Stockholm, 1989]
Xwençe IX [Kurdî, Stockholm, 1996]
Xwençe cild VI
Şadî bo giyana pak î nemir, pîrê pîran û serokê Serhildana Kurd a li herêma Dêrsimê Seyid Riza...
Ev demeke dirêj e ku min ji ber nebûna materyalên Çanda kurdî, Xwençeyê dabû rawestandin. Lê di bihara 1992-an de min pêwendî bi Kurdistanê re danîn û gelek tişt bi alîkariya dost û hevalan dane berhevkirin. Herweha ji materyalên pêdiviya min zêdetir hem bi dengên orijinal, ji devê hin Kurdên kal ên ku nezanê zimanê tirkî ne gelek şerîtên dagirtî bo min gihane Swêdê.
Min di vî cildî de li dawiya çîrokan navê çîrokbêjan, temenê wan û herêma ku jê ne nivîsiye. Herweha ew şerît jî tev nimrekirî ne û di dosyayên Xwençe de hildame binê parastinê. Ji vê zêdetir, di dawiya hin meselok, hemû çîrok û stiranan de nimra cildê Xwençe û ya şeddê hatine nivîsandin. Îcar eger di demepêşê de pêwîstiyeke ji bo guhdarkirina li wan dengan bête holê, bi hêsanî mirov dikare di dosyayê de bibîne û li wan guhdarî bike. Wek mînak: Li dawiya Çîroka bi navê "Nêçîra Çiyayê Reş", "(2/6)" hatiye nivîsandin. Nimra "2" ya şerîdê ye û "6" jî, nimra cildê şeşan a Xwençe ye.
Bêguman mirov nikare ew hemû peyv û galgalên ku di şerîdan de têne gotin binivîse. Ev yek jî eşkere ye, dema ku mirov li çîrokekê guhdarî dike, çîrokbêj di axaftina xwe de pir tişan dibêje û gelekî rind tê famkirin. Lê di nivîsan de rewş ne wisan e. Eger ew tiştên ku bi devkî têne gotin tev bêne nivîsandin, mirov ji hin deveran tê nagîje û tu tam û zewqa wan jî nade mirov. Ji ber hindê min jî hin peyvên bêmane û hinekên ku ji tirkî ketine nava kurdî nenivîsandin.
Xwençe, cild VI, bi rewş û naveroka xwe, dewama her pênc cildên pêşiya xwe ye û li ser du beşan hatiye sazkirin.
Beş - I
A) Stiranên têkel:
Daneberheva (pêşbazî) degbêjê hêja Şakirê Mûşî û berêz dengbêj Kazim e. Ew herdu dengbêj li civateke mezin rûniştî ne û stiran davêjine ber êkdû. Di wê navê de dengbêjekî din jî bi navê Mele Smaîl tê civatê û dikeve nava şerê stiranan. Ha wisa ev stiranên têkel ji devê hersiyan têne gotin.
B) Di vê pişkê de stiranên evînî û yên gelêrî, heşt heb hene.
Beş - II
A) Serpêhatiyeke Mîr Mehmûdê Mîrê Cizîra Botan e, ku çûye Stenbolê ba Siltanê Osmaniyan û ku xwe pê bi "Hecacê Zalim" daye nasandin, ji devê Tewfîq Beg ê torinê Fetah Begê Zoqa Xerzan hatiye girtin. Lê hêja ye ku li vê serpêhatiyê lêkolîneke fireh bête kirin û ev mesele ruhn bibe. Ew çax bêguman wê hin tiştên dîrokî yên din jî derkevin holê.
B) Di pişka meselokan de, 19 heb hene.
C) Di pişka çîrok û meselokên rawilan (fabil) de, 14 heb hene.
D) Di pişka çîrokên kevnare de, 14 hebên pir xweş hene. Lê ji wan a herî dawîn, şiroveya Mewlûda Melê Bateyî ye, ku min ew vegerande nivîsa pexşan û bi navê "Afirandina dinê" bi nav kiriye.
Nivîsandina cildê heftan yê Xwençe jî kuta bûye. Ez bi umîd im ku ew jî di nêz de, wê piştî vî cildî derkeve û rapêşî xwendevanan bibe. Herweha ez bi gihandina Xwençeyan ta bi cildê heftemîn pir kêfxwek û şad im, ku ev firset û mecal bo min çêbûne. Û gelek spasiyên germ bo Kulturrådetê jî pêşkêş dikim ku heta niha pênc cildên Xwençe bi alîkariya wê ya diravî hatine çapkirin û bûne malê Pirtûkxana Kurdistanê. Bi umîda temamkirina her deh cild Xwençe...
07 03 1993
Zeynelabidîn Zinar
Naverok
Beş: 1
A) Stiranên têkel:
01 - Daneberheva Şakirê Mûşî û Kazim / 11
B) Stiranên evînî û gelêrî:
01 - Kew-hêlîn / 50
02 - Hoho Reşo / 51
03 - Xangozel / 52
04 - Yar Bêzarê / 53
05 - Eyne danî şêwirî / 54
06 - Sê şivan li beriya jêrî / 56
07 - Ay Helîma / 57
08 - Melî melî siwaro melî / 59
Beş: 2
A) Serpêhatî:
01 - Mîr Mehmûd / 62
B) Meselok:
01 - Roviyê Şafiî û kûçikê Henefî / 88
02 - Pêxemberê derewîn 89
03 - Zana hene û zanakok hene / 90
04 - Axîna wawîkê / 91
05 - Keşeyek û pênc mele / 92
06 - Her nêr jî pênc in / 93
07 - Nediçû mizgeftê, lê / 94
08 - Kilêba erebî / 95
09 - Rêxistina gundiyan / 96
10 - Ellah û yek bir / 97
11 - Sofî rih nexistibû dest / 98
12 - "Kafireke din jî misilman bû" / 99
13 - Rewatiya dijûnên melê / 100
14 - Xwendina ilmê dinê / 101
15 - Dizê bêîş / 103
16 - Telqîna dadê / 105
17 - Zengilê mişkan / 106
18 - Xêra şêx Evdilqadirê Gêlanî / 107
19 - Bikêrhatî / 108
C) Fabil:
01 - Şîna bo mîrmîroyê / 110
02 - Qaz, bett û maker / 113
03 - Kûzikê qelyê / 114
04 - Serdana şêrê nexweş / 118
05 - Hevaltiya şêr û rovî / 119
06 - Gurê nalbend 120
07 - Hevaltiya şêr, gur û rovî / 121
08 - Destebiratiya mar û rovî / 122
09 - Şengê û pengê / 123
10 - Mar û neyar û dar / 126
11 - Pîra kût û dîkê derpîkurt / 129
12 - Rovî û kurîbeşk / 134
13 - Hecî rovî / 141
14 - Kund û bilbil / 145
D) Çîrok:
01 - Silo û Rehmo / 155
02 - Kevirê sebrê / 167
03 - Çîmbeg / 172
04 - Eloyê nêçîrvan / 184
05 - Nêçîra Çiyayê reş / 189
06 - Hepşo / 210
07 - Beranê sêr / 216
08 - Simbêlşonik / 224
09 - Tozpaşayê kurê çeqçeqpaşa / 231
10 - Parastina ji weynan / 235
11 - Mamcolîk / 240
12- Tûtika cinî / 244
13 - Kendoyê qeraş / 249
14 - Afirandina dinê / 256
Beş - I
A) Stiranên têkel
Stiranên têkel
Daneberheva Şakirê Mûşî û Kazim *
Kazım:
"Muhterem guhdarên delal! Îro di Yenî Mehelê da, çend misafirê ezîz ve mişterek erkedaşe min Şakirê Mûşlî, civata dorê, em rûniştine ji xwe re subhet dikin. Gotinê xwe ku em bibêjin, evê carê bi saz, yanî guhdarê ezîz, me go, em bi saz, daîm gotinên min dibêjin. Malûn Şakir abê jî, civata dorê, eger ku musada wan hebe, ez û Şakir, em çend bendên xwe, yalniz, guhdarê ezîz qisa (kurt): Dibê bila az (hindik) be bila öz (rindik) be, bila rê be bila dûr be, malûm dibê bila bihur be bila kûr be. Şakir abê, muşterek olaran, ez qonişma(peyv) heqî dime Şakir abê. Ka ji guhdarê delal re çi dibêje."
.....
* Ev stiranên han li civateke mezin hatine gotin. Çewa ji şerîta ku me daxist nivîsê tê zanîn ku dengbêj Şakirê Mûşî çûye mala Kemalê birayê dengbêj Kazin. Lê bajarê ku ew lê ne ne diyar e, tenê navê taxa Yenî Melelê derbas dibe ku mala Kemal li wir e.
Dengbêj Kazim û dengbêj Şakir davêjin ber hev û didomînin, sazekî hêdî lê dikeve, hin kes jî pesnê wan didin û "tew"înî dikin. Di wê navê de dengbêjekî din jî ku navê wî Mele Smaîl e tê civatê. Ew jî dev bi stiranê dike û hersê davêjin ber hevdu.
Zeynelabidîn Zinar
Xwençe, cild VI
Kilam, serpêhatî, meselok û çîrok
Pencînar
Weşanxaneya çanda kurdî
Stockholm 1993
© Z.Abidîn
Xwençe VI
Pencînar Kurdiska Kulturförlaget
Weşanxaneya çanda kurdî
Box 3088
161 03 Bromma
Stockholm - Sweden
ISBN 91 630 1689 3