La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xwençe II


Éditeur : Çanda kurdî Date & Lieu : 1990, Stockholm
Préface : Pages : 288
Traduction : ISBN : 91-86146-35-1
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Kl. 3381. IIThème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Xwençe II

Versions


Xwençe cild II

Xwençe, cild II, bi rewş û naveroka xwe minaye Xwençe, Cil I ê û dewama wê ye. Yanî ev ew kilam, dîlok, çîrok û meselok in ku tev mîrata bav û kalên me ne û di nav xelkê me de bi devkî têne gotin. Îcar me ji wê mîrata nemir hinekî li vir nivîsî. Lê rewş û tekûziya vî cildî, hinekî ji cildê pêşî cuda ye. Pirtûk li ser du beşan hatiye sazkirin:

Beş I
Ev beş. du pişk in:
A - Kilamên li ser bûyerên dîrokî.
B - Kilamên (dîlok û bacî û lawik) li ser evînê û evîndariyê.
a) Kilamên li ser bûyerên dîrokî: Hin ji wan stranan li ser hin bûyerên tarîxî ne, ku ji aliyê dengbêjan ve hatine gotin û li nav xelkê belavbûne. Piranî di derheq wan bûyeran de çu belgeyên nivîsî tunin, yan ger hebin jî pir hindik in. Lê ew ji aliyê dengbêjan ve bi stranî di nava Kurdan de bi devkî têne gotin û nefşenefş têne domandin. Jimara wan duwazdeh in.
b) Kilamên (dîlok-bacî-lawik) li ser evînê û evîndariyê: Piraniya van li ser keç û xortan û jihevhizkirina bo evînê hatine gotin. Yanî mîna ku qaşo yan ji devê xortekî li ser keçekê, yan ji devê keçekê li ser xortekî hatibin gotin, têne gotin. Lê babet û naveroka hinekan ji hevdu cihê ye. Çimkî hinek ji wan di govend û dîlan û di civanên şahî de têne gotin. Li vir jimara wan 21 heb in.

Beş II
Ev beş du pişk in:
A - Çîrokên rawilane (fabil).
B - Çîrok û meselok.
a) Ev çîrok hemî li ser teba û rawilan hatine gotin. Herçiqasî di nava hinekên ji wan de yekcaran behsa mirovan jî tê kirin, lê ew bi naveroka xwe babeta rawila ne. Hin ji wan dirêj in û hinek jî kurt in. Li vir heşt heb in.
b) Ev çirok û meselok tev yên gelêrî ne û pir jî kevnare ne, ku di nava xelkê me de têne gotin. Îcar di nav hinan de herçiqasî behsa rawilan jî tê kirin, lê bi naveroka xwe çîrok in û babeta wan li ser rewş û jiyana mirovan e.
Ev tip çîrok hin ji wan dirêj in û hin jî kurt in, hinek meselok in û hinek jî mîna pêkenoka ne. Lê eger li hinek ji vanên dirêj lêkolîn û lêgerîn bêtin kirin, her yekê ji wan bi tena serê xwe mina romanekê dibin pirtûkek. Lê mixabin ji ber penaberiya me ya li welatên biyanî û ji bo pirbûna sergêjayî û hebûna derd û kulên giran, tenê me li vir îskeletên wan li hevdu rast kirine û ew daxistin nivîsê. Îcar ez di wê baweriyê de me ku dê nefşên nûhatî li ser wan bifıkirin, berfırekirina wan bikin karê xwe û ji me bêtir, hê çêtirtir li hev sererast bikin.
Lewra hin ji van çirokan, bixwe serpêhatî ne ku li ser hinek bûyerên dîrokî ne û bi haweyê çîrokî hatine gotin. Lê tiştê bala meriv pir dikişine ev e, ku di wan de rewşa jiyana kesên wan demên dûr mîna tava rojê li meriv diyar dibe. Ew çi ji çîna serdest û çi ji çina bindest û ji jiyana çîna olperestan tîrêjên bi şewq didin dema niha û wan çaxên teng û tarî li me ruhnî dikin. Li vir jimara wan 6 e.
Mixabin bi sedsalan e ku ev Mîrata Kurdî bi destên dijminan hatiye perçiqandin, ew şewitandine, li me qedexe kirine û me ji vê gencîneyê bêpar hiştine. Lê îcar divê ku her kurdekî bîrewer, zana û rewşenbîr bi bir û baweriya xwe ya welatparêzî ji bo berevkirin û germiyandina vê mîrata bav û kalan bêsekan bixebite.
Ez di vê baweriyê de me jî ku dê her kurdekî bîrbir dest bavêje vî karê pîroz û berpirsyariya xwe li hember gelê xwe yê jar û bindest bi cih bine. Lewra ew kesên wisa herweha para xwe ya şeref û namûsê jî distînin û wijdana wan jî rihet û hêsan dibe! Sedemê herî girîng jî ev e, da ku nifşên li pey me di biwara nifşa niha de gilî û gazin mekin û li me nifir û afir nebarînin!
Herçiqasî di nava van kar û nivîsên me de, şaşî û nerastî jî çêdibin. Lê bi hêvî me ku dê xwendevanên dilovan rexneyên neçak nebarînin û gelşên bêxwê dermexin holê. Lewra nivîskariya min û ya hin biraderên weke min di zimanê Kurdî de, mîna "Zarûkên çîrokê" çêbûye! Çimkî em Kurd ji ber vê bindestî û koletiya xwe çu xwendineke rind nabînin, tu tecrûbeyên hêja yên berbiçav bi dest naxin, û ne jî me fersend heye ku em li ser welat û dîroka xwe lêkolîn bikin.
Piştî vi cildê diduyan, di nêz de Xwençe - III jî pêşkêşî xwendevanan dibe û di nav Pirtûkxana Kurdistanê de cihê xwe digire. Herweha ez gelekî spas dikim ji wan heval û dostên kurdperwer re, ku di van pir- tûkên min de alîkariya xwe gihandine min

21.03.1988
Zeynelabidîn Zinar



Fondation-Institut kurde de Paris © 2022
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues