Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n°41


Nivîskar : M. Nezih Yalçın
Weşan : Têkoșer Tarîx & Cîh : 1988, Bruxelles
Pêşgotin : Rûpel : 24
Wergêr : ISBN : 0773-3887
Ziman : Kurdî, TirkîEbad : 195x275 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 41Mijar : Giştî

Têkoșer, n°41
Versions

Têkoșer, n°43 [Kurdî, Bruxelles, 1989]

Dossier Kurdistan [Français, Bruxelles, 1988]

Têkoșer, n°42 [Kurdî, Bruxelles, 1988]

Têkoșer, n°41 [Kurdî, Bruxelles, 1988]

Têkoșer, n°40 [English, Bruxelles, 1988]

Têkoșer, n°39 [Kurdî, Bruxelles, 1988]

Têkoșer, n°38 [Kurdî, Bruxelles, 1987]

Têkoșer, n°37 [Kurdî, Bruxelles, 1987]

Têkoșer, n°36 [Kurdî, Bruxelles, 1987]

Têkoșer, n°35 [Kurdî, Bruxelles, 1987]

Têkoșer, n°34 [Kurdî, Bruxelles, 1986]

Têkoșer, n°33 [Kurdî, Bruxelles, 1986]

Têkoșer, n°32 [Kurdî, Bruxelles, 1986]

Têkoșer, n°31 [Kurdî, Bruxelles, 1986]

Têkoșer, bilan 1985 [Français, Bruxelles, 1985]

Têkoșer, n° 30 [Kurdî, Bruxelles, 1985]

Têkoșer, n° 29 [Kurdî, Bruxelles, 1985]

Têkoșer, n° 28 [Kurdî, Bruxelles, 1985]

Têkoșer, n° 27 [Kurdî, Bruxelles, 1984]

Têkoșer, bilan 1984 [Français, Bruxelles, 1984]


Têkoșer, n°41

M. Nezih Yalçın

Têkoșer

Ev çend hefte ne ku rejîma Iraqê bi hemî hêza xwe li Kirdistana Başûr nijadkujiyê dike. Balafir, tank, top, napalm û bombên kimyayî bi dor 65.000 lesker re êrîş bir ser Kurdistanê. Gund û bajar, jin, cuhan û pîr tev amancên van êrîșan in.
Paş rawestana serre Iran û Iraqê, rejîma eva dawîn leskerê xwe bi tevayî şand ser Kurda. Bi sed hezaran Kurd ber bi sinorên Tirkiye û Iranê revîn. Piraniya wan jin, zarok û kal bûn.

Dewketa Tirk, di rojên pêşî de ne xwest ku karekî insanî bike. Deriyên xwe li wan girtin. Lê paș demekê derî vekirin, rê da Kurdên bêçare. Bi hezaran kes li gund û bajarên Kurdan belav kirin. Her komek ji wan di bin kontrola leskerê Tirk de li benda "çareke" nuh e. Bijijkên Tirk bikaranina bombên kimyayî inkar kir. Lê ew rejîm li hember hemî dinyayê inkar ...


Naverok


Nijadkujî li Kurdistanê, Derwês / 3
Peymana Sêvr li Parlementa Ewropa, Pervîn / 4
Rêzimana Kurdî (XIV) Tewandin Celadet Bedir Xan û R. Lescot / 8
Dîroka Kurdistanê di Ansîklopêdiya Islamê de (XIV) Ziman / 12
Helbest: Sala teze, Amed / 15
Mirina Bênavêkî helebçe, Sahînê B. Soreklî / 16
Nêçîr (2) Osman Sebrî / 18
Stran: Hacê-Hadj, Cemîla Celîl / 21
Xebata me / 22
Têkoger’den haberler



Sommaire


Génocide au Kurdistan, Derwês / 3
Le Traité de Sèvres au Parlement Européen, Pervîn / 4
Grammaire kurde (XIV). La déclinaison Dj. B. Khan et R. Lescot / 8
Histoire du Kurdistan dans l’Encyclopédie de l’Islam (XIV): La langue / 12
Poème : L’année nouvelle Amed / 15
Mort d’un inconnu de Halabdja, Sahînê B. Soreklî / 16
La chasse chez les Kurdes (2) Osman Sebrî / 18
Chanson: Hadjê-Hadj Djemîla Djelîl / 21
Nos activités trimestrielles / 22

 


NIJADKUJI LI KURDISTANÊ

Derwêș

Ev çend hefte ne ku rejîma Iraqê bi hemî hêza xwe li Kirdistana Başûr nijadkujiyê dike. Balafir, tank, top, napalm û bombên kimyayî bi dor 65.000 lesker re êrîş bir ser Kurdistanê. Gund û bajar, jin, cuhan û pîr tev amancên van êrîșan in.

Paş rawestana serre Iran û Iraqê, rejîma eva dawîn leskerê xwe bi tevayî şand ser Kurda. Bi sed hezaran Kurd ber bi sinorên Tirkiye û Iranê revîn. Piraniya wan jin, zarok û kal bûn.

Dewketa Tirk, di rojên pêşî de ne xwest ku karekî insanî bike. Deriyên xwe li wan girtin. Lê paș demekê derî vekirin, rê da Kurdên bêçare. Bi hezaran kes li gund û bajarên Kurdan belav kirin. Her komek ji wan di bin kontrola leskerê Tirk de li benda "çareke" nuh e. Bijijkên Tirk bikaranina bombên kimyayî inkar kir. Lê ew rejîm li hember hemî dinyayê inkar dike ku wê bombên kîmayî bikar anine. Dewleta Tirk jî aliyê Iraqê girt. Xewna dewleta Tirk bi nijadkujîya Iraqê tê cî: Vê pirsê û vî netewi bi her awayî ji dîrokê rakin.

Di rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNO) de, dewletên, Tirkiye û Iraqê hem inkar û hem red kir ku komisyoneke navnetewî here binêre gelo bombên kîmayî tên bikar anin yan na. Ango dewleta Iraqê nijadkujîya Kurdên wê derê kiriye bernama xwe. Tirkiye jî vê yekê teqdîr dike. Lê ne bitenê teqdîr dike. Lê ne bitenê Tirkiye, Lîga Erebî jî bi awakî vekirî aliyê Iraqê girt. Divê ku Kurd vê yekê bi tîpên mezin di dîroka xwe de binivîsin û tucar wê ji bir nekin.

Ewropa, welatên Sosyalîst û Amerîka jî di protesto û gotarên xwe de dereng man. Sermiyanê Komara Fransa vê nijadkujiyê mahkûm kir. Pas rojekê, Wezareta Karên Derve ya Amerîka, û çend roj pas re Parlementa Ewropa "dilșewata xwe" pêsan da. Lê ew "dilșewat" têr nake. Bi milyonan Kurd di bin tehlika neman û mayînê de ne. Dîrok carcaran hin bûyerên xwe tekrar dike: Indian, Cihû, Ermenî û niha jî Kurd. Ev netew û "qederê" wan nêzîkî hev in.

Kar û erkê (wezîfe) me Kurdan divê ji binî bê guhertin. Ew karê ku me ta niha kiriye divê dijwartir bibe, hevkariya me xurttir û geştir bibe. Slogan û mesîn têr nakin. Yan dijmin me diqelîne û vê pirsê ji dîrokê radike, yan jî divê em bi awakî xweştir kar bikin, bi dijmin re șerekî dijwartir bikin.

.....


M. Nezih Yalçın

Têkoșer, n°41

Têkoşer

Kovara Têkoșer
Hejmar: 41, Sal: 1988
Revue trimestrielle
Driemaandelijks blad

Kovara Têkoşer
Yekîtiya Karker û
Xwendekarên Kurd li Belçîka

Têkoșer
4 Rue Bonneels
1030 Bruxelles
Belgique
Tel: 02/230.89.30

Navnîșana postê:
B.P. 33 - 1730 Zellik
Belgique

Berpirsiyar:
M. Nezih Yalçın

Komita Nivîskariyê:
Ahmed, Derwêş, Pervîn, Yalçin

Membre de l’Union des Editeurs de la Presse Périodique
L ld van de Unie van Ultgevers van de Periodleke Pers



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar