Di mêjuya (tarîx) 6 Nîsan 1987 de, kommisyona rêzanî (siyasî) ya Parlamana Ewropa pêşneyara van parlamanterên ku ji netewahî (cinsiyet) û partiyên cihê ne: Ulburghs, Boesmans, Kuipers, Pannella, Ciccionessere, Bonino, Van Der Lek, Heinrich, Staes, Tridente, Banders Mollet, Bloch Von Blottinitz, Van Dijk û Von Nostitz, li ser sirgûnkirina bi hezaran ji gundiyên Rojavaya Bakurê Kurdistanê, pejirand (qebûl kir) û ji hikûmeta Tirkiyê, Wezîrên Karên Derveyî yen Ewropî û heyetên bilind ên ewropî re bangekî şand.
Em li jêr metnê vê biryarê weka xwe diweşînin.
.....
M. Nezih Yalçın
Têkoșer, n°37
Têkoşer
Kovara Têkoșer Hejmar: 38, Sal: 1987 Revue trimestrielle Driemaandelijks blad
Kovara Têkoşer Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Belçîka
Têkoșer 4 Rue Bonneels 1030 Bruxelles Belgique Tel: 02/230.89.30
Navnîșana postê: B.P. 33 - 1730 Zellik Belgique
Berpirsiyar: M. Nezih Yalçın
Komita Nivîskariyê: Ahmed, Derwêş, Pervîn, Yalçin
HEFTEYA DUYEM LI SER ZIMANÊ KURDÎ
Derwêş
Nivîskar, rojnamevan û zimanzanên Kurd duyem car li Barselona, paytextê Katalonya, civiyan û xebata rastnivîsîna Kurmancî berdewam kir. Weka ku tê zanîn, ev xebat ji aliyê Enstituya Kurdî ya Parîsê tê amade kirin. Civîna pêşîn ji 18 ta 24ê Nîsanê dom kiri bû. Encamên (netîce) wê ji aliyê Enstituyê hatin weşandin: Nexşeya Cihanê û rojnameyeke taybetî (xusûsî) ya vê civînê bi navê "Kurmanci". Kurmanci encamên her civînê bi awakî baş digihîne xwendevanan. Ji pêşneyaran re vekirî û amade ye. Civîna duyem a Barselona ji 7 ta 14ê Mijdar (Teşrîn) dom kir. Ji hemî welatên Ewropa nûner hebûn. Kurdên ji navçeyên cida yên Kurdistanê xebata xwe dom kir. Di civînê de ev kes beşdar bûn: Kendal, Izolî, R. Barnas, Reşo, M. Yetkin, Musa, Hiner, Xosrow, M. Uzun, F. Cewerî, Derwêş. Di civînê de xebata ji bo nexşeya Kurdistanê li ser rastnivîsîna navên welayet, çiya, çem, gund, qeza, golên parçeyên Kurdistanê, termînolojiya siyasî û idarî, reng, meywe (fêkî), şînayî (sebze), wesayet û hwd. çêbû. Roja dawîn bernama civîna sêyem ku ewê li Beljîka çêbibe hat tesbît kirin. Di civîna sêyem de ewê li ser rastnivîsîna navên weka istikamet, anatomiya serî, terminolojiya rojnamevanî û idarî, navên kulîlk, teyrik, masî û beharatan xebat bibe. Paş ku civîna duyem li Barselona qediya, hemî beşdarên civînê ji aliyê serekwezîrê Katalonya hatin vexwendin (ezimandin) û ew çûn serdana (ziyaret) wî. Paş ku heyetê ser da serekwezîr û nexşeya cihanê ku yekem car e çap bûye diyarî wî kir, serekwezîr daxwazî û hêviyên xwe ji bo gelê Kurd kirin û da zanîn ku ew piştgiriya standina mafên gelê Kurd dike.
Pirsa Kurdî li Parlamena Ewrûpa Di mêjuya (tarîx) 6 Nîsan 1987 de, kommisyona rêzanî (siyasî) ya Parlamana Ewropa pêşneyara van parlamanterên ku ji netewahî (cinsiyet) û partiyên cihê ne: Ulburghs, Boesmans, Kuipers, Pannella, Ciccionessere, Bonino, Van Der Lek, Heinrich, Staes, Tridente, Banders Mollet, Bloch Von Blottinitz, Van Dijk û Von Nostitz, li ser sirgûnkirina bi hezaran ji gundiyên Rojavaya Bakurê Kurdistanê, pejirand (qebûl kir) û ji hikûmeta Tirkiyê, Wezîrên Karên Derveyî yen Ewropî û heyetên bilind ên ewropî re bangekî şand. Em li jêr metnê vê biryarê weka xwe diweşînin.
Communautés Européennes
Parlement Européen
Documents de Séance
Edition en langue française 1987-88
6 avril 1987 - Serie B - Document B2-152/87 Proposition de Résolution
déposée par MM. Ulburghs, Boesmans, Kuijpers, Pannella, Ciccionessere, Mme Bonino, M. Van Der Lek, Mme Heinrich, Mm. Staes, Tridente, Sandres Mollet, Mmes Bloch Von Blottnitz Et Van Dijk, M. Von Nostitz
conformément à l'article 47 du règlement sur la déportation de milliers de villageois du Nord-Ouest du Kurdistan
.....
Naverok
Hefteya Duyem li Ser Zimanê Kurdi, Li Barselona, Derwes / 3 Pirsa Kurdi li Parlamana Ewropa / 4 Rezimana Kurdi (XI): Parek, Celadet Bedir Xan û Roger Lescot / 6 Helbestên Xwendevanan: Sebri Botani, Amed, Torî / 10 Kurteçirok: Sed û Yek Al û Alekê, Şahine Bekire Sorekli / 12 Weşanên Nuh: Nêrgiza Torî, Ş. B. Soreklî, A. Nekşebendî, Firat Cewerî / 13 Diroka Kurdistanê di Anslklopediya Îslamê de (XI), Civaka Kurdî (2) / 14 Belçikada Genel Seçim, Ahmed / 18 Weneyên Zarokan / 20 Fêra Kurdî: 1, 2 / 22 Xebata Me / 24 Tekoşer'den Haberler / 26
Sommaire
Deuxième Semaine d'Etude sur la Langue Kurde à Barcelone, Derweș / 3 La Question Kurde au Parlement Europeen / 4 Grammaire Kurde (XI): Les Particules, C. Bedir Xan et R. Lescot / 6 Poèmes des Lecteurs: Sebri Botani, Amed - Torî / 10 Conte: Cent et Un Drapeaux, Şahine B. Sorekli / 12 Nouvelles Publications: Nergiza Torî, Ş. B. Sorekli, A. Nekşebendî, F. Cewerî / 13 L'Histoire du Kurdistan dans l'Encyclopédie de l'Islam (XI), la Societe Kurde (2) / 14 Elections en Belgique, Ahmed / 18 Dessins d'Enfants / 20 Cours de Kurde / 22 Nos Activités Trimestrielles / 24