Gelê kurd ji hezar salan tê pelixandin û kuştin. Ev pelixandin ne bitenê canî, çandî û aborî ye. Ez bawer dikim ku ji aliyê psîkolojîk tesîra vê zordestiyê hîn jî girantir û dijwartir e, û encama (netîce) wê îro li Kurdistanê û li derveyî welêt tê dîtin. Kurde serbilind tu bindestî û vegirtin (işgal) napejirîne (qebûl nake) û dijî wan bê rawestan têkoşînê dide. Loma, hesasiyeta wî pirr tûj e û hergav, bê ku ew pê bihese, ditirse ku têkeve bin destê ne bitenê dijminan, lê yê Kurdan jî!
Ev Kurdê ku êş û birîna laş û canê wî, dîrok û civaka wî şexsiyeta wî pêk anîne, napejirîne ku dîtina Kurdekî din ne weka ya wî be, yan jî ev Kurd weka wî yan jê bêtir pêş ve biçe. Dêlva ku ew bi guhertin û pêşketinan
Naverok
Yekitiya Kurdan, Pervîn / 3 Rezimana Kurdî (Dengdar), Celadet Bedir Xan û Roger Lescot / 4 Giyayen Hov ên Kurdistane, Yalçın / 9 Helbest: Si û Sê Gulle, Ahmet Arif / 10 Diroka Kurdistane di Ansîklopediya Îslamê de (IV) / 12 Newroz li Bruxelles / 16 Merivê Neandertal di Şkeftên Kurdistanê de, Fuad Hama Xorşid / 17 Alîkariya Civaka Biyaniyan, Derwêş / 20 Romî û Şivan, Mihdî / 22 Xebata Me / 23 Tekoşer'den Haberler / 23
Sommaire
L'unite Des Kurdes, Pervine / 3 Grammaire Kurde (Les Consonnes), Celadet Bedir Xan et Roger Lescot / 4 Les Herbes Sauvages du Kurdistan, Poeme: Trente Trois Balles, Ahmet Arif / 10 L'histoire du Kurdistan Dans l'Encyclopédie de l'Islam (IV) / 12 Newroz, Fête du Nouvel An Kurde à Bruxelles / 16 L'homme Neandertal Dans les Grottes du Kurdistan, Fuad Hama Xorşid / 17 L'aide Sociale aux Immigres, Derwêș / 20 Les Gendarmes et le Berger, Mihdî / 22 Nos Activites Trimestrielles / 23
YEKÎTÎYA KURDAN
Gelê kurd ji hezar salan tê pelixandin û kuştin. Ev pelixandin ne bitenê canî, çandî û aborî ye. Ez bawer dikim ku ji aliyê psîkolojîk tesîra vê zordestiyê hîn jî girantir û dijwartir e, û encama (netîce) wê îro li Kurdistanê û li derveyî welêt tê dîtin. Kurde serbilind tu bindestî û vegirtin (işgal) napejirîne (qebûl nake) û dijî wan bê rawestan têkoşînê dide. Loma, hesasiyeta wî pirr tûj e û hergav, bê ku ew pê bihese, ditirse ku têkeve bin destê ne bitenê dijminan, lê yê Kurdan jî! Ev Kurdê ku êş û birîna laş û canê wî, dîrok û civaka wî şexsiyeta wî pêk anîne, napejirîne ku dîtina Kurdekî din ne weka ya wî be, yan jî ev Kurd weka wî yan jê bêtir pêş ve biçe. Dêlva ku ew bi guhertin û pêşketinan dilxweş bibe, ew tavil (di cih de) rexneyên hişk tîne, yan xwe ji xebatê dikişîne û yan jî dijî êdinan derdikeve.
Eger ew bawer be ku xebat di nav rêxistinan de pêwist e jî, di hundirê rêxistina xwe de (ev komel ne rêzanî "siyasî" be jî) piraniya caran dîtinên xwe ji yên hevalên xwe çêtir dibîne, û heta ku biryareke hevrayî bê stendin û bi cih anîn di nav endaman de gelek peyvên ne xweş çêdibin, û yên ku newêrin dîtina xwe bêjin jî paşê weka ku dilê wan dixwaze dikin. Piraniya caran, di nav rêxistinan de, bitenê çend kes ji her tiştî agahdar in û biryaran li gora dîtinên xwe distînin. Eger tesîra êletiyê (eşîret) di civaka kurdî de pirr kêm bûbe jî, Kurd di xebatê de disiplînê napejirîne. Ew li gora dîtina xwe diçe û pirr caran di paş kesên ku ji malbat, navçe yan partiya wî ne dere. Ev girêdana kûr bi malbat, navçe û partiyê nahêle ku zihniyeta Kurd hêdî hêdî fireh bibe û li gora guhertina rewşan û ramanan (fikir) biçe û bikare tehlîla tiştan bê heyecan û bi bêaliyî (bi awakî objektîf) bike.
Em îro hemî dizanin ku bê xebata hevrayî ne bitenê di warê rêzanê de, lê di yê çandî û civakî de jî, Kurd nêzîkî hevdu nabin ku bigihêjin amanca xwe ya yekemîn û dawîn, Yekîtiyê. Dilê me hemiyan jî vê yekê pirr dixwaze û bi rewşa me gelek dêşe, ji bo ku hesta netewî (hissê millî) li ba Kurdan pirr xurt e û ku her Kurd, ji gundiyê nexwenda heta ronakbîr, li benda sazbûna yekîtiya gelê me ye. Jixwe ev hesta netewî ne ewqas rast û geş biba, emê ji zû de hunda bibana û di nav Tirk, Faris û Ereban de biheliyana. Lê mixabin, em dibînin ku daxwazî bitenê têr nake. Eger sucê dijmin be û dîroka rêxistinên me ne cuhan be jî, divê em kêmasî û çewtiyên xwe veneşêrin û ji bîr nekin. Zihniyeta fireh û neguhdana dijminayî û kînên şexsî û rêxistinî gava yekemîn e ji bo yekîtiyê. Eger mercên (şert) jîna me çêtir bibin û hevalên me yên biyanî bêtir bibin jî, bê baweriya me bi hevdu û bê dêmokrasiyeke rast di hundir û di navbera rêxistinên me de, em nikarin pêş de biçin.
Eger xwendevan vê gotarê pirr hişk bibînin yan jî nepejirînin, ez hêvî dikim ku ew min bibuhurin. Mebesta (meqsed) min ne nizmkirina Kurdan û rêxistinên kurdî ye. Di vajayê wê de (di eksê wê de), ez bawer im ku gelê kurd xwediyê rengdêrên (sifet) pirr dewlemend e û ku wî, bi çand û dîroka xwe yên dewlemend û pêşkewt, xwe paraztiye û tesîreke mezin li ser şareyariyên (medeniyet) gelên din kiriye. Lê, weka Kurdeke dilbirîn, min dixwest ku em jî di nav gelên din de cihê xwe yê bilind li cihanê bigirin.
.....
M. Nezih Yalçın
Têkoșer, n°31
Têkoşer
Kovara Têkoșer Hejmar: 31, Sal: 1986 Revue trimestrielle Driemaandelijks blad
Kovara Têkoşer Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Belçîka