Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûbihar, n° 135


Nivîskar : | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | Multimedia | | | | | | | |
Weşan : Nûbihar Tarîx & Cîh : 2016, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 96
Wergêr : ISBN : 2147-8821-135
Ziman : KurdîEbad : 195x275 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Cev. Nub. n°135Mijar : Giştî

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Nûbihar, n° 135

Versions

Süleyman Çevik

Nûbihar, jimar 135

Pak ajans

Di ser xebata Nûbihare re 24 sal derbas bûne. Cilde me ye îgan jî qediya.
Ev jimara Nûbihare ku destpeka cilde 20an e, me ji aliye şekl û şemale ve guhertiye û em der-ketine peşberî we. Me tene mizanpaj û berg ne-guhertiye; logoya bere dimine û eme deynin ser kiteben xwe; le logoya kovare jî me guhertiye. Em hevîdar in ku ev guhertin bi dile we bin jî.

Nûbihar: Weşanxane+kovar

Nûbihar hem weşanxane ye, heta niha bi sedan kiteb çap kirine; hem jî xwedî çapemenî ye û bi nave Nûbihar û Nûbihar Akademi du heb kovaran jî derdixe.

.....



JI EDÎTOR

Xwendevanen heja û delal!

Di ser xebata Nûbihare re 24 sal derbas bûne. Cilde me ye îgan jî qediya.
Ev jimara Nûbihare ku destpeka cilde 20an e, me ji aliye şekl û şemale ve guhertiye û em der-ketine peşberî we. Me tene mizanpaj û berg ne-guhertiye; logoya bere dimine û eme deynin ser kiteben xwe; le logoya kovare jî me guhertiye. Em hevîdar in ku ev guhertin bi dile we bin jî.
Nûbihar: Weşanxane+kovar

Nûbihar hem weşanxane ye, heta niha bi sedan kiteb çap kirine; hem jî xwedî çapemenî ye û bi nave Nûbihar û Nûbihar Akademi du heb ko-varan jî derdixe.
Di salen bi zehmet û eziyet de, Nûbihare hem li hemberî înkar û asimilasyona Kurdan helvvest nîşan daye; hem jî, gelek materyalen edebî, dînî, çandî, tarîxî û foklorî bi Kurdî derbasî ni-vîse kirine û mîsyonek tarîxî leyistiye.

Nûbihar mektebeke Kürdi ye...

Di roja îro de tunebûna mekteben Kurdan eğer ‘ar û fedî hebe şerma vî welatî ye.
Sedsal bere di dema Osmanî de Kurdan behsa tunebûna mekteben xwe dikirin; heyf û mixabin îro jî di ve esre de dîsa em be mekteb in.
Dema milletek ji mekteben xwe mehrûm be çi dike û lazim e çi bike?

Em nikarin bibejin ku Kurdan di ve mijare de îmtihanek baş dane.
Me ji bo gelek tiştan bedelen behesab dane, le ji bo zimane xwe me ewqas fedakarı nekiriye. Elbet ez dizanim, îqtidar û bazar peşiya ziman ve-dikin; le tu tişt di ve mijare de me masûm nake.

Her çiqas di ve pevajoye de Kurd ji mekte-ban mehrûm bin jî hin şexsiyet û saziyen me wekî mekteb xebitîne.

Em dikarin bi îftixar dibejin ku Nûbihar jî yek ji wan mekteban e û îro bi hezaran mezûnen we hene. Ne tene mekteba xwendevanen xwe ye; hervviha mekteba nivîskaren xwe ye jî. Hin heval bi saya Nûbihare xwendina Kurdî hîn bûne, hem bûne nivîskare kovare, hem jî kiteben wan çap | bûne... Do xwendevanen kovare bûn, îro nivîskar in, xwedîkiteb in.

Rola ku Nûbihare heta niha leyistiye ji bo me hemûyan cihe şanaziye ye.
Heviya me ev e ku bi sebr û îstiqrar, ji îro pe ve jî em li ser ve xeta xwe bin.
Wekî ku min li jor jî îfade kir, ji aliye berg û mizanpaje ve me Nûbihar nû kiriye û derketine peşberî we.

Me ji bo we hevalen heja jimareke dewle-mend amade kiriye. Di ve jimara Nûbihare de ni-vîsen curbecur hene, hemû nivîs jî balkeş û heja ne. Ez bawer im dema hûn bixwînin hûne jî heq bidine min...

Di dizayna ve jimare de ji bo desteka kek M. Emin Öztürk jî em gelek spasdar in. Mala wî ava be...

Heta jimara din bi xatire we...

Süleyman Çevik

.....

 




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar