La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bîr, hejmar 5


Auteurs : | | | | | | | | | | | | | | | | | | Multimedia
Éditeur : Bîr Date & Lieu : 2006-07-01, Diyarbakir
Préface : Pages : 302
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Rev. Kur. Tur. Kon. Bir. 1397Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bîr, hejmar 5

Versions

Bîr, hejmar 5

Mehmet Konuk


Bîr reklamcılık – yayıncılık


Ev dibe cara pêncan ku kovara BÎR silavê li we dike û her wiha, bi derfetên xwe yên mutewazî gelek kêfxweş e ku her tim di xizmeta netewa kurd de be.
Di vê hejmarê de, me li ser “Ocaxên şoreşgerî û Kulturî yên Rojhilatê (Devrimci Dogu Kültür Ocaklari: DDKO)” dosyayek amade kiriye. Li ser daxwaza kovara BIRê gelek siyasetmedar û rewşenbîrên hêja û kedkarên "Doza Kurd" ji bo ku we xwendevanên hêja ji gelek aliyan ve, bi awayekî giştî, ji rewşa siyasî ya navbera salên 1960-1975 û bitaybet jî pêvajoya sîyasî û civakî ya pêşî û paşiya damezirandina DDKOyan û çalakiyên wê şirove kirine ku em ê jî di bîra netewa kurd de tomar bikin.
Li pey şkestina Tevgera Dêrsimê, bi qasî 20-25 salan bêdengiyek li ser civak û erdnîgariya Kurdistana Bakur venişt. Di sala 1958 de vegerîna Barzanî ji Sovyetan û lihevhatina kurd û ereban, çawan ku dewletên hawirdor ên wekî Tirkiye, Iran û Sûriye li ser dijberiya kurdan nêzikî hev bûn, her wiha tesîreke girîng jî li ...




PÊŞGOTIN

Xendevanên hêja,
Ev dibe cara pêncan ku kovara BÎR silavê li we dike û her wiha, bi derfetên xwe yên mutewazî gelek kêfxweş e ku her tim di xizmeta netewa kurd de be.

Di vê hejmarê de, me li ser “Ocaxên şoreşgerî û Kulturî yên Rojhilatê (Devrimci Dogu Kültür Ocaklari: DDKO)” dosyayek amade kiriye. Li ser daxwaza kovara BIRê gelek siyasetmedar û rewşenbîrên hêja û kedkarên "Doza Kurd" ji bo ku we xwendevanên hêja ji gelek aliyan ve, bi awayekî giştî, ji rewşa siyasî ya navbera salên 1960-1975 û bitaybet jî pêvajoya sîyasî û civakî ya pêşî û paşiya damezirandina DDKOyan û çalakiyên wê şirove kirine ku em ê jî di bîra netewa kurd de tomar bikin.

Li pey şkestina Tevgera Dêrsimê, bi qasî 20-25 salan bêdengiyek li ser civak û erdnîgariya Kurdistana Bakur venişt. Di sala 1958 de vegerîna Barzanî ji Sovyetan û lihevhatina kurd û ereban, çawan ku dewletên hawirdor ên wekî Tirkiye, Iran û Sûriye li ser dijberiya kurdan nêzikî hev bûn, her wiha tesîreke girîng jî li ser pêşketina tevgera kurd li parçeyên din ên Kurdistanê çêkir. Piştî ku peymanà kurd û ereban neçû serî û Barzanî dest bi şerê pêşmergetiyê kir, tesîra wî ya li ser parçeyên din ên Kurdistanê bêhtir belav bû. Di encamê de li parçeyên din jî PDK têne avakirin. Di temuza sala 1965 de PDKT bi nepenî (îllegal) têye damezirandin. Lêbelê dînamîzma civaka kurd qîma xwe bes bi PDKT nayîne yan jî partî tenê nikare wê dînamîzmê birêxîne. Ber bi dawiya salên 1960Î ve xebata xwendevanên kurd ên li metropolan di asta fikrî de digîje rêxistiniyeke cihê. DDKO, di encama serketina fikra rêxistineke cuda ji rêxistinên tirk de, wek komeleyeke eşkera têye damezirandin. Damezirandina DDKO, di têkoşîna kurdan a rêxistinî û eşkera de helqeyeke girîng e, lêbelê ne destpêk û bingehîn e. Eger em li destpêk û rabirduya têkoşîna legal û sivîl a netewa kurd bigerin, divê pêşiyê em berê xwe bidin bi dehan rêxistinên ku di destpêka salên 1900Î de hatine avakirin. Di vê çarçovê de DDKO pêlekji pêlên bingehîn a têkoşîna legal û siyasî ya Bakur bû.

Ew rewşa wê heyama ku DDKO tê de hatibûn avakirin, divê baş bête zanîn. Çunke bandora DDKOyan bi awayekî bingehîn û gelek jî bi xurtî li ser rêveçûna siyasî ya bakurê Kurdistanê çêbibû. Heke em baş bala xwe bidinê, hê jî bandora DDKOyan berbiçav e. Di van salên dawîn de ew hêz û bizavên siyasî ku ji nav DDKOyan derçûbûn û hespê xwe ajotibûn meydana siyasî ya kurd, bi heyecaneke lawaz be jî, niha dubare xwe komî ser hev dikin.

Ji bo ku rayagiştî ya kurd û bitaybet jî siyasiyên ciwan, her wiha berendamên ciwan ên aktoriya siyaseta kurd, bi vê plandûva dîrokî baş têbigihên, bîra wan a siyasî dewlemendtir û qewîtir bibe, amadekirina vê dosyayê wek pêwîstiyekê xwe bi me da hîskirin.

Her wiha ne tigtekî rast e ku netweyek qîma xwe bes bi rêxistinek û partiyeke siyasî bîne. Ji vê çendê, pirrbûna partî û komel û komikan ji bo pêşveçûna çanda demokrasiyê, ji bo pirdengî û pirrengiya civatê, ji bo temsîliyeta meylên cihê yên civakî, bivê-nevê pêwîst e. Lêbelê ev komên siyasî jî divê xwe ji awir û nexweşiyên fikrî yên démodé xilas bikin. Divê baş bête dîtin ku bi hişmendiya kevn pirsên îro çareser nabin; ev kom û komik divê wî kirasê nostaljîk ji xwe bikin û bi vîzyoneke netewî û bi awayekî samîmî xwe birêxistin bikin.

Di roja îro de bêhtir ji her demê pêwîstiya kurdên Bakur bi vîzyoneke netewî heye. Kîjan koma siyasî xwe ji wê vîrusa meleziyê paqij bike, bi rengekî netewî hespê xwe li meydana siyasetê bibezîne, ew dê netewa kurd li dû xwe bimeşîne.

Kadro û hêzên siyasî yên bakurê Kurdistanê divê êdî ji wê fehma ku ziman û kultura kurdî di nav çanda serdest de wek hêmayek an jî wek çeşneke folklorîk dibîne xwe xilas bikin û netewa kurd wek neteweyeke dêrîn a xwediyê vî erdî bibînin. Tenê dîtin? Helbet na! Divê ji her aliyan ve wek 'kurdek'jiyana xwe saz bikin. Çunke heta ku takekesek jiyana xwe wek kurdek saz neke, ne mumkûn e ku wek kurdek li derdora xwe û li cîhanê temaşe bike; ne mumkûn e ku bi awayekî tekuz li ser hesabê netewa kurd siyasetê bimeşîne; jiyana ku li ser zemîneke bîyanî saz bûye xewnên biyanî dibîne! Bi vê jiyana dualîst ku hem ew û hem jî netewa kurd pê têne xapandin; père derdor jî û bûyer jî şaşo-maşo têne dîtin! Her wiha, têgehên pirrçandîtî û pirrzimaniyê ku niha h vî welatî wek fitwaya asîmilasyonê têne karanîn, tu pêwendiya wan jî bi vîzyoneke netewî re nîn e. Her wiha, "Tirkiyecîtî" jî li ser bejna siyaseta kurd kiresekî heram e, ku deriyê biyanîbûnê (tirkbûn) heta bi ser piştê li kurdên bakurê Kurdistanê vedike.

Em hêvîdar in ku hemû takekes û kom û komel û partiyên siyasî yên kurd êdî li ser zemîneke netewî û li ser daxwazên HEVPAR bi heyecaneke bilind hêza xwe bigihînin hev û rola xwe ya dîrokî bilîzin. Li ser vê zemînê dengê xwe bilindtir bikin. Ji her demê bêhtir îro, di serî de pêwîstiya Bakur û Başûr, her wiha pêwîstiya hemû Kurdistanê bo bilindkirina dengê kurdên Bakur heye:  "Pêwîstiya Bakur heye; lewre ruhê kurdayetiyê, şuûra netewî di bin êrîşên dijwar de ye, roj ji rojê bêhtir dihele; ciwan û zarokên kurd ku navê wan kurdî ye lê tu pêwendiya wan bi kurdbûnê re nemaye. Her wiha, li Bakur valahiyeke siyasî ji hemû aliyan ve xwe dide hîskirin...

"Pêwîstiya Başûr heye; lewre meseleya Kerkûkê û bajarên din ên başûrê Kurdistanê bi tevayî aloziya xwe di rojevê de ye. Çarenûsa Kerkûkê rasterast bi çarenûsa Kurdistanê ve bi awayekî jiyanî hatiye girêdan. Ji aliyê din ve, ji hêzên dagirker, a ku zêdetir di eleniya kurdan de bi meseleya Kerkûkê dilîze, Dewleta Tirkiyê ye. Her çendî di vî warî de dest û zimanê wê gelek kin bûbe jî lê dîsan, bi ser meseleya PKKê re dixwaze pê bilîze: Niha wek taktîkekê zorê li îdareya kurd a Başûr dike, ku ew jî zorê li ser PKK bikin û di encamê de hêzên PKK û Iqtîdara kurd a Başûr bikevin qirika hev; bi vî awayî konsantirasyona kurdan a li ser meseleya Kerkûkê têk biçe. Ji aliyê din ve, di hewldaneke Tirkiyê ya bi ser başûrê Kurdistanê de kurdên Bakur jî bêteref bimînin...

Digel her awayê muşkule û astengiyan, dîsan jî em ji dil bawer in ku pêşî li netewa kurd vekirî ye. Gav bi gav dê netewa kurd bigihê hemû mafên xwe yên rewa ku ji dest hatine stendin.
Beriya ku em dawî bi gotina xwe bînin divê derbarê vê dosyayê de bala we bikşînin ser çend xalan: A pêşiyê ev e, wêneyên di vê dosyayê de ji aliyê me ve hatine bicîkirin; ya din jî, ji ber zêdebûna qewareya kovarê dösyaya DDKO bû du beş, nivîsên mayî dê di hejmara 6. de bêne weşandin.

Bi wê hêviya dilxweş ku em ê di hejmareke din a BIRê de dîsan ligel hev bin, niha bimînin di xweşiyê de.

Bîr

Kürt legal hareketînin tarîhsel gelîçîmî

Ruşen Aslan

Esas konumuza girmeden once, bazi genel konulara deginmemin zorunlulugu var. Konumuz örgütlenmeyle ilgili oldugundan, öncelikle "örgüt nedir" sorusuyla işe baglamak gerekiyor. Biz de bu sorunun cevabını arayarak, baglamak istiyoruz.

Örgüt Nedir?
Örgütü, "belli bir amaci gerçeklegtirmek için, insanlarm bilinçli ve kararli olarak bir avaya gelmeleri" geklinde tammlamak mtimkündür. Elbette degOi g-5 ik tanimlamalar da yapilabilir.

Örgütlenme Hakı ve Özgürlügü
Konumuzu ilgilendiren bir husus da, örgütlenme hak ve özgürlügüdür. Siyasal örgüt, yönetime düzen içi veya dışı yollarla katilmanin aracidir. Hele konumuz "Kürt legal partisi" olunca; insanın aklına ister istemez illégal Kürt örgütlenmeleri yahut partileri de geliyor. Bunun yanısıra gizli, açik, meşru olmayan örgütlenme gibi açiklanmaya muhtaç birçok kavram önümüzde duruyor. Bunların tümü, örgütlenme hak ve özgürlügüyle sıkı sıkıya bağlı olgulardır. Onun için kısa da olsa …

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues