La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n° 20


Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1983, Bruxelles
Préface : Pages : 76
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 195x270 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 20Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n° 20

Versions

Têkoșer, n° 20

M. Nezih Yalçın

Têkoșer


Ji çend mehan û vir de, rewşa biyanîyan li Belçîka pirr bi paş de çûwî ye. Li mintiqa Bruksel, berpirsîyarên beledîyan û bajêr biryarên zorbe û ne meşrû distînin û hikumet jî ti cezayî nade wan.

Çawa ev rewş weha bû û çima li Bruksel? Li her du mintiqên Belçîka -Wallonie û Flaanderen- hatina biyanîyan hatîye rawestandin, ji ber ku berî niha pirr biyanî hatine Belçîka û li va her du mintiqan bi cih bûwine, ango ketine nava civaka Belçîkî û ji ber ku ev her du mintiqe hew mihtacê biyanîyan in. Lê li Bruksel rewş ne weha ye û hatina biyanîyan ne kevn e û ev biyanî bi hawakî baş ne ketine nav civaka Bruksel bixwe de.

Gava ku krîza aborî destpêkir, pirr kesên Belçîkî bi hêsanî hisên xwe yên nîjadparêz, hêdî hêdî ber bi van biyanîyên nuh û qels ajotin. Bi vî awayî ...



STRATEJÎYA HIKUMETÊ LI BRUKSEL
AVÊTINA BIYANIYAN


Ji çend mehan û vir de, rewşa biyanîyan li Belçîka pirr bi paş de çûwî ye. Li mintiqa Bruksel, berpirsîyarên beledîyan û bajêr biryarên zorbe û ne meşrû distînin û hikumet jî ti cezayî nade wan.

Çawa ev rewş weha bû û çima li Bruksel? Li her du mintiqên Belçîka -Wallonie û Flaanderen- hatina biyanîyan hatîye rawestandin, ji ber ku berî niha pirr biyanî hatine Belçîka û li va her du mintiqan bi cih bûwine, ango ketine nava civaka Belçîkî û ji ber ku ev her du mintiqe hew mihtacê biyanîyan in. Lê li Bruksel rewş ne weha ye û hatina biyanîyan ne kevn e û ev biyanî bi hawakî baş ne ketine nav civaka Bruksel bixwe de.

Gava ku krîza aborî destpêkir, pirr kesên Belçîkî bi hêsanî hisên xwe yên nîjadparêz, hêdî hêdî ber bi van biyanîyên nuh û qels ajotin. Bi vî awayî xwestin ku gelê Belçîkî bixapînin û sedema rast ya krîzê tê negihin û berpirsîyarîya krîzê bavêjin ser biyanîyan.

Pirranîya biyanîyên li Bruksel di mintiqên feqîr de dimînin. Ji gelek sedeman, malîya van beledîyan pirr pîs e. Ji bo vê yekê, berpirsiyarên van dibêjin ku malîye ji rûyê biyanîyan ketî ye vê rewşê!

Ji ber van sebeban van beledîyên Bruksel biryar standin ku biyanîyên bê pere ne û yên ku ji beledîyên din tên qeyd nekin, Beledîya yekemîn ku ev biryar stand û biryar bi cih anî, Shaerbeek bû. Bi ser de jî biryar stand ku 9 dibistanên ku tê de zorokên biyanî ji Belçîkîyan pirrtirin bên girtin. Ango 3000 xwendekar û 120 mamoste tên avêtin ji van dibistanan. Serokê vê beledîyê Roger Nols ji zû da weke merivekî pirr nîjadparêz hatî ye naskirin.

Gava ku beledîyên din dîtin ku hikumetê ev beledîye ceza nekir, wan jî destpêkir bikevin şopa Roger Nols. Bi vî awayî, li beledîya Anderlecht, serokê beledîyê zordestîya xwe bi carek bilind kir (mezin kir): emrên derwîn (saxte) da ku çend biyanî ji Belçîka bên avêtin.

Li beledîya Saint-Gilles jî, hatina nuh û miltecîyên sîyasî kir mêhne û di destpêkê de paca "guichet" 2 mehan girtî hişt. Paşê, bi awakî vekirî, hemî biyanîyên nuh ji qeydîyan mahrum kir.

Beledîya Bruksel, reva biyanîyan ji beledîyên din kir mêhne û wê jî hew qeydî qebulkirin.
Li dawîyê, heyeta mezin ya hemî beledîyan biryar stand ku bitenê, piştî çend lêkolînan li ser xanîyên biyanîyan bi hêsanî biyanî gereke di beledîyên Bruksel de bên qeydkirin.

Merivê ku halê xanîyên biyanîyan nas bike dizane ku dawîya van lêkolînan wê ne baş be. Sedema van biryaran ev e ku, gelek berpirsîyarên sîyasî dixwazin ku gelé Belçîkî wan bibijêre û bi vî awayî krîza aborî bikeve. Ew dixwazin ji xelkê re bêjin "eger biyanî ji Belçîka bên avêtin ewê rewşa aborî baştir bibe!" Ji bo vê yekê gelek biryarên din jî hatin stan ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues