La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n°31


Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1986, Bruxelles
Préface : Pages : 24
Traduction : ISBN : 0773-3887
Langue : Kurde, TurcFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 31Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n°31

Versions

Têkoșer, n°31

M. Nezih Yalçın

Têkoșer


Gelê kurd ji hezar salan tê pelixandin û kuştin. Ev pelixandin ne bitenê canî, çandî û aborî ye. Ez bawer dikim ku ji aliyê psîkolojîk tesîra vê zordestiyê hîn jî girantir û dijwartir e, û encama (netîce) wê îro li Kurdistanê û li derveyî welêt tê dîtin.
Kurde serbilind tu bindestî û vegirtin (işgal) napejirîne (qebûl nake) û dijî wan bê rawestan têkoşînê dide. Loma, hesasiyeta wî pirr tûj e û hergav, bê ku ew pê bihese, ditirse ku têkeve bin destê ne bitenê dijminan, lê yê Kurdan jî!

Ev Kurdê ku êş û birîna laş û canê wî, dîrok û civaka wî şexsiyeta wî pêk anîne, napejirîne ku dîtina Kurdekî din ne weka ya wî be, yan jî ev Kurd weka wî yan jê bêtir pêş ve biçe. Dêlva ku ew bi guhertin û pêşketinan



YEKÎTÎYA KURDAN


Gelê kurd ji hezar salan tê pelixandin û kuştin. Ev pelixandin ne bitenê canî, çandî û aborî ye. Ez bawer dikim ku ji aliyê psîkolojîk tesîra vê zordestiyê hîn jî girantir û dijwartir e, û encama (netîce) wê îro li Kurdistanê û li derveyî welêt tê dîtin.
Kurde serbilind tu bindestî û vegirtin (işgal) napejirîne (qebûl nake) û dijî wan bê rawestan têkoşînê dide. Loma, hesasiyeta wî pirr tûj e û hergav, bê ku ew pê bihese, ditirse ku têkeve bin destê ne bitenê dijminan, lê yê Kurdan jî!
Ev Kurdê ku êş û birîna laş û canê wî, dîrok û civaka wî şexsiyeta wî pêk anîne, napejirîne ku dîtina Kurdekî din ne weka ya wî be, yan jî ev Kurd weka wî yan jê bêtir pêş ve biçe. Dêlva ku ew bi guhertin û pêşketinan dilxweş bibe, ew tavil (di cih de) rexneyên hişk tîne, yan xwe ji xebatê dikişîne û yan jî dijî êdinan derdikeve.

Eger ew bawer be ku xebat di nav rêxistinan de pêwist e jî, di hundirê rêxistina xwe de (ev komel ne rêzanî "siyasî" be jî) piraniya caran dîtinên xwe ji yên hevalên xwe çêtir dibîne, û heta ku biryareke hevrayî bê stendin û bi cih anîn di nav endaman de gelek peyvên ne xweş çêdibin, û yên ku newêrin dîtina xwe bêjin jî paşê weka ku dilê wan dixwaze dikin.
Piraniya caran, di nav rêxistinan de, bitenê çend kes ji her tiştî agahdar in û biryaran li gora dîtinên xwe distînin. Eger tesîra êletiyê (eşîret) di civaka kurdî de pirr kêm bûbe jî, Kurd di xebatê de disiplînê napejirîne. Ew li gora dîtina xwe diçe û pirr caran di paş kesên ku ji malbat, navçe yan partiya wî ne dere. Ev girêdana kûr bi malbat, navçe û partiyê nahêle ku zihniyeta Kurd hêdî hêdî fireh bibe û li gora guhertina rewşan û ramanan (fikir) biçe û bikare tehlîla tiştan bê heyecan û bi bêaliyî (bi awakî objektîf) bike.

Em îro hemî dizanin ku bê xebata hevrayî ne bitenê di warê rêzanê de, lê di yê çandî û civakî de jî, Kurd nêzîkî hevdu nabin ku bigihêjin amanca xwe ya yekemîn û dawîn, Yekîtiyê. Dilê me hemiyan jî vê yekê pirr dixwaze û bi rewşa me gelek dêşe, ji bo ku hesta netewî (hissê millî) li ba Kurdan pirr xurt e û ku her Kurd, ji gundiyê nexwenda heta ronakbîr, li benda sazbûna yekîtiya gelê me ye. Jixwe ev hesta netewî ne ewqas rast û geş biba, emê ji zû de hunda bibana û di nav Tirk, Faris û Ereban de biheliyana. Lê mixabin, em dibînin ku daxwazî bitenê têr nake. Eger sucê dijmin be û dîroka rêxistinên me ne cuhan be jî, divê em kêmasî û çewtiyên xwe veneşêrin û ji bîr nekin. Zihniyeta fireh û neguhdana dijminayî û kînên şexsî û rêxistinî gava yekemîn e ji bo yekîtiyê. Eger mercên (şert) jîna me çêtir bibin û hevalên me yên biyanî bêtir bibin jî, bê baweriya me bi hevdu û bê dêmokrasiyeke rast di hundir û di navbera rêxistinên me de, em nikarin pêş de biçin.

Eger xwendevan vê gotarê pirr hişk bibînin yan jî nepejirînin, ez hêvî dikim ku ew min bibuhurin. Mebesta (meqsed) min ne nizmkirina Kurdan û rêxistinên kurdî ye. Di vajayê wê de (di eksê wê de), ez bawer im ku gelê kurd xwediyê rengdêrên (sifet) pirr dewlemend e û ku wî, bi çand û dîroka xwe yên dewlemend û pêşkewt, xwe paraztiye û tesîreke mezin li ser şareyariyên (medeniyet) gelên din kiriye. Lê, weka Kurdeke dilbirîn, min dixwest ku em jî di nav gelên din de cihê xwe yê bilind li cihanê bigirin.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues