La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n° 21


Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1983, Bruxelles
Préface : Pages : 24
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur.Yal. Tek. 21Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n° 21

Versions

Têkoșer, n° 21

M. Nezih Yalçın

Têkoșer


Cunta faşîst, di 26ê heyva gulanê de bi hêzeke zêdetir ji 15 000 kesan êrîşek bir ser Kurdistana Irakê, Amanca vê êrîşê, perçiqandina hêzên welatparêz bû, ku ji bo mafên xwe yen demokratîk û netewî hember sazûmana zordest şer dikirin.

Di tarîxa 28ê gulanê de jî, dîsa li Kurdistana Bakur, di bajarên Kars û Erzurumê de tedrîbên rêxistina hêzên emperyalîst NATO bi navê "Adventure Express 83" çê dibin, Di van tedrîban de leşkerê Emerîka (USA), Elmanya Rojava, Italya û Belçîka, bê goman Tirkîye beşdar dibin.

Wek tê zanîn, berî vê êrîşê û tedrîban di tarîxa 24ê gulanê de mehkema cunta yê birayara 35 îdam, 28 cezayê girtinê heta sax in û 333 kes jî ji 3 sal heta 36 sala hikmê girtinê ji bo Kurdan di girtîgeha Dîyarbekrê de da. Li cem van tiştan, her roj, bi hezaran kes di bin şertên ne xweş de her rengê zorbetîyê dibînin. Ji lêdana fîzîkî ta ta'dayiya psîkolojîk di girtîgehan de li ser girtîyan, li derveyê girtîgehan jî li ser ...



CUNTA FASIST NEGIHEST ARMANCA XWE


Cunta faşîst, di 26ê heyva gulanê de bi hêzeke zêdetir ji 15 000 kesan êrîşek bir ser Kurdistana Irakê, Amanca vê êrîşê, perçiqandina hêzên welatparêz bû, ku ji bo mafên xwe yen demokratîk û netewî hember sazûmana zordest şer dikirin.

Di tarîxa 28ê gulanê de jî, dîsa li Kurdistana Bakur, di bajarên Kars û Erzurumê de tedrîbên rêxistina hêzên emperyalîst NATO bi navê "Adventure Express 83" çê dibin, Di van tedrîban de leşkerê Emerîka (USA), Elmanya Rojava, Italya û Belçîka, bê goman Tirkîye beşdar dibin.

Wek tê zanîn, berî vê êrîşê û tedrîban di tarîxa 24ê gulanê de mehkema cunta yê birayara 35 îdam, 28 cezayê girtinê heta sax in û 333 kes jî ji 3 sal heta 36 sala hikmê girtinê ji bo Kurdan di girtîgeha Dîyarbekrê de da. Li cem van tiştan, her roj, bi hezaran kes di bin şertên ne xweş de her rengê zorbetîyê dibînin. Ji lêdana fîzîkî ta ta'dayiya psîkolojîk di girtîgehan de li ser girtîyan, li derveyê girtîgehan jî li ser gel bi xwe dibe.

Ew girtîyên ku ji bo azadîyê têkoşîn kirine, di bin gomana kuştinê de dijîn. Cunta dixwaze wan kesan hunda bike. Girtîyên ku paş demekê derdikevin derve, dibe xwedîyê "azadîya" xwe li qasî hezar problêmî dibe. Ji alîyê fîzîk û psîkolojîk, ew kes pirr êşîya ye, Zehmetîyan dibîne ku xwe dîsa bixe nava civaka normal de. Di alîyê din de jî polîsên rejîmê wan kesan rihet nahêlin, Ango, weka ku me di fîlmê Yilmaz Güney, "Yol" de dît, jîyana li Tirkîyê ne bes di girtîgehan de girtî ye û di zîndanê de ye, lê herweha, ji derve jî bi tiştekî giştî jîyan êsîr e, di zîndanê de ye. Ev jîyana di zîndanê de, bi pirranî li Kurdistanê heye.

Ev her sê bûyer di nava yek heftê de, ne tiştekî biçûk û texmînî ne. Wan dixwest ku planekî weha bikar bînin ku gelê Kurd bitirse. Biryara îdama 35 kesan, bi salan cezayê girtîgehê û h.w.d. êrîşên ji sînorên Mîsakî Millî zêdetir û tedrîbên NATO bi sedemên çav tirsandinê û îmhakirinê hatin bi kar anîn. Hêzên zordest weha dizanin ku bi van kirinên xwe yên wehş merivên têkoşer, gel bi xwe, ditirse û dikeve bin heyecanê de.

Ew bi vê yekê xwe bi tenê dixapînin. Eger heyecan û tirs bikevê ser dilê gel de, şerkerên azadîyê de jî, li cem vê tirs û heyecanê, ev gel û şerker hê zêdetir bi kîn dibin.

Li ser van her sê bûyeran û hemberên dewletên mêtingehkar û hêzên emperyalîst di tarîxa 4-ê hezîranê de sê rêxistinan (Têkoşer, Partîya Demokratîk a Gelé Kurdistan-Irak û KSSE-liqê Belçîka) li ber balyozxana Tirkîyê li hev gihan hev û ev zordarîya li ser gelê Kurd protesto kirin. Ji xeynî van her sê rêxistinan û Kurdên serbixwe pirr kesên Belçîkî jî beşdarîya vê protestoyê kirin. Ji parlementoya Belçîka jî senator J. Humblet û Willy Kuijpers beşdar bûn û cunta faşîst, zorbeyên Irakê û NATO protesto kirin. Van her du parlementêran di parlemente de jî ev mesele anîn peyvê û resolusyon dan hikumeta Belçîka.

Vê êrîşa leşkerê Tirk (di hemberê azadîxwazên Kurd de ku li serê çîyan in, şoreşgêrên ku ne Kurd in lê lê Kurdistanê di nava şoreşê de xwe diparastin û gelê Kurd bi xwe) carek din pêşan me da ku dewletên mêtingehkar di roja tengîyê de dibezin arîkarina hev û din. Cunta faşîsta Tirkîyê ditirse û ji ber vê tirsê ye ku weha zorbetîyê dike.

Ev zordestî, li ser gelê Kurd û proleterya Tirk, Ereb, Faris, Ermenî û komikên din heta hetayê nikare dom bike. Ev gel wê rojekê mala zorê xira bikin. Sazumana Irakê, ku ji salan û vir de hemî wehşîtîyan li ser van gelan dike, ji hev felişî ye. Saddam Huseyin zane ku şoreşgêrên Kurd xwe di nava çîyan de baş organîze kirine. Leşkerê Irakê di cephê de ye li hemberê Iranê, Ji ber vê yekê jî ew di tengîyê de ne. Di bin van şertan de arîkarina cunta Tirkîyê ne xirab bû ji Saddam Huseyin re.

Êrîşa leşkerê Tirk, pirr xesar da gelê Kurd li Kurdistana Irakê û gundên li ser sînorên di nav her du dewletan de ku ji alîyê van dewletan bi zorê hatine danîn li beşê Tirkîyê, Leşkerê Faşîst gund şewitandin, zarok, jin, pîr girtin û kuştin. Bi balafiran Kurdistan bombe kirin.

Her du dewlet baş dizanin Kurd li parçekî ji yê Kurdistan bi hêz bibin, ji dewletên din re jî tehluke ne. Bi vê yekê cunta Tirkîyê ji tirsa xwe bezî arîkarina zorbeyên Irakê.

Lê tîra leşkerê Tirkîyê li latê ket. Pêşmergen di çîyan de pirr zerer da leşkerê Tirkîyê. Netewekî ku ji bo mafê xwe yên demokratîk û netewî şer dike zû bi zû naşike.

Paş ku generalên Tirk dîtin ku çîyayên Kurdan ji leşkerê wan re dibin mextel, nexweşxanên seyar şandin ber sînor. Ji ber ku cih di nexweşxanên normal de ji birîndar û kuştîyên wan re nemabûn.

Cunta faşîst jî, xwedî grêv, ev nexwesxanên seyar "ji bo gel" dibirin. Lê gel pirr baş dizane ku ew sazumana ku dixwaze wî gelî ji ser rûyê erdê rake, ti nexweşxanan jê re nabe. Ev 60 sal heye ku ev sazumana zorbe ava bû ye û ti tişt ji wî gelî re nekirî ye, fo radibe nexweşxanan, di vê rewşê de jê re bibe!? Cunta bes xwe dixapîne.

Gelé me jî vê yekê baş dizane.

Tedrîbên NATO jî di vê heftîyê de dibin, Di vê rewşê de NATO li gora planên di navbera wan de hatî ye grêdan, gereke hazir be eger tiştekî giring bibe. Ew naxwazin paş Iran, Tirkîyê jî ji destên wan derkevê.
Di vê navberê de li ser van bûyeran, rojname, radyo û televîzyonên Tirkîyê qala "serketina leşkerê Tirk di hemberê heydutan de" dikirin. Digotin ku ev êrîş "bê xwîn derbas bû", "gelê der û dora mintiqê ji vê hereketê pirr memnûn bû". Rastî li ti derî ne nivîsandin û ne gotin.

Rojname, radyo û televîzyonên Ewrupa jî pirr kêm bala xwe dan vê bûyerê. Ew çap li ser hin tiştên din radiwestin ku ji mesela Kurdan pirr kêmtir giring bû ji mesela Kurdan.

Kuştina hezaran Kurdên belengaz ku suce wan bes xwestina mafê insanetîyê ye û ji ber vê yekê ji alîyê sê dewletên zorbe ku jînê li netewê Kurd dikin zîndan ji vê çapê re giring xuya nake. Lê dema bêhvila (pozê) merivekî Tirk li Ewrupa, yan jî li Tirkîyê bi xwîn bibe, yan jî ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues